Di ser Darbeya Leşkerî ya 12’ê Îlonê re 39 sal derbas bûn. Malbatên zarokên wan 39 sal berê di binçavande hatin windakirin dest ji lêpirsîna aqûbeta zarokên xwe bernadin
Yek ji serdema herî tarî a dîroka Tirkiyeyê Darbeya Leşkerî ya 12’ê Îlonê bû. Di ser Darbeya 12’ê Îlonê re 39 sal derbas bûn. Enqazek giran li pey 12’ê Îlonê ma. Piştî darbeye 650 hezar kes hatin binçavkirin, ji milyonekî zêdetir deqkirin pêk hat û bi dehan kiryarên nediyar li pey xwe hişt.
Bi deh hezaran mirov hatin îşkencekirin. Bi dehan mirov piştî binçavkirinê hatine windakirin û ji wê rojê ve agahî ji wan nehatiye girtin. Yek ji van kesên di 12’ê Îlonê de hatin windakirin Sulemyan Cîhane. Tenê ji wan kesan kesek e. 39 sal in malbat li aqûbeta Cîhan dipirse.
Heta niha tu agahî negirtine
Birayê Cîhan, Ahmet Cîhan ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî û diyar kir ku wan ji roja birayê wî hatiye windakirin tu agahî jê wernegirtine. Cîhan da zanîn ku winda di arşîvên dewletê de hene û wiha got: “Em demek dirêj lê geriyan. Ewil ji me re gotin birayê min di arşîvan de nîne. Lê me derxist holê ku birayê min bi îşkenceyê hatiye kuştin û li Goristana Bêkesan veşartine.”
‘Ser dosyeyê girtin’
Cîhan anî ziman ku dozgerê wê demê tevî ku di dosyeyê de delîl hebûn jî biryara “neşopandinê û nelêpirsînê” da û dosyeyê girt. Cîhan got ku wan derbarê rayedarên dewletê yên wê demê de giliyê sûc kirine û li gel vê yekê jî dosye di sala 2014’an de bi sedema “dembihûriye” hat girtin.
‘Belgeyên îşkenceyê hene’
Cîhan bal kişand ser xisûsên dosyeya Sulemyan Cîhan ku ji dosyeyên din cudatir e û wih got: “Hemû winda ji aliyê heman dewletê ve tên binçavkirin. Girtek nagirin. Delîlan tune dikin. Berevajî vê yekê dosyeya Suleyman Cîhan xwedî delîl e. Di raporên Tiba Edlî de belgeyên binçavkirin, îşkencekirin û muayenekirinê hene.”
Cîhan da zanîn ku serdema 12’ê Îlonê serdemek ku bêqanûnî derketiye asta herî jor bû û darbekar bêperwa û ji hestên edaletê dûr bûne.
‘Windakirin polîtîkaya dewletê ye’
Cîhan diyar kir ku windakirin polîtîkayek dewletê bû û wiha got: “Hemû winda bi heman rêbazan hatin windakirin. Vê polîtîkayê xwe di salên 90’î de aşkere derxist holê û zêde pêk hatin. Hewldana me hewldana ji niha şûn ve kes neyê windakirin. Dema mirov li 39 sal derbas bûyî dinêre, her tim di binçavan de însan hatin windakirin. Hêj mirov tên windakirin.”
‘Tu tiştek neguheriye’
Xizma Cîhan, Meral Şahîn jî destnîşan kir ku tevî 39 sal di ser 12’ê Îlonê re derbas bû jî tiştek nehatiye guhertin û wiha got: “Em ne bawerin di warê hiqûqî de tiştek were guhertin. Tengezarî hêj didomin. Feraset heman ferasete û serî heman serî ye.”
‘Em jî ji dewletê hestiyên xwe dixwazin’
Yek ji windayên 12’ê Îlonê Cemîl Kirbayir e. Dayika Kirbayir, Berfo Kirbayir (Dayika Berfo) heta nefesa xwe dawî jî li kurê xwe geriya û dest ji aqûbeta wî berneda. Xwişka Kirbayir, Fatma Kirbayir Gulmez wiha got: “Soza me daye Dayika Berfo em ê bigirin. Ji bo dîtina hestiyên birayê min em seferber bûne. Bila hestiyên me bidin me. Em hestiyên xwe ji dewletê dixwazin. Serokwezîr wê demê Tayyîp Erdogan soz dabû Dayika Berfo. Qatilên Cemîl Kirbayir diyar in. Ji 12’ê Îlonê ve tiştek nehatiye guhertin. Hêj mirov tên kuştin û windakirin. Êş hêj didomin. Heke qatil bihatana darizandin em ê ne li vir bûna.” STENBOL