Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

KJAR: Di şoreşa Îranê de jin pêşeng in

Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) bi daxuyaniyekê şehîdên 8’ê Adarê bi bîr anî û 8’ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir. KJAR’ê her wiha bang li hemû jinan kir ku bi boneya vê rojê divê jin yekîtiya xwe ava bikin û têkoşînê geştir bikin

Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) bi daxuyaniyeke nivîskî şehîdên 8’ê Adarê bi bîr anî û 8’ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir. KJAR’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser têkoşîna jinên şoreşger ên ji bo azadiyê têkoşiyane û bir rêzdarî wan bi bîr anî. KJAR’ê bal dişand ser derketina 8’ê adarê û girîngiya vê rojê.

Di daxuyaniya KJAR’ê de ev tişt hate diyarkirin: “Jinên ku rûmeta jinbûyînê jiyan dikin, li nirxê keda xwe digerin, li ser vê bingehê li ber xwe didin û têkoşînê didin meşandin. Em 8’ê Adarê, roja Jinên Kedkar a Cîhanê li hemû jinan pîroz dikin. 8’ê Adarê, li ser bîranîna ku di sala 1857’an de di kargeheke New Yorkê de, 129 jinên karker ku ji bo bidestxistina mafê xwe li ber xwe didan, hatin şawitandin. 8’ê Adarê jî bi vê boneyê hatiye despêkirin. Di serî de Şehîdên 8’ê Adarê, heya Clara Zetkîn, Roza Lûksemburg heya Sakîne Cansizan, Şêrîn Elemhûlî, Rêwan, Şehîd Zîlan Pepûleyan, Zeyneb Kinaciyan heya Delal Amed û Sozdar Qamişloyan, em şehîdên me yên ku di berdêla azadiyê de canê xwe dane, bi minet û rêzdarî, bi hezkirineke mezin bi bîr tînin.

Rêber Apo berxwedana jinan ya bi heybet, bi hewildanê xwe yên bê hempa ve têkoşîn domdar kir. Qadên azad ji bo jinê ava kir û bû sedem ku di serî de li Rojhilata Navîn şoreşa jinê pêş bikeve. Em 8’ê Adara 2022’an di demeke ku bi mezinbûna qêrîna berxwedan, hêvî û azadiyê pêşwazî dikin. Dîsa di demeke ku azadiya fîzîkî a Rêber Apo pir xurt di rojevê de ye, em pêşwazî dikin. Ji ber vê yekê, ji bo jinên Kurd girîngiya 8’ê Adara îsal pir bi wate û girîng e.

Dixwaze bike sedsala qirkirina jinê

Em KJAR, di sala 2022’an de, rojeva me ya bingehîn û erkê me wek jinên Rojhilatê Kurdistanê, azadiya fîzîkî a Rêbertiya me ye û têkoşîna wî ku navend jin e, bi her awayî were bilindkirin. Bi rihê serhildêr yê 8’ê Adarê re, em ê vê salê veguherînin xeta azadiya jinê, fêmkirin û pêkanîna wê. Sedsala 21’an sedsala azadiya jinê ye, lê pergala zilamsalar sedsala me ji nû ve, dixwaze bike sedsala qirkirina jinê. Bi vê yekê ve girêdayî pergala tecawuz û tundîtiyê, ji nû ve bi armanca avabûneke civakî re, li hember jinê dijminatiya xwe, ji bo planê xwe bi awayekî bê asteng pêk bîne, dispêre stratejiya qirkirinê.

Qeyran û tengezariyên ku mirovahî jiyan dike, bingehê xwe ji pirsgirêka azadiya jinê digire. Ev nakokiya zayendî, çîn, netew, ekolojî û cewhera pirsgirêka civakê digire nav xwe. Lewma di vê sedsalê de pirsgirêka azadiya jinê, her ku diçe dibe rojev û çareseriyek xurt ferz dike. Pergala desthilatdar ji bo ku hebûna xwe domdar bike, dixwaze têkoşîna azadiya jinê tune bike û di hundirê pergalê de têkoşîna wan bê hêz bike. Qirkirina ku li ser jinan tê ferzkirin, li ser pêşêroja mirovahiyê tê ferz kirin. Sekna jin ya ji bo azadiyê û qêrîna wan hatiye astekê ku, edî nikarin bêdeng bikin. Em di pêvajoyek wisa re derbas dibin ku, şîddet û tecawizên ku li ser jinan pêk tên, tu carî di dîrokê de negihiştiye vê astê. Pirsgirêka civakan di aliyê aborî, tendurustî, perwerde û ekolojiyê de gihiştiye asta herî bilind. Li hemberî jinan û hezên muxalîf, zextên pir mezin tên pêkanîn. Em di pêvajoyek wisa re derbas dibin ku binpêkirina mafê mirovan, ji bo bidesxistina mafên demokratîk, çalakiyên ku ji bo bidesxistina mafên demokrasiyê çêdibe. Ev yek jî ji aliyê hêzên deshilatdar ve di rêjeyeke herî zêde de tê astengkirin. Li çar aliyên cîhanê, nijadperestî, zayendperestî di nav gelan de hatiye peşxistin. Rejîma desthilatdar ya zilam, di rewşa niha de pêleke nû a şîdetê, li ser jinan ferz dike.

Di nav civakê de rewşên bêbawerbûyîn, di nav gelan de avakirina tirsê û qirkirina wan ve, riya têkoşîna demokratîk ji holê radikin û dixwazin mirovan, jinan teslîm bigrin û bi vî şêwazî jî siyaseta desthilatdar pêş dixin. Ji ber vê jî pewîst e ku em pêvajoyên şîdeta ku li ser jinan zêde bûye lêkolîn bikin. Pêvajoyên ku şîdet li ser jinan zêde dibe, di şexsê jinan de zilam dixwaze ku civakê bi giştî teslîm bigrin. Pêvajoyên wisa rejîma desthilatdar, di rewşa xwe ya herî lawaz de jiyan dike û ji bo ku deshilata xwe dubare bide avakirin, her tiştî dike. Di sedsala 21’an de pergala desthilatdar, di nav qeyraneke mezin de ye. Lawaz bûye û ji ber wê jî li hemberî gelan erîşên xwe zêde kiriye. Di heman demê de li ser jinan politîkayeke taybet didin meşandin. Jinên ku ji bo azadiyê sond dane, 8’ê Adarê wekî roja têkoşîn û ji nû ve avabûn, jin li qadan têkoşîn dikin. Li her derê cîhanê, jin bi armanc û xwestekên hevpar ve, êdî yekîtiya xwe ava kirine. Dilê wan yek e û dengê strana wan ya azadiyê, cîhanê dixe bin lêpirsînê û diguherîne. Jin li hemberî desthilatdariya zilam bi sekneke xwe ya azad, gavên jiyana azad diavêje.

Rengê hestên me yek e

Em li ku derê bin, jiyana me cuda be jî rengê hestên me yek e. Îro qirkirina jinê bi qirkirina civakê re, di rewşeke herî dijwar de, li Rojhilata Navîn tê jiyankirin. Îro li himberî jinan pêkanînên faşîzan ên di bin navê Îslamê de, îradeya jinê binpê dikin û bi vî şêwazî dixwazin civak teslîm bigrin. Bi qirkirina jinan re civak tê qetilkirin û nirxên mirovahiye tên binpêkirin. Armanca wan ev e ku, civakê ji civakbûnê derxînin. Ev sedsala 21’an sedsala jinê ye. Em jinên cîhanê û bi taybet jinên Rojhilatê Kurdistanê li hemberî faşîzmê têkoşîneke hevpar dimeşînin û ji rêxistinkirina çalakiyan zêdetir, em wek jin berpisyar in ku di her çalakî, meş û di her derê de pêşengtiyê bikin.

Jin, Jiyan, Azadî

Em di dema parastina jina azad û jiyana azad de ne. Lê belê ev yek bi azadkirina jin û gelan ve pek tê. Di vê bingehê de, jinên Fars, Beluc, Azer, Ereb, Kurd, femînîst û jinên ekolojîst, em têkoşîneke mezin dimeşînîn. Em bi giştî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê dibejin ‘Jin, Jiyan, Azadî’ Ji rojê 8’ê Adarê ve dest pê dikin û yekîtiya xwe, rexistinbûna xwe bi têkoşîneke mezin ve azadiye bi dest bixin. Ji ber wê jî di kolanan, tax, bajaran û gundan de, em ê dengê çalakiyên xwe bilind bikin.

Yekîtiya me rêxistinbûna me ye

Em jinên Rojhilatê Kurdistanê, ji bo demokratîkkirina Îran, guhertina civaka Îranê, di bingeha xeta azadiya jinê de dibînin, ji bo têkoşîna azadiya jinê, em bi destkeftiyên mezin ve têkoşîna xwe bighînin asta lûtkeyê. Yekîtiya me rêxistinbûna me ye. Li Rojhilatê Kurdistanê bi rihê têkoşîna azadiya jin, ya şehîd Şêrîn Elemhûlî, Zîlan Pepûle, şehîd Rêwa ve, em ê têkoşînê bilind bikin. Li hemberî rêjîma faşîst yê Îranê, ku her roj jinan qetil dike, li dijî wan ji Merîvan ta Kirmanşan heta Îlamê, li kolanan rengê jinan zêde bikin û tilîliya azadiyê bilind bikin.

Sedsala 21’an, sedsala Rêberê gelan e

Tecrîda ku ev 24 sal e li ser Rêber Apo tê meşandin, ev rewşa îşkence û tecrîdê, pêwîst e ku bi lezgînî were bidawîkirin. Em jin dibejin ku, di sedsala 21’an de pêwîst e ku Rêberê gelan yê ku azadiya jinan û gelan dixwaze, Rêber Apo bi fîzîkî were azad kirin. Paradîgmaya ku Rêbertî ji bo gelan, jinan û gelên bindest pêş xistiye, wê cîhanê bi giştî azad bike. Ev paradîgma ji bo qeyrana pergalê, çareserî û alternatîfê pêşkêşî gelên cîhanê dike. Bingeha vê paradîgmayê jî, îdeolojiya rizgariya jinan e.

Têkoşîna me, encamgir e

Jinên Rojhilatê Kurdistanê, li dijî rêjîma desthilatdar yê Îranê li ber xwe didin. Şîdeta ku li ser jinan tê meşandin, encamê zihniyeta zayendperest e. Ji ber wê jî têkoşîna ku li hemberî şîdeta li ser jinan tê meşandin, armanca wê ya yekem zihniyeta zilamsalar û zayendperestiya ku li ser civak tê meşandin. Li himberî zihniyeta ku Îran li hemberî jinan dide pêşxistin, eger têkoşîneke bi bandor neyê meşandin, em ê nikaribin vê zihniyetê ji holê rakin. Eger em wek jin dixwazin têkoşîna xwe bi encamgir bikin, pêwîst e ku zihniyeta zilamsalar di çarçoveya dîrokî, civakî û bi giştî di nav pergalê de lêkolîn bikin û li gorî wê rê û rebazan pêş bixin.

Di Şoreşa Îranê de jin peşêng in

Pêngava ku me wek KJAR di sala 2021’an de dabû despêkirin a bi diruşmeya ‘ Zewaca di temenê biçûk de qirkirina jinê ye’ ji aliyê jinan ve rastî xwedîderketinek pir mezin hat. Ev yek jî nîşan dide ku edî civak ji bo têkoşîna azadiyê amade ye. Ji bo wê jî jin pêwîst e ku di roja 8’ê Adarê de dakevin qadan. Ji ber zewicandina zarokan divê me têkoşîna xwe bilind bikin û serî hildin. Qirkirina xweza, ekolojî, qirkirina jinê ye. Li hemberî wan komkujiyan, di roja 8’ê Adarê de em ê hesab bixwazin û derkevin kolanan. Em ê bi têkoşîna xwe vê rejîma faşîst biguherînin. Di şoreşa Îranê de jin peşêng in.

Rejîma dagirker a Îranê ji bo ku jin tune bikin, bi polîtîkayên şerê taybet wekî tecawiz û fihûşê ve dixwazin encamê bigirin. Di sala 2021’an de rejîma Îranê bi têkoşîna jinan ve paşketinek mezin di desthilatdariye xwe de jiyan kiriye. Bi pêşxistina komkujiya jinan ve, dijminatiye xwe li himberî jinan berdewam kir. Li hemberî polîtîkayên ku li ser jinan tên meşandin, tenê têkoşîn û yekîtî dikare êrîşan bide sekinandin. Çiqas ku em ber bi 8’ê Adarê ve diçin, em dibînîn ku zextên li ser zindaniyên jin ên siyasî zêde dibin. Ev yek zêdetir li hember aktîvîstên jin, ekolojîstan û gelên me yê ku her roj li kolanan de ne, tê pêşxistin.

Wê negihêjin armanca xwe

Em KJAR pêngava ku ji bo azadiya heval Zeyneb Celaliyan hatiye despêkirin, ji bo xwedîderketina wê bang dikin û ji bo azadiya Zeyneb Celaliyan têdikoşin. Ji aliyê rejîma Îranê ve tenê pêvajoya pandemî de ne, ji bo ku polîtîkayên xwe yên qirkirinê bimeşîne, her şewazê zextê pêk aniye û tîne. Ji bo ku îradeya jinan tine bike, çi ji destê wan tê dikin. Em dizanin ku Zeyneb Celaliyan, di zindana Îranê de li hemberî her cure êrîş û zextan li ber xwe dide. Ev polîtîkayên rejîma Îranê, wê negihêje armanca xwe û em ê ji bo azadiya Zeyneb Celaliyan têkoşînê xwe bilind bikin.

Werin em bi hev re ji bo azadiyê biqîrin

Em dibejin ku wê di 8’ê Adarê de jin bi hêzekek hê mezintir li qadan mafên xwe bixwazin û têbikoşin. Ji bo em wê pergala deshilatdar birûxînin werin em bi hev re li qadan ji bo azadiyê biqîrin. Stranên azadiye bêjin, zilma desthilatdaran teşhîr bikin. Parastina cewherî rexistinkirinekî cewherî pêş bixin. Di Rojhilatê Kurdistanê de di bingeha Yekîtiya Demokratîk û navnetewî de, li dijî tecrîd û faşîzmê bi rihê serhildêr yê 8’ê Adarê ve derkevin qadan û têkoşînê bikin. Em ê bi pêşengtiya jinê bigihêjin lûtkeyê. Em ê di Rojhilatê Kurdistan û Îranê de paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ve serkeftinê bi ser bixin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar