Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Kiryara dewletê ya nav û fikir dide jibîrkirin

Dewleta tirk a qirker, rê û rêbaza tecrîdê bi awaayekî bide ji bîr kirin dide meşandin. Fikir û pêşengên şoreşger ne tenê bi çekê tune dikin, ji bo karibin têkiliya wan a bi civakê re qut bikin, hewl didin navê pêşengên şoreşger jî bidin jibîrkirin, yan jî naverokê bidin valakirin.

Bêhiş hiştin, bi taybetî jibîrkirina pêşengên şoreşger yek ji wan rêbazên tecrîd û êrîşê ye ku dewlet gelekî bi kar tînin. Ji bo civakê ji pêşengên şoreşger vegire, bilêvkirina navê wan jî qedexe dike, yan jî wan ji rastiya wan a fikrî û îdeolojiyê dûr dixîne û tenê weke navekî nîşan dide. Li Tirkiyeyê kiryarên li dijî yek ji pêşengên ciwanên şoreşger Denîz Gezmîş û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin kirin, ji mînakên girîng ên vê tecrîd û êrîşê ye.

Dewlet, fikir û pêşengên şoreşger ne tenê bi çekê tune dikin, ji bo karibin têkiliya wan a bi civakê re qut bikin, hewl didin navê pêşengên şoreşger jî bidin jibîrkirin, yan jî naverokê bidin valakirin.

Li Tirkiyeyê di sala 1999’an de piştî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîl hate girtin, ji bo navê Abdullah Ocalan hem li nava gelê kurd hem jî li nava gelên Tirkiyeyê bê jibîrkirin, hewldaneke taybet hate meşandin. Ev hewldan yek ji polîtîkayên tecrîdê yên li ser Rêberê Gelê Kurd bû.

Hewldana jibîrkirina nav an jî mîna ‘stêrkek pop’ê ji îdeolojiya xwe dûr bixîne, ne tenê li Tirkiyeyê, rêbazeke ku li tevahiya cihanê bê bikaranîn. Lê belê ev rêbaz li Tirkiyeyê bi her awayî tê bikaranîn.

Yek ji mînakên şênber ên bêqîmetkirina rêberên şoreşger ên li Tirkiyeyê, kiryarên li dijî Denîz Gezmîş e. Gava destpêkê ya li hemberî Denîz Gezmîş hate kirin ew e ku gotina ‘Bijî yekîtiya têkoşînê ya gelê kurd û tirk’ a Denîz Gezmîş li sêdarê anî ziman, di tu pirtûk, fîlm û rêze fîlmên li ser jiyana wî de nehate bikaranîn. Pêvajoya ku bi jinedîtî hatina têkiliya Gezmîş a bi gelê kurd re destpê kir, piştî demekê bi çapkirina wêneyê Gezmîş li ser malzemeyên mîna tîşort û qedehan dewam kir. Di vê pêvajoyê de fikir û têkoşîna Denîz Gezmîş bi tu awayî nehate nîşandan, tenê sekna wî ya ‘bedew’ hate nîşandan.

Qedexeya ser navên rêber an bi armancekê pêk tê

Li Tirkiyeyê mînaka destpêkê ya ku rêbaza bêqîmetkirina rêberên şoreşger gihîşt asta tecrîdê, li hemberî Îbrahîm Kaypakkaya hate kirin ku vî pêşengê tevgera şoreşger a Tirkiyeyê têkiliyeke di navbera gelên Tirkiyeyê û gelê kurd de danî hesabpirsîna ji kemalîzmê ji xwe re kir karekî sereke. Tecrîda li ser Kaypakkaya ji ber wê yekê bû ku nivîs û pratîka wî di asta şoreşgerî de bûn.

Pirtûkên ku qala Kaypakkaya dikirin hatin qedexekirin, hildana wêneyê Kaypakkaya jî weke sûc hate hesibandin, bilêvkirina navê wî jî ji cezakirinê re kirin hincet. Mîna ku Îbrahîm Kaypakkaya qet tune bû, nêzîkatî hate nîşandan.

Qedexeyên ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan

Tecrîdeke bi vî rengî piştî Kaypakkaya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rêk û pêk hate meşandin. Piştî ku Abdullah Ocalan dîl hate girtin û li Girtîgeha Îmraliyê hate bicihkirin, dewletê ne tenê ji bo nav û fikrê wî bide jibîrkirin, her wiha ji bo nehêle fikrên wî bigihêje gelê kurd û gelên Tirkiyeyê, bi her awayî tecrîd xiste meriyetê. Kiryarên bi vî rengî di salên 1990’î de destpê kiribûn, lê belê bi pêvajoya Îmraliyê re bû kiryara tecrîdê.

Pêvajoya ku bi qedexekirina pirtûkên Abdullah Ocalan destpê kir, bi hewldana ji bo astengkirina bilêvkirina navê wî gihîşt asteke cuda. Li Tirkiyeyê bi taybetî piştî sala 2006’an ji ber gotinên ‘Rêberê Gelê Kurd’ ya jî ‘Birêz Ocalan’ doz li mirovan hatin vekirin û ceza ji ber van gotinan li wan hate birîn. Rewş gihandin wê astê ku parvekirina gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî weke hincetek ji bo cezakirinê hate nîşandan.

Kampanyaya ‘Abdullah Ocalan îradeya min a siyasî ye’

Di navbera tîrmeha 2005 û gulana 2006’an de ji aliyê Tevgera Welatiyên Azad ve kampanya ‘Abdullah Ocalan îradeya min a siyasî ye’ hate lidarxistin. Di encama vê kampanyayê de 3 milyon 243 hezar kesî îmze dan. Di pêvajoya kampanyayê de bi sedan kes hatin destgîrkirin. Îmzeyên hatin komkirin di 20’ê cotmeha 2006’an de li Otela Dedeman a Enqereyê bi civîneke çapemeniyê bi raya giştî re hatin parvekirin.

‘Ez xwe îxbar dikim ez jî dibêjim Birêz Ocalan’

Piştî ku li gelek hunermend, siyasetmedar û mirovên kurd ji ber bilêvkirina navê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan doz hatin destpêkirin, di sala 2008’an de kampanya ‘Ez xwe îxbar dikim, ez jî dibêjim Birêz Ocalan’ hate destpêkirin. Di encama vê kampanyayê de bi hezaran kesî xwe li dozgeriyê îxbar kirin. Destpêkê doz li wan hate vekirin, piştre dema ku hejmar zêde bû dewletê gav paşve avêt û neçar ma ku biryarê bide gotina ‘Birêz Ocalan’ sûc nîne.

Kampanyayê dewlet neçar hişt

Li dijî ceza û dozên ku li hemberî mirovan ji ber gotina ‘Birêz Ocalan’ hatin ferzkirin, di 23’ê gulana 2009’an de kampanya ‘Eger gotina Birêz Ocalan sûc be, ez jî heman sûcî dikim û xwe îxbar dikim’ hate destpêkirin. Bi vê kampanyayê re li Amed, Şirnex, Wan, Mêrdîn, Colemêrg, Agirî, Mûş, Bedlîs, Çewlîg, Dersim, Riha û bajarên Tirkiyeyê bi sed hezaran kesî xwe îxbar kirin. Têkildarî gelekan lêpirsîn hate destpêkirin. Ji bo pêşî li vê çalakiya girseyî bê girtin, dozgeriyê daxwaznameyên îxbarê qebûl nekir, lê mirovan vê carê bi rêya postayê daxwazname ji dozgeriyan re şandin. Piştre ev mijar gelekî bû rojev. Herî dawî gotina ‘Birêz’ a ji bo Abdullah Ocalan weke sûcekî nehate pênasekirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar