Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

KJAR: Jin temînata demokrasî û azadiyê ye

KJAR'ê ragihand ku têkoşîna azadiyê ya jinê temînata demokrasî û azadiyê y û wiha domand: "Armanceke bingehîn a şoreşa jinê jî guhertina mêr e. Bi qasî jina azad, avakirina mêrê azad û palpiştên wê yên zanistî hewce ye. Şoreşa "Jin, Jiyan, Azadî" da xuyakirin ku mêr jî rizgariya xwe di rizgariya jinê de dibînin.”

Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê daxuyaniyek da. KJAR’ê ragihand ku divê yek ji rojevên me yên  sereke yê  şoreşa jinê xweparastin be û û wiha got: “Bê xweparastin tê wê wateyê ku ji gavên herî biçûk ên azadiyê heta mafên di qada hiqûqî û siyasetê de, heta bi serketinên di asta şoreşê de, hemû destketî di bin rîskê de werin hiştin.

Daxuyaniya KJAR’ê wiha ye:

Em roja tekoşînê ya nawneteweyî ya li dijî tundiya li jinê di demeke wisa de pêşwazî dikin ku hişmendiya mêrsalar hemû qadên jiyanê veguherandiye qadên şer, dagirkerî, kuştin û xwekuştina jinan. Şer û pevçûnên ku her roj gurtir dibin û bi taybetî Rojhilata Navîn veguherandiye gola xwînê, bingeha xwe ji hişmendiya mêrê serdest digere. Ev rewş her roj jiyana jin û zarokan dixe metirsiyê. Di şexsê jin û zarokan de qirkirin li ser civakan û hawirdorê tê meşandin. Di şerên dagirkeriyê ku bi hişmendiya mêr – dewlet rû didin de, herî zêde jin û zarok dibin qurbanî, jinên ku di encama van şeran de koçber dibin, ji ax û walatê xwe dûr dikevin, bi tacîz û tecawiza mêran re rû bi rû dibin. Bi destê hêzên çete ku pergala netewe-dewlet wana bi rêve dibe, jin di kolanan de tên firotin, bi awayekî hovane tên tecawizkirin û kuştin. Ev şerên ku tên meşandin di cewher de li dijî jin û jiyanê ne. Şerên ku bi serkêşiya çeteyan tên kirin, her wiha şerê Qerebax, Filistîn, Kurdistan û bi taybet li bajarê Efrînê yê rojavayê Kurdistanê rû dide, bingeha xwe ji pergala faşîst a mêrsalar digire. Terorîzm, faşîzm îfadeya herî şênber a serdestiya mêr e. Bi zêdebûna şer û milîtarîzma ku çavkaniya xwe ji netewe dewletan digirin re hîn bêhtir û kûrtir qirkirina jinan bi xwe re tîne.”

Daxuyaniya KJAR’ê bi vî rengî dewam kir:

“Pirsgirêka azadiya jinê pirsgirêkeke ku li hemû erdnîgariyan heye, berxwedana jinê jî berxwedaneke ku berbelavî hemû dinyayê bûye. Şerê cîhanê yê sêyemîn wekî şerê paradîgmayan e. Hêz, gel, jinên ku kevneşopiya şaristaniya demokratîk temsîl dikin û şaristaniya serdestiya dewlet-mêr jî alîgirên şer in. Yek ji sedema ku gelên dinyayê di asta cîhanî de li şoreşa jinê ya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ xwedî derdikevin, hişmendiya şerê paradîgmayê ye. Serhildanên ku di sala 2022’yan de bi pêşengtiya jinan, li Rojhilatê Kurdistan û Îranê pêş ketin asta radîkalbûna têkoşîna jinan li dijî pergala mêr–dewlet dide diyarkirin. Rejîma Îranê bi polîtîkayên ku xwe dispêre zayendperestî û olperestiyê, komkujiya jinan pêş dixe, kuştina jinan di warê zagonî û şerîatê de rewa kiriye, zayendperestiyê weke çeka esasî li dijî jinan bi kar tîne. Di bin navê ol de mêr- dewlet pîroz kiriye û bi her şêwazî kuştina jinan rewa dike. Di Îranê de êrişên mêrsalarî di asta herî jor de li ser jinan tê meşandin. Rejîma dagirker bi her şêwazî dixweze tola şoreşê ji jinan bigire, ji ber ku serhildan û nerazîbûnên jinan li dijî pergala tecawizkar veguherî şoreşa civakî; ev jî darbeya herî xurt li hişmendiya rejîmê da. Ji kuştina Şilêr Resûlî bigire heta Jîna Emînî û Armîta û bi dehan jinên din, çanda tecawizkar a mêrsalar rewa kirine, koletî li ser jinan sepandine. Lê jinan êdî ev sînor parçe kirin, bi têkoşîna xwe hemû sînorên zayendperest, netewperest û olperest ji holê rakirin; paradîgmaya şoreşa civakî bi pêşengtiya jinan hate diyarkirin.”

KJAR’ê diyar kir ku dewleta Îranê bi her şêwazî pêşengên şoreşê dike hdef, dixwaze naveroka şoreşa ‘Jin, Jiyan, zadî’ lawaz bike û ragihand ku jinên her roj bi destê bav, hevjîn û bira têne kuştin encama bîrdoziya sîstema heyî ye.

Opersyoneke siyasî li ser jinan heye

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dewlet hişmendiya xwe bi rêya mêr di nava malbatê de bi sazî dike û hate gotin, “Li kolanan polîsên exlaq û besîc, li nav malan jî bav û hevjînên ku jinan dikujin, nûnerên rasteqîn ên rejîmê ne. Rejîm malbatê weke saziyeke îdeolojîk, şaneya kok ji bo desthilatiya xwe bikar tîne. Salekî ku tekoşîna jinan gihîşte asta herî jor, êrîşên mêrê zayendperset jî bi dehan jin kirin qurbanî. Çawa opersyoneke siyasî li ser jinan heye û bi dehan jin  tên girtin û êşkenceyên derûnî û fîzîkî re rû bi rû dibin, opersyoneke mêrê serdest jî di nav malbat de li ser jinan tê meşandin. Li gorî amarên ku li Îranê tên tomarkirin di navbera 2 salan de 156 jin bi destê bav û zilamê malê hatine qetilkirin, her çar roj jinek tê kuştin. Lê li gorî lêkolînên zanîngehan her salê bi qasî 375- 450 jin tên kuştin. Tenê di navbera 2 hefteyên derbasbûyî de 8 jin hatin qetilkirin, yanî her 2 rojan jinek tê qetilkirin. Mêrên kujer jî ji aliyê pergala dewletê ve weke parêzvanê namûsê tên pênasekirin.

Her roj gef li jinan dixwen, bi sedan jinên ku îradeya xwe ya siyasî diparêzin di zîndanên Îranê de ji mafên siyasî, huqûqî, ji hemû mafê jiyanê tên bêparkirin. Rêjîm şerekî taybet li zîndanan li ser jinan dide meşandin, bi polîtîkayên dervayî exlaq ve dixwaze poşmaniya bi zorê li ser zîndaniyan bisepîne. Zîndanên ku bi pêşengtiya jinên kurd veguheriye qada têkoşîn û berxwedaniyê, rejîm bi her şêwazî dixwaze naveroka wê pûç bike. Zeyneb Celaliyan 16 salin kêlî bi kêlî berxwedaniyeke bê hempa li zîndanên rejîmê, li hemberî bîrdoziya desthilat raber dike. Zeyneb bûye îradeya siyasî ya hemû jinan û gelê Kurd, bûye sembola jinên azadîxwaz û xeta berxwedaniyê. Rejîma dagirker li hemberî îradeya berxwedêr tirsekî herî mezin jiyan dike, ji bo wê Zeyneb ji hemû mafên tenduristî û jiyanî mehrûm e. Her wiha Werîşe Moradî bi navê kod Ciwana Sine ku yek ji pêşengên şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ye, ji bo rêxistinkirin û perwerdekirina jinan û ji bo jiyanekî azad ked û berdêlekî giranbiha daye. Sê meh zêdetire ku tu agahiyek ji rewşa endama me Ciwana Sine nayê zanîn, dem û dezgahên ewlekariyê yên rejîma Îranê bi her şêwazî şerê taybet didin meşandin û rewşa  wê endama me nayê zanîn. Em metirsiyekî cidî dibînin û weke tevgera azadiya jin KJAR û hemû kesên azadîxwaz dilgeranî û fikarên me zêde dibin. Rejîma Îranê bi her şêwazî berpirsyare li ber her cure rewşa endama me. Her wiha li beramber rewşa girtiyên din weke Pexşan Ezîzî, çalekvana sivîl û bi dehan girtiyên ji neteweyên cûda yên weke Belûç û Ereb ku rewşa wan ne diyare û bê ser û şûnin jî berbirsiyar e. Çiqasê zextên rejîma totalîter hebe jî wê berxwedanî û tekoşîna jinan jî di asta herî jor de berdewam bike. Nerzîbûna jin û ciwanan bi qetilkirina keça Kurd Jîna Emînî re veghurî asta şoreşa hişmendî, siyasî û civakî û wê tu zext û êrîşên mêr- dewlet nekaribe şoreşa civakî lewaz bike. Ev şoreş bi pêşengtiya jinan pêş ket û felsefe û paradîgmaya wê di şexsê jinên kurd û Îranê de gerdûnî bû. Şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” berdewam e, yên ku herî zêde berdêla vê jî didin jinên berxwedêrin, malbatên şehîdanin, bi taybetî dayîkên ku bi dil û can, bi zanista azadiyê re ruhê şoreşê diparêzin û berdewam dikin. Şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” di asta herî jor de radîkalbûna jin û ciwanan li dijî pergala qirker a rejîmê nîşan da, bîrdoziya rejîmê di bingeh de hat redkirin, bi xwe re çanda berxwedanî û bi hevrebûna gelan derxist holê. Sira (raza) jiyaneke azad bi dirûşmeyekî efsûnî, hemû çand û nasname anîn gel hev, remza serkeftinê di hevgirtina gelan de hat nîşandan. Jin êdî tenê xwe qurbanî nabînin, belkû tekoşîn dikin, dîroka azadiya xwe bi xwe dinivîsin. Weke ku afrînerê manîfestoya “Jin, Jiyan, Azadî” Rêber Apo da diyarkirin; “Êdî sedsala 21. sedsala şoreş û azadiya jinan e.”

Li ser vê bingehê banga me ji bo jinan; 

Li derveyî pergala mêr -dewletê, em pergala xwe ya xweser rêxistin bikin, bi têkoşînekê hevbeş, bi hevgirtineke bi hêz em ji nû ve di asta herêmî, xwecihî û global de bi çalakiyên hevpar li ber şer û polîtîkayên olperest, nijadperest û zayendperest yên rejîmê rabin.

Weke jinên kurd, belûç, ereb, fars, azerî, gîlekî û hwd. em berpirsiyarin li beramber destketiyên şoreşê, rêxistinkirin û berdewamkirina şoreşê şert e. Ji ber vê yekê di mijarên perwerde, tenduristî, edalet, aborî, çand û polîtîkayê de em tevnên alternatîf biafirînin. Sîwaneke hevbeş weke konfederalîzma demokratîk a jin di asta Rojhilat û Îranê de rêxistin bikin.

Divê yek ji rojevên me yên  sereke yê  şoreşa jinê xweparastin be. Bê xweparastin tê wê wateyê ku ji gavên herî biçûk ên azadiyê heta mafên di qada hiqûqî û siyasetê de, heta bi serkeftinên di asta şoreşê de, hemû destketî di bin rîskê de werin hiştin. Pêwîste her jinek li hember hişmendiya baviksalar di çarçoveya parastina cewherî de bibe xwedî pergala xweparastinê. Weke jinên kurd li Rojhilat û Îranê, bi ezmûn û tecrûbeyên xwe em xwedî îdiaya pêşengtiyêne.

Her girtiyekî siyasî di zîndanên Îranê de, îradeya siyasî ya jin û gelan e. Em bi têkoşîna xwe li ber jiyan û azadiya her girtiyekî siyasî de berpirsyarin. Ji bo azadiya Zeyneb Celalyan, Werîşe Moradî û bi sedan jinên siyasî wê tekoşîna me di asta herî jor de berdewam bike.

Armanceke bingehîn a şoreşa jinê jî guhertina mêr e. Bi qasî jina azad, avakirina mêrê azad û palpiştên wê yên zanistî hewce ye. Şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” da xuyakirin ku mêr jî rizgariya xwe di rizgariya jinê de dibînin. Pêwîste tekoşîna mêrên azadîxwaz jî li hember tundî û pergala mêr – dewlet a serdest bi hêz û radîkal be. Divê hewl bidin qalibên serweriya mêr di her qadeke jiyanê de bişikînin û bi meşa azadiyê ya jinê re bimeşin.

Bi wesîleya rojê em şehîdên tekoşîna azadiyê ya jinê û hemû jinên ji aliyê tundiya mêr-dewletê ve hatine qetilkirin bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Weke Tevgera Azadiyê ya Jinên Rojhilatê Kurdistanê KJAR, em dibêjin ku em ê bi pergala xweparastinê, rêxistinkirin û hevgirtina xwe mezin bikin û tundiya di asta qirkirina ser jinê de rawestînin. Em ê bi ruhê felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re hemû qadên jiyanê veguherînin qadên têkoşîn û azadiyê. Têkoşîna azadiyê ya jinê temînata demokrasî û azadiyê ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar