Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Kiryarên PDK û AKP’ê yên li başûrê Kurdistanê

Rûstem Başûr | 

Wekî ku tê zanîn îro ji her demê zêdetir pêwîstiya gelê kurd bi azadî û jiyana ebedî heya. Ji ber gelê kurd ew gel e ku li beramberî hişmendiya serdestan têkoşîna azadî û wekheviyê dide meşandin.

Bêguman gelê kurd her dem li dijî êrîşên serdest, bi rola parastina hebûna xwe rabûye, ji bo doza xwe, têkoşîneke pir mezin daye ku bikaribe yekitiya neteweyî ya kurdî bi dest bixe. Lê mijara ku mirov hestiyar dike ew e, heya niha hêza xwefiroş ê wekî PDK’ê tev li vê yekitiyê nebûya, ji bo wê PDK her tim di dîrokê de xwe bi hin hêzên serdest ên wekî AKP’ê ve girêdaye. Niha mijara ku em şîrove dikin mîrateyekî dîrokî ye ku di demên berê de Barzaniyê mezin digot ku ‘bê tirk em nikarin bibin dewlet’ Yanî Barzaniyan tirk ji bo xwe wekî siber dihesibandin. Hemû armancên PDK’ê ew e ku bikaribe xwe li ser hebûna gelan bicih  bike û gelê Başûr di nava hevkariyekî de biqedîne. Provakasyonên ku dijmin nafikire PDK di roja me ya îro de pêk tîne.

Mirov dikare diyar bike ku tu ferq di navbera PDK û AKP’ê de nîne, jixwe armancên wan jî yek in û her kurd ji vê lîstoka wan xwedî zanebûn in. Ev jî ne tiştekî nû yan jî veşartî ye. Hevkarî û hevalbendiya wan aşkera li holê ye. Çi planên tirk li dijî kurdan hebe PDK vê dixe meriyetê.

Îro jî li Kurdistanê PDK û hevkarê xwe AKP di nava her curê qirêjiyan de ne ku kurdan bifetisînin û xwe li ser mîrasên wan bi cih bikin.

Dewleta tirk êdî hatiye li ber asta têkçûnê ku lewma ewqas êrîşî Parastinên Qadê yên Medyayê û başûrê Kurdistanê dike. Bi taybetî ji bo ku xwe li ser pêyan bigire, bi desteka hêzên îxanetkat ên mîna PDK’ê, li dijî Tevgera Azadiyê dixwaze başûrê Kurdistan carek din dagir bike.

Lewma rojane êrîşên xwe li ser herêmê zêde dike û bi destê xayînan dixwaze armanca xwe bi ser bixe. Ger meriv li dîrokê bi rengekî rast binêre îxaneta ku bi Enkîdoyan destpê kiriye, heya roja me ya îro di şexsê Barzaniyan de mirov bi hêsanî dikare bibîne. Serkêşiya vê xiyaneta dîrokî, bi ruhetî mirov dikare bibêje PDK dikişîne. Ji ber ku tê dîtin Barzanî bi hemû hêzên xwe yên şerê taybet, bi Tirkiyeyê re li dijî zêdegavî destkeftiyên gelê kurd di nava her cure hevkariyê de ye.

Bi vê jî namîne; heta ew gelê me yê ku ji ber şerê li Sûriyeyê koçberî başûrê Kurdistanê bûne, wan ciwanên kurd bi taybetî li beramberî Tevgera Azadiyê perwerde dike da ku pê bide şerkirin. Bi demê re hat dîtin ku di bin navê Pêşmergên Roj de û di bin siya PDK’ê de, li herêmen ku hezên gerîla lê hene xwe bi cih dikin û bi awayekî bêbext û veşartî şer dikin. Mîna xiyaneta salên 1992’an,  ji 1995’an heya bi salên 2000’î dewam kiriye dixwaze heman awayê xwe têxe bin çengê dewleta dagirker.

A din jî, jixwe armanca Barzanî ew e ku li başûrê Kurdistanê nakokiyekî bixe li nava gelê kurd û gelên herêmê. Lê belê êdî gelê herêmê vê xiyaneta wan û dîktatoriya Barzaniyan qebûl nake, heta li dijî wê di kêysa ewilî de dê rûxîne erdê. Lewra êdî aşkera ye ku tu helwestên wan li beramberî dagirkerên axa Kurdistanê nemaye. Berovajiyê wê, xwe radestî neyarê gelê kurd kirine. Ji bo destkeftî û berjewendiyên gelê kurd êdî bûne xeteriyeke herî metirsîdar.

Bi heman awayî piştî hilbijartina Iraqê, PDK dîsa li hemberî gelê me yê Şengalê dest bi gefan kir. Bêguman Nêçîrvan Barzanî rojane ji hikûmeta Iraqê dixwazê destek bigire, ji bo ku êrîşî Şengalê bike û gelê me di nava qirkirinekî nû de derbas bike. Ji ber wê yekê plan dike ku Şengalê radestî hêzên tirk bike. Bi awayekî aşkera ji Iraqê re dibêje ‘Hûn çima bi ser Şengalê de naçin’. Tê zanîn ku di sala 2014’an de Barzanî Şengal radestî DAIŞ’ê kirin, îro jî heman tiştî dike û wekî bûyerekî rewa dide nîşandan.

A rast mirov dibîne ku plan dikin piştî Şengal bi dest bixîne, çawa radestî DAIŞ’ê kirin, dê carekî din dîrok xwe dubare bike û Şengalê radestî AKP’ê bikin ku xweseriya gelê Şengalê tune bikin.

Bêguman ji dema ku şengaliyan statuya xwe bi dest xistine PDK hebûna YBŞ’ê ya ku bi rola parastina gelên êzidî radibe, dibe astengekî sereke. Bi vê sedemê ye ku dixwazê hêzên ku li dijî xweseriya Şengalê ne bajon ser hêzên wê yên parastinê.

Gelê me yên êzidî bi 74 fermana re rû bi rû mane, PDK bi siyaseta xwe ya ne exlaqî bi ser gelê êzidiyan ve diçe û ji fermanan xirabtir tîne ser gelê me. Ev jî bi awayekî pir mezin dişibe fermana 3’yê Tebaxê.

Di vê serdema ku em têde derbas dibin de pêwîst e hemû gelê kurd û yê demokrasîxwaz li hemberî êrîşên PDK’ê, dewleta tirk hişyar bin û helwesta xwe ya dîrokî bi cih bînin ku li hemberî êrîşên bi vî rengî yê li ser gelê me tên, bibin kelem.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar