Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Salı - 27 Ağustos 2024

Kîppîng: Hûn demokrasiyê li gorî hesabê kê dinirxînin?

Hevseroka Partiya Çep a alman Katja Kîppîng, zextên desthilatdariya AKP-MHP'ê yên li ser HDP'ê şermezar kir û ji bo dawî li zextan bê anîn ji Wezîrê Karên Derve Maas xwest ku bikeve nav liv û tevgerê

Navenda Nûçeyan 

Hevseroka Partiya Çep a alman Katja Kîppîng bi daxuyaniyekê  êrişên giran ên dewleta tirk ên li ser HDP’ê şermezar kir. Kîppîng bi bîr xist ku di rojên dawî de bi sedan HDP’î hatin binçavkirin û ji bo rakirina mafê destnedana parlamenteriyê yê 9 wekîlên HDP’î fezleke ji meclisê re hatin şandin û xwest ku ev zext tavilê bi dawî bibin.

Hevseroka Partiya Çep bang li Wezîrê Karên Derve Heîko Maas kir û jê xwest ku bi gotinên aşkera zext û êrişên li Tirkiyeyê yên li ser wekîlên hilbijartî, şermezar bike. Hevserokat Partiya Çep got, “Divê mafên demokratîk ên bingehîn ên li Tirkiyeyê yên ji aliyê serokkomarê dewleta tirk Erdogan ve tên binpêkirin, neyên paşguhkirin.”

Kîppîng anî ziman ku fatûreya sererastkirina têkiliyên navbera hikûmeta Alman a Federal û Erdogan timî li muxalefeta li Tirkiyeyê tê birîn û got, “Her ku têkiliya bi Erdogan re sererast dibe, zextên li Tirkiyeyê li dijî muxalefeta demokratîk jî zêde dibe. Ev jî tê wateya hevkariya sûcê Almanyayê ya di vê mijarê de.”

Hevseroka Partiya Çep Kîppîng her wiha bêdengî û helwesta Partiya Sosyal Demokrat (SPD) a hevparê hikumeta Merkel jî rexne kir û got, “Divê ji hikumeta federal bê pirsîn; gelo hûn nirxên mafên mirovan û demokrasiyê li gorî hesabê berjewendiyan dinirxînin?”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar