Kongreya Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistan (KJAR) ku di 7’ê gulanê de dest bi 4’emîn kongreya xwe kiribû roja 9’ê gulanê bi dirûşma: ‘Serxistina şoreşa Jin, Jiyan, Azadî misogerkirina azadiya jin û civaka demokratîk e” bi dawî bû. Kongre û encamê xebata ku tê meşandin û wê were meşandin, diyarî kesayetên şehîd ên pêşeng şehîd Aryen Arê, şehîd Şîlan Bane û şehîd Rûken ku ji neteweya ereb bû û li Şaho şehîd bû, kirin. Di nava kongreyê de şeş rojevên sereke bi berfirehî hatin nîqaş kirin. Di rojeva yekemîn de, rewşa Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hate nirxandin. Di rojeva duyemîn de, şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azad’ bi berfirehî hate nîqaş kirin. Her wiha di rojeva sêyemîn de rêxistinkirina komîteyan hate guftûgo kirin. Di heman demê de di rojeva çaremîn de, asta xweparastina Jinan li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, asta ku pêwîste bighêjê hate nîqaş kirin. Di rojeva pêncemîn de biryar û plansaziya 2 salan hate derxistin. Herî dawiyê jî di rojeva şeşmîn de hilbijartina desteya rêvebir a ku ji 15 rêvebirên di KJAR’ê de pêk tê, hate kirin. Ev şeş rojev, di nava 3’yê rojan de bi berfirehî hatin nîqaş kirin û nixandinên girîn li ser wan pêk hat.
‘Em ê ji her demê zêdetir bi hêz bibin’
Ji Koordînasyona KJAR’ê Denîz Derya axaftina destpêkê kir. Denîz Derya di destpêka axaftina xwe de lidar xistina kongreya 4’emîn li Rêber Apo, şervanên azadiyê, tevahiya jinan, gelê kurd, li gelên azadîxwaz û tevahiya endamên KJAR’ê pîroz kir. Denîz Derya tevahiya şehîdên şoreşa azadiyê bi bîr anî û wiha got: “Di serdema ku em niha tê de ne û di nava evqas êrîşên ku hêzên dagirker li ser Rêbertiya me û tevahiya mirovahiyê pêk tînin, li darxistina vê kongreyê, berhemê keda rêhevalên şehîd e. Ji bo ku ev tekoşîn bi rê ve biçe û ji her demê zêdetir bi hêztir bibe, canê xwe kirin berdêlê azadiyê. Ji ber vê yekê em di şexsê, Şehîd Aryen Arê, Şehîd Şîlan Bane û Şehîd Rûken de tevahiya şehîdan bi bîr tînin. Bi boneya vê kongreyê em careke din soza bilindkirina tekoşînê û bi dest xistina azadiyê, dûbare dikin. Li darxistina vê kongreya me a 4’emîn, bersiv dayîna herî xurt a li himberî deshilatdarî, serdestî û zayendperestiyê ye. Bêguman wê xebata me jî ji îro û şûn ve, bi yek girtina jinan ve hê zêdetir bi hêz, bi rêve biçe. Niha jî, em bi vê biryardariyê, kongreya xwe a 4’emîn li dar dixin.”
Rêber Apo li hemberî pergalê şerê bîrdozî meşandin
Piştî axaftina destpêkê, ya ku ji aliye Denîz Derya ve hatibû pêk anîn, nîqaşên li ser rojeva yekemîn, ku rojeva rewşa Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bû, hatin pêkanîn. Di van nîqaşan de ji aliye piraniya delegeyan ve, rewşa Ocalan bi berfirehî hat behskirin. Her wiha di nava guftûgoyan de, bal hat kişandina li ser giringiya fikir û felsefeya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan a ji bo tevahiya jin û civaka rojhilatê Kurdistanê. Bi giştî wiha hate gotin: “45 sal berxwedan, ji bo gera li heqîqet û pênaseya rasteqîn a jiyanê, bi berxwedana Rêbertî re misoger bû. Rêbertî ev berxwedan weke zayîna sêyem, li zindana Îmralî pênase kir. Tecrîda girankirî nikare pêşiya berxweedana Rêber Apo asteng bibe û li hemberî pergalê şerê bîrdozî meşandin. Li himberî modernîteya Kapîtalîst û tevahiya pergalên wî, sekneke dîrokî raber kir û mezintirîn ‘NA’ ji serdestan ra îlan kir.”
Bi ‘Jin, Jiyan, Azadî’ xwedî li paradîgmaya Rêber Apo derketin
Piştî gotina vekirinê ya ku bi awayekî berfireh hate gotin, rojeva yekemîn ku rojeva rewşa Rêberê Apo bû, hate nîqaş kirin û gotin: “Xwedîderketina li pêngava ‘Ji Abdullah Ocelan re azadî, ji pirsa pkurd re çareserî’ diyar bû bê ka çiqas fikrê Rêbertî cihanî bûye. Tirsa mezin a hêzên hegemon, ji fikir û ramanên Rêbertiye. Beşdarbûna pêngavê, di asta Rojhilata Navîn de, bi qasî ku tê xwestin, lewaz maye. Bi taybet di rojhilatê Kurdistan û Îranê de jî, pir lewaz ma. Li hemberî Rêbertî, xwedî derketina me wek gel û jinên Rojhilatê Kurdistanê, enceq bi beşdariya pêngavê û xwe di fikir û felsefeya Rêber Apo de kûr kirin, pêk tê. Rêber Apo ji bo ku em di çarçoveya şerê gelê şoreşgerî de di astek mezin de tekoşîn bikin. Em ê çawa xwe bi rêxistin û mezin bikin, şoreşê pêk bînin, bi awayekî zelal daniye pêşiya me. Di sala 1999’an de, gelê rojhilatê Kurdistan û Îranê, çawa ku li hember komployê derketin, di sala 2022’an de jî, bi ‘Jin, Jiyan, Azadî’ xwedî li paradîgmaya Rêbertî derketin. Wek jinên rojhilatê Kurdistan û Îranê di çarçoveya vê pêngavê de azadiya fîzîkî ya Rêbertî, bibe navenga hemû xebatên me. Em ê bi hemû hêz û îradeya xwe wek (KJAR) li ked û felsefeya Rêber Apo xwedî derkevin û ta misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê ranewestin.”
Şoreşa Jinê tekoşîna jinan derxist asta herî jor
Nirxandina şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ di nava kongreye de, cihê xwe di rojeva duyem de girt. Ev rojev jî bi awayekî pir girîng li ser hate sekinandin û nîqaşên pir girîng di vê derbarê de, hatin kirin. Di piraniya guftûgoyan de ev nirxandin derket pêş: “Şoreşa jin, di sala 2022’yan de carek din Roihilata Navîn ji bo mirovahiyê xist çavkaniya jiyanê. Tekoşîn û berxwedaniya jinan ya salan, êdî di asta şoreşê de li dijî pergala mêr – dewlet disekine. Şoreşa jin di rojhilatê Kurdistan û Îranê de, tekoşîna jinan derxist asta herî jor. Bû serdemek nû û pêvajoya ku êdî jin ber bi fînalê ve diçin. Dirûşmeyekî ku di çend rojan de, cihan girte ber xwe û efsanewîbûna xwe da diyar kirin. Bû ronahiyek û li her dera cîhanê belav bû. Mîrasa mezin ya jinên kurd ku berdêlekî mezin jê re hatiye dayîn, bi belav bûna ‘Jin, Jiyan, Azadî’ gihiştiye lûtkeyê, bandorekî pir mezin di asta heremî û cîhanî de çêkir. Rêbertiya me got: “Dem nîne dîroke, kes nîne civake.” Her wiha got: “Şoreş, guhertin û veguhertin, nikare bê dem û mekan were fikrîn.” Mirov dikare beje ku şoreşa jin di dem û mekanê xwe de teqandina herî mezin di warê civakî de dide jiyan kirin. Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ carek din bi cîhanê da fam kirin ku kesek nikare pêşiya ramanên Rêbertî ên ji bo azadiya civakan bigire. Felsefeya Apoyî di şexsê jinan de, ne tenê di asta teorî de, di dema xwe de bi şêwazê herî bi hêz û radîkal derbasî çalakiyê bû û dibe. Ji bo vê yeke, jin di asta cîhanî de xwedî li hemleya azadiya fîzîkî a ji bo Rêber Apo, derdikevin.
Di asteke bilind de di nava vê pêngavê de cih bigirin
Di berdewamiya nîqaşan de nerazîbûn û serhildanên jin û gelên rojhilatê Kurdistan û Îranê ên li himberî rejîma dagirker a Îranê hat bi lêv kirin: “Bi qetilkirina keça kurd Jîna Emînî, teqandina hêrsa bi salan a jin û gelan bû. Di rastiyê de bi qetilkirina Şilêr Resolî ku li Merîwan teslîmî zilamê tecawizkar nebû, bertekên gel pêş ketin. Xwedî derketina gelê Merîwanê a li Şilêr, hişt ku Seqiz û tevahiya rojhilatê Kurdistan û Îranê jî bi bertekên mezin ve xwedî li Jîna derkeve. Ew çanda gel ya ku îlham ji hev digire, destdirêjiyê li ser xwe qebûl neke, bajar bi bajarê Kurdistanê û Îranê hevdu bandur û bi hêz kir. Por jêkirina jinan û kefî şewitandin, li dijî rejîma Îranê bertekên di asta herî jor de bûn. Bi pêşengtiya jinan ve hemû zagonên ku rejîmê di bin navê ol û şerîetê de li ser civakan dida sepandin, hatin bê wate kirin. Di navbera 8 salên dawiyê de, serhildanên gelan pir girseyî li dijî rejîmê pêş ketin, lê bi şêwazekî hovane hatin serkût kirin. Bi hezaran kes hatin girtin û qetil kirin. Lê ev serhildan li gorî hemû serhildanên din cûda bû. Cara yekem bû ku hemû netewe, bawerî, jin, ciwan û çîn tevlî şoreşê dibûn. Di salên dawiyê de nerazîbûna dayik, mamoste, karker û jinan pêş ket. Weke rihekî serhildêr her berdewam di nav civakê de zindî hiştin, ev yek jî hişt ku potansiyela xwedî derketina li jinan û berxwedana li hemberî zayendparêzî û deshilatdariyê, hê bilindtir bibe. Her wiha di dewama nirxandinan de hate diyar kirin ku xwedî derketina li pêngava ‘Bi jin, jiyan, azadî, ber bi şoreşa jinê ve’ xwedî derketina li îrade û hebûna xwe ye. Ji ber vê yeke pêwîste ku em wek jin, di asteke bilind de di nava vê pêngavê de cih bigirin û di asteke çalak de rol bilîzin. Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi dawî nebûye û wê nebe jî. Emê di sala nû de, di asteke hê bilindtir de ji bo bi ser xistina şoreşê, xebatên xwe hê bi hêztir bikin.”
Bi avakirina HPJ’ê bala jinan kişand ser têkoşîna şerê çekdarî
Di rojeva sêyemîn de rewşa komîteyên KJAR yek bi yek hate dest girtin. Li ser van komîteyan nîqaş hatin meşandin. Di heman demê de pêwîste ku ji îro û şûn ve di çi astê de xebat bidin meşandin, li ser nîqaş hatin meşandin û bi awayekî zelal asta xebat kirina wê bi çi rengî be hate gotin. Di heman demê de ji bo avakirina komîteyên (Şehîd, Zindan, Ekolojî, Xweparastin) biryar hatin girtin. Di heman demê de ji bo komîteyên heyî ên (KJAR’ê) jî di asta xebatê de biryarên nû di kongreye de hatin girtin. Her wiha li her cihekî ku jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê hene, li ser rêxistinbûnê hat nîqaş kirin. Bi taybetî li ser rêxistinbûna jinan li Ewrûpa nîqaş hatin meşadin û biryarên nû hatin girtin. Nîqaşên di vê derbarê de bi vî rengî bûn: “Di vê pêvajoyê de, her hêza ku xwe baş bi rêxistin bike û di çarçeveya Şerê Gelê Şoreşgerî de xwe amade bike, dikare serkeftinê bi dest bixe. Rêber Apo 10 sal bere, dest nîşan kir û got: “Îran wê dem dirêj wisa berdewam neke, wê guhertin di Îranê de rû bidin. Ji ber vê yekê, pêwîste ku xwe baş amade bikin, hêza xwe ya parastinê derxin astek bilind.” Rêbertî bi salane çiqas pêwîstî bi xwe rêxistin kirin û xwe mezin kirin heye, daniye holê. Di warê dîrokî û dema ku em tê de jiyan dikin, em hişyar kirin. pêwîste em weke jin û gelên rojhilatê Kurdistan û Îranê, xwe ji bo guhertin û veguhertinên mezin amade bikin. Weke tevgera jin di Rojhilat de, bi rêxistin kirina Hêza Parastina Jin (HPJ), me bala jinan kişandiye ser têkoşîna çekdarî. Girîngiya Hêza Parastina Jin, di demeke wiha de ji bo her kesî lazimiyeke ku nebe, nabe ye. Ji bo wê jî yek ji projeyên me yên sereke, pêwîste rêxistin kirin û mezin kirina hêza parastina jin be. Pêwîste ku rêxistin kirina Şerê Gelê Şoreşgerî, bi pêşengtiya jinan ve pêk were. Pêwîste em wek jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê, vê îdayê bi awayekî hê mezintir bidin raber kirin. Li ser zanista jin Jineolojî, wê tu jin bê rêxistin û bê parastin nemîne. Zanista şoreşê, ji bo hemû şaneyên civakê, rola jineolojî girîng e. Bi zanista jin jineolojî, em dikarin bi hev re asta perwerde û zanista şoreşê, hê kûrtir bikin. Şoreşa jinê elaqeyekî pir zêde ji bo zanista Jineolojî, ava kiriye. Em dikarin derfetên heyî, di dem û cihê wê de, pir baş bikar bînin.”
Bi darvekirinan hewl didin gel çavtirsandî bikin
Di berdewamiya nîqaşên vê rojê de, bal hate kişandina ser zindaniyên jin ên siyasî û politîkaya rejîma Îranê ya îdamê û wiha hat gotin: “Bi zindanî kirin, îdam û bi darve kirinan, dixwxazin vîn û baweriya me ya bi azadiyê binpê bikin. Ji nava hemû hêzên deshiltdar û rejîmên dagirker, rejîma Îranê di asteke herî bilind de vê politîkayê bêk tîne. Bi sedan jinên ku ji bo azadiyê xebat didin meşandin, niha di zindanên rejîma Îranê de, dîl girtî ne. Di nava wan de kesayeta ku bi berxwedan û tekoşîna xwe, ji bo me tevahî jinan dibe nimûne, rêheval Zeyîneb Celaliyan e. Ev 16 salin ku bê navber li himberî her cûre hovîtiya rejîma Îranê li ber xwe dide. Li ser vê şopê jî, bi sedan jinên ku di zindanên rejîmê de dîl girtî ne ilhama xwe ji asta berxwedana wê digirin û têdikoşin. Ji bo ku em vê politikaya wan ya zindanî kirinê vala derxin, pêwîste ku em di asteke hê bilintir de, zindanan veguherînin qadên xwe perwerde kirin, rêxistin kirin û berxwedanê. Emê bi vî şêweyî politîkayên wan ên serkup kirinê vala derxin. Tenê di van salên dawiyê de bi sedan jin, hatin derbkirin. Ev pêkanîna wan ya hovane, li ser hincetên pûç û vala hatin pêk anîn. Li hemberî bi darve kirin û darvekirin, pêwîste ku em yekgirtina xwe hê bi hêz tir bikn ta ku bidin rawestandin. Lê nikarin û wê tu carî nekarîbin. Ji berk u em wek jin vîn û baweriya me ya bi azadiyê, di asteke lûtkeyê de ye. Em wek KJAR di vê pêvajoya nû ya pêşiya xwe de, bi xebatên xwe ên birêxistin kirin adi zindana de, tu jinekê bê perwerde û bê rêxistin nehêlin. Emê bi vê îdaya xwe ve, xebatên girîng di vî warî de bidin meşandin.”
Pêwîste jin di her derê û li hemberî her cûre êrîşan xwe biparêze
Xweparastina jinan li rojhilatê Kurdistan û Îranê di çi astê de û pêwîste bi çi rengî were pêk anîn, di kongreye de cihê xwe di rojeva çaremîn de girt. Di nava nîqaşan de bi zelalî derket pêş ku li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, di warê xwe bi rêxistin kirinê de, li himberî tevahî êrîşên ku li himberî jinê pêk tên, herî zêde pêwîste jinan bi xwe parastinê heye. Ev yek jî di şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de bi zelalî derket pêş. Di derbarê vê rojevê de nîqaşên pir girîng hatin meşandin. Bi awayekî kurt kirî, çarçûveya nîqaşan bi vî rengî bû: “Li himberî êrîşên zayend perest û qirker ên rejîma Îranê ku li himberî jinan dide meşandin, di warê xwe bi rêxistin kirinê de herî zêde pêwîstiya jinan bi yekgirtin û xweparastinê heye. Pêwîste jin di her derê û li hemberî her cûre êrîşan xwe biparêze. Ji ber vê yekê jî pêwîste ku jin di warê xwe parastinê de, li rojhilatê Kurdistan û Îranê hê zêdetir xwe biparêzin, ta ku bikaribin xwedî li tekoşîn, hebûn û nasnameya xwe derkevin. Di warê derûnî û fîzîkî de, pêwîste ku jin xwe û hevdû fêrî parastinê bikin. Di şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de jî, me wek jin ev yek bi zelalî dît. Em wek jin di qonaxên dijwar û di nava êrîşên pir dijwar re derbas dibin. Ji ber vê yekê eger em xwe neparêzin, em ê nikaribin xwedî li hebûn, îrade û xwebûna xwe, xwedî derkevin. Ji bo ku em bikaribin bighêjin vê astê, tekane felsefe heye ku pêwîste em tev li derdora wê bicivin, ew jî fikir û felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ye. Ji ber ku Rêber Apo me wek jin bi awayekî herî bi hêz fêrî xweparastin û xwebûnê dike. Pêwîste ku em wek jinên rojhilatê Kurdistan û Îranê, fikir û felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji bo xwe bikin dibistina xwe birêxistin kirin, xwe parastin, xwebûn û jiyanê.”
Di rojeva pêncemîn biryar û pîlansaziya ji bo 2 salan hate amadekirin. Biryar û plansaziyên herî sereke ku di encama kongreye de derketin, bi vê rengî bûn:
“Têkoşîn ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê çavkaniya hemû xebatên me be.
Tekoşînekî hevbeş di çarçoveya pergaleke hevpar a jinan di hedefa sereke de were nirxandin.
Di xwe parastinê de hê zêdetir xwe bi hêz kirin û perwerde kirin.
YJCR, wê li ser bingehê xwe rêxistin û xwe parastinê, xwe bighîne hemû jinên ciwan ên Rojhilat Kurdistan û Îran.”
Di rojeva şeşemîn û dawî de, ji bo nûkirina Desteye Rêveber a Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) hilbijartin hate pêk anîn. Di encama hilbijartinê de, ji nava tevahî xebatên (KJAR) 15 endamên Desteya Rêveber a KJAR’ê hatin hilbijartin.
Divê bi tekoşîneke hê berfirehtir xwedî li mafên xwe derkevin
Piştî sê rojan ji nîqaşên li ser şeş rojeva, Hevseroka Partiya Jiyana Azad a Rojhilatê Kurdistanê (PJAK) ya berê Zîlan Vejîn axaftina dawiyê kir û wiha axivî: “Me ev kongreya xwe, bi bîranîna şehîdan ve dest pêkir û heya roja dawiyê jî berdewam kir. Em ê bi hemû ked û hewldanên xwe ve hewil bidin ku li keda şehîdên şoreşê derkevin. Ev xebat di pêvajoyeke herî hestiyar de, bi awayekî serkeftî bi encam bû. Em wek jinên rojhilatê Kurdistan û Îranê, pêwîste ku em ji îro û şûn ve bi biryardariyeke hê mezintir û tekoşîneke hê berfirehtir li mafên xwe xwedî derkevin. Ji bo ku em bikaribin li mafên xwe xwedî derkevin, pêwîste ku em di serî de li Rêberê xwe, xwedî derkevin. Me di vê kongreya xwe de mijarên pir girîn bi awayekî berfireh nîqaş kirin û me di vir de li çareseriya her zehmetiyeke ku jin pêre rû bi rû dimînin, geriyan. Çareserkirin ango dawî lê anîna her zehmetiyeke ku tevahiya jin pêre rû bi rû dimînin, encex bi yek girinê ve tacîdare dibe. Ji ber vê yekê em bi vê boneye bang li jinên Rojhilatê Kurdistan û Îran, di heman demê de bangî tevahiya jinan dikin ku em bikarin bi hev re li ser xeta azadî û demokrasiye bi fikir û felsefeya Rêber Apo ve di bin sîwana KJAR de têbikoşin.”
Kongre bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Jin Jiyan Azadî” û “Şehîd namirin” her wiha bi gerandina govendeke bi coş bi dawî bû.