PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Kiye: Hewldanên pergalê ji bo nifşekî cahil e

Namzeta Partiya Çepên Kesk a Wanê Havîn Kiye bal kişand ser pirsgirêka kurd û qedexeya ser ziman û wiha got: “Ji bo bidawîkirina zilma li ser gelê kurd, azadiya girtiyan û şikandina tecrîdê bang li her kesî kir ku dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk."

Partiya Çepên Kesk mîna li seranserê Kurdistan û Tirkiyeyê karên xwe yên hilbijartinê berfireh kiriye. Namzeta rêza 7’an a Wanê ya Partiya Çepên Kesk Havîn Kiye bang li her kesî kir ku dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.

Havîn Kiye ji ANF’ê re axivî û anî ziman, ku yekane armanca wê çareseriya pirsgirêka kurd e. Kiye diyar kir, çavkaniya pirsgirêkan hemûyan neçareserkirina pirsgirêka kurd e û got, “Ez mamosteya zimanê kurdî me. Pirsgirêka kurd 100 sal in heye û dem hatiye ku êdî bê çareserkirin. Kurd bi dehan sal in li ber xwe didin, ji bo bê çareserkirin.”

Kiye ragihand ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên jin û ciwanan jî wê bikeve nava hewldanan û wiha dewam kir: “Yekane navnîşana çareseriya hemû pirsgirêkan, Partiya Çepên Kesk e. Partiya Çepên Kesk partiya jin û ciwanan e. Di vê mijarê de gelek polîtîkayên xwe yên cidî hene. Ez ê jî ji bo çareserkirina van pirsgirêkan têbikoşim. Her wiha weke mamosteyeke zimanê kurdî li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser kurdî ez ê li meclîsê têbikoşim. Ji bo zimanê kurdî bibe zimanê perwerde û fermî ez ê kar bikim ku ev yek wê bibe yek ji karên min ên sereke. Her wiha ji bo pêşî li kuştina jinan bê girtin, ez ê bixebitim. Ji bo yên ku jinan dikujin, dest diavêjin jinan bi rengê herî giran bêne cezakirin, ez ê bixebitim. Armanca vî mejî ew e ku jinan li malê dîl bigire û nede xwendin. Em ê li dijî vî mejî têbikoşin.”

‘Hewldanên pergalê ji bo nifşekî cahil e’

Kiye bi bîr xist ku Wan xwedî nifûseke ciwan e, lê belê kar nîne ku ev nifûsa ciwan bixebite, hilberîne û got, “Lewma ciwan neçar dimînin biçin metropolên Tirkiyeyê. Li van ciwanên kurd ên koçî bajaran dikin jî tundî û lînç tê kirin. Çavkaniya vê pirsgirêka koçberiyê, tundî û lînçê jî pirsgirêka kurd e ku nehatiye çareserkirin. Lewma divê bi israr pirsgirêka kurd bê çareserkirin. Bi taybetî ciwanên kurd ên ji warê xwe koç dikin nema vedigerin; ev jî pirsgirêkeke mezin e. Ciwan ji çand, ziman û cewhera xwe qut dibin. Armanca vê sîstemê ew e ku nifşekî cahil biafirîne. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan ez dixwazim bibim dengê ciwanan.

‘Polîtîkayên vê desthilatê mirov neçarî birçîbûnê kiriye’

Krîza aboriyê pişta dikandarên Wanê şikandiye. Ne dikandar dikarin tiştekî bifiroşin ne jî şênî dikarin tiştekî bikirin. Çavkaniya van pirsgirêkan jî pirsgirêka kurd e. Hin mirovên me hene ku xwe ji zexta AKP’ê vedigirin. AKP van mirovan bi aboriyê, bi zextê û bi girtinê ditirsîne. Em jî bi rêya komîsyonên qanihkirinê yên Partiya Çepên Kesk xwe digihînin van mirovan. Dema ku em bi wan re diaxivin, ew dibêjin ku wê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Karê me yê di vê mijarê de dewam dike.”

‘Gel xwedî li xwe derdikeve’

Kiye ragihand ku gelê Wanê piştgiriyeke xurt dide wan, li her derê bi coşeke mezin têne pêşwazîkirin û wiha dewam kir, “Ev nêzîkatiya germ a gelê me, me motîve dike. Em niha civînên jinan lidar dixin. Her civîneke jinan bi beşdariyeke xurt pêk tê. Ne tenê jin, gelê me jî me bi tenê nahêle. Komkujî, zext, tundî û qedexe li gelê me hatin ferzkirin.

‘Her deng wê ji bo pêşketinê bibe pêngavek’

Banga me li tevahiya gelê me ye; li ku dibin bila bibin biçin dengdanê û dengê xwe bi kar bînin. Ji bo dawî li vê zilmê bê anîn bila her kes dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk. Eger hûn dengê xwe bi kar nînin ev zilm wê hîn mezin bibe. Ji bo ev zilm biqede, ji bo dîlgirtî azad bibin, ji bo tecrîd bê şikandin divê her kes îradeya xwe bi dengdanê nîşan bidin û dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Gelê me yê dengê xwe da divê teqez xwedî li dengê xwe derkeve û sindoqên dengdanê neterikîne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar