Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cumartesi - 14 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Kirasê dînîtiyê û helbestvan

Aysel Avesta Aydin

Bajarê li peravên Firatê!

Rêyên Palmîrê!

Û daristanên stûnî yên deştên li çolan,

Çi bûn, li ku ne hûn?

We ku nas nedikir sînor

Ên hemû zindiyan,

Lê bayê ku ezmanan gobiland

Û agirê pêxist

Girt tacê li ser serî;

Ez hê’j

Di bin ewran de rûnîştî me,

Ewrên her yek ji wan bi aramiyê barkirî,

Ên li çolterên xezalên mamizî lê digerin

Ên nefesên ber bi asîmanan ve lê fir didin.

Wek mirî û biyaniyan xuya dikin li ber çavên min

Ruhên wan dilşadên berê.”

Wiha dibêje di helbesteke xwe de Johann Christian Friedrich Holderlin ê alman(1770-1843) ê di serdema klasik de jiyayî. Hêj zarok bû ye dema bavê wî dimire. Bi sulietê bavekî nebûyî re dijî. Pişt re bi ferzkirina dayika xwe ya oldar dest bi dibistaneke bi ola xiristiyaniyê perwerdeyê dide, dike. Li zaningeh û manastira li Tubingenê teolojiyê dixwîne, di wan deman de fîlozofê îdealîst ê almanan Hegel û Schelling re hevaltiyê dike. Dibe papaz, lê dibêje ku teolojî di navbera mêjî û baweriyê de mêzinekê ava nake û dev ji papaziyê ber dide. Kûrbûna wî ya di mitolojiya yewnana kevin de asoya wî diguherîne. Zanebûna wî ya di vê mijarê de dihêle ku bi rêya helbestan, serdema antik vediguhezîne pêvajoya tê de dijî. Li gorî wî, helbestvan qasidê herî baş ên di navbera mirov û xweda de ne, pêwistî bi rahîban nîne. Xweziya xwe bi demên yekgirtî ya xweda, xweza û mirovan tîne. Berhemên wek Lorîna Menon a li ser Diotimayê, Nan û Şeraf û Erefe (Roja Berî) ya Dînîtiyê hwd. li pey xwe hiştine.

Holderlin di “Helbest û Dîtaneya Tragedyayê” de, bi herîkîna dîrokê re eleqeder nebûye, herî zêde li ser kêliya veguhertina dîrokî rawestiyaye. Herwiha şêwazê wî yê rexneyî, helbestên wî ber bi anîzaziyeke felsefîk ve jî daf dide û dibêje, “Mirov çawa ku dikeve xwarê, dikeve bilindahiyê jî.” Mirov dikare bibêje ku di çarçoveya helbest, mîtolojî û trajediyê de kom kiriye nêrîn û hestên xwe yên bi rêya peyvan xwe dane der. Wek tevahiya qasidê di navbera mêjî û dil de, ew jî di nava tenêtî, xîzanî û evîna bêdawî ya li hemberî Susette’yê de pijiyaye.  Li gel mîrasa jê bê agahî ya bavê wî yê nedîtî jê re hiştî, lê dêya wî nedaye wî, tût û rût maye. Kirasê dînîtiyê lê hatiye kirin û dayika wek çavkaniya jiyanê ye jî ew terikandiye. Tenê dostekî wî  yê berhemên wî xwendibûn û pê bawer, yek jî malbateke alman hetanî dawiyê deriyê xwe jê re vekiriye û li gel kirasê dînîtiyê yê lê hatî kirin, ew hewandiye. Bi gotinên “di nava xebatan de ya herî bêsûc helbest, ziman jî di nava milkan de ya herî xeternak e. Helbestvan li ser wî milkî rûdinê, pihîniya xwe tim li dîwarên wî dixe, tûxleyên wî dikoje, baniya wî gez dike. Zimanê pê dijî dixwaze xanî hilweşîne. “ Xatir ji cîhana tijî kirdeyên derdora xwe wek tiştê dihesibîne xwestiye û çûye. Di talaşa wî de nîne kes û civaka ji xwebûna xwe dûrketî…

Piştî ku Nietzsche navê wî aniye ziman û şûn de, mirovahî pê hisiyaye ku Johann Christian Friedrich Holderlinek di dem û dewrana xwe de jiyaye.

Baba Tahîrê Uryan ango Baba Tahîrê Hemedanî jî (935-1010) li ser xaka ku dergûşa mirovahiyê ye, li Kurdistanê, li bajarê Loristan-Hemedanê ji dayik bûye. Holderling tam 76O sal piştî mirina Baba Tahîrê Uryan,  ji dayik bûye. Helbestên xwe bi zaravayê lûrî nivîsiye Uryan û di ciwantiya xwe de bûye sofî. Em ji çarînên wî dizanin ku felsefeye xwezayî diparêze û derwêşekî gel e. Nivîskar û helbestvanên wek Ahmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Omer Xeyam, Mevlana Celaledînî Rûmî, Yunus Emre û hwd. jê tesîr bûne.

Li gorî lêkolînan helbestvanê kurd Baba Tahîr, yaresaniya elewîtiyê ya berî îslamê dipêrêze . Kakeyî ye ango baweriya Ehlê Heq (Enel-Heq) diparêze û hin helbestên wî di pirtûka pîroz a yaresanan Serencam’ê de jî cih digirin. Peyva Baba ji bo rêberên olî yên yaresanî , di wateya pîr de tê bikaranîn. Her wiha Baba Tahîrê Uryan, ji ber ku çarînên xwe rût û tazî nivîsîne, paşnavê Uryan li xwe kiriye. Kirasê dînîtiyê li wî jî hatiye kirin. Carinan li hemberî felekê serî hildaye.

“Eger destêm bigihêje çerxa felekê

Ez ê gelek tiştan bipirsim ji wê:

“Te bi yekî daye sed nîmet

Bi yê din jî nanê ceh tevî xwînê”

“Nizanim kê ez rût û uryan kirime

Kîjan celadî ez bê can kirime

Ka bine xençerê ez biqelêşim singê xwe

Da bizanim evinê çiqas wêran kiriye”

Teşeyê nivîsîna Baba Tahîrê Uryan ê kurd û Johann Christian Friedrich Holderlin ê alman bêguman ji hev cihê ne, dem û dewran, şert û mercên serdema tê de dijîn, çand û ziman, cih û erdnîgarî ji hev cihê ne…

Uryan hesab ji felekê ku wek jin digire dest dipirse û Holderlin, behsa xwedayê ew ji mirovan rizgarkirî dike. Di vê mijarê de rexneyên min ji bo herdû helbestvanan jî hene. ( Ev bi serê xwe mijarek e, lewma di vê babetê de li ser nasekinim) Lê evîna bê dawî, yekbûna bi xwezayê re, tenêtî, kirasê dînîtiyê yê li wan hatî kirin û gelek sedemên din, di nazara min de wan tîne cem hev. Helbestên wan hê’j di dil û mêjiyê helbesthezên rasteqîn de ne. Ev jî nîşan dide ku helbestên rasteqîn ên bi felsefeyê hûnandî, nayên jibîrkirin, her çiqasî serdema ku em tê de ne, serdema dayîna jibîrkirinê ya mêjî û dil jî be…

Di navbera tenêtiya ku mirovan derdixîne asta xwedawendî-xwadatiyê û ya mirovan tune dike ya wek bihûşt û dojeh bi navkirî daye helbestvan. Divê destpêkê xwe bi agir bişo û bi ava sar xwe bisotîne. Di ser de jî wê di dem û dewrana xwe de nayê şêkirandin. Gelo mirov zindiyeke/î mirîhez e!…

Yên kefenê mirinê çirandine û kirasê dînîtiyê li xwekirîne re dibêjim helbestvan. Xwediyê fikir, zikir û çalakiyê ne ew. Silav ji wan re!

Çavkanî: Mehmet Bayrak, Yaresanî, The Lament of Baba Tahîr, Şiir ve Tragedya Kuramı û çavkaniyên almanî

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar