Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Kiwêstanî: Ji ber ji Rêber Ocalan tirsiyan komplo pêk anîn

Nivîskar Heval Kiwêstanî diyar kir ku li başûrê Kurdistanê hestên niştimanî kêm bûye, rêveberiyek xirab heye û wiha axivî: “Komploger ji ber ji fikrên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ditirsiyan komploya navdewletî pêk anîn.”

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 25 sal beriya niha di 15’ê Sibata 1999’an de bi Komploya Navneteweyî radestî dewleta tirk a dagirker hate kirin. 3 sal in jî li ser Rêber Ocalan tecrîdek giran heye û tu agahî jê nayê girtin. Derbarê mijarê de nivîskar û pêşmergeyê Dêrînê Heval Kiwêstanî nerînê xwe anî ziman.

Heval Kiwêstanî da zanîn ku ji serdema împarator û dewletan ve Kurdistan hatiye dagirkirin, lê ev nayê wê wateyê ku gelê kurd vê yekê nizane û wiha pêde çû; “Ji ber ku kurdan her tim hebûna xwe parastin, ji dema borî ve jî hertim raperîn û têkoşiyan. Niha hebûna niştimanî li başûrê Kurdistanê kêmbûye, ev jî ji ber rêveberiya xirab a desthilata kurdî û sîstema dagirkeran ya derdorê ye. Hêzên dagirker vekirine ku hêzên kurdî nebin xwedî bernameyek niştimanî û xelk bi rêveberiya xwe kêfxweş nebin.”

Di dewama axaftina xwe de nivîskar Heval Kiwêstanî dibêje; “Dijmin dixwaze ezmûna baş xirab bikin û xelk xwezî li desthilata berê ya Iraqê bînin. Bandora dagirkeriyê li ser aliyên siyasî, aborî, çand, wêje û hunerê heye. Sedema dagirkeriya wêje û hunerê jî, ne hişyariya nivîskar û hunermendên kurd e.”

Dawiya axaftina xwe de jî Kiwêstanî got; “Ji ber ku ji fikirê Abdullah Ocalan ditirsiyan, wî bi komployek navnetewî girtin. Ji ber ku ditirsiyan ku wê fikirê Ocalan li hemû Kurdistanê belav bibe û yekitiya netewî ava bike. He rwiha dewleta tirk ditirsiya ku wê Ocalan xebata neteweyî ya kurdan pêşbêxe, lewma girtin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar