Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

KJAR: Pêwîst e em fêrî esareta Rêber Apo nebin

KJAR’ê bi daxuyaniyeke nivîskî Viyan Soran a di 2’yê sibata 2006’an de li dijî tecrîdkirina Ocalan bedana xwe da ber agir, bi bîr anî û diyar kir ku pêwîst e ew tu carî fêrî esareta Ocalan nebin û ji bo azadiya wî têbikoşin

Kongreya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) di salvegera şehîdbûna endama Komîteya Avakar Viyan Soran de ku 2’yê Sibata 2006’an ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bedana xwe dabû ber agir, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

KJAR’ê diyar kir ku meha sibatê di têkoşîna azadiya gelê kurd de û di dîroka mirovahiyê de meheke tarî, reş, man û nemanê ye.

Di daxuyaniyê de KJAR’ê bal kişand ser Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê û wiha domand: “Hêzên komploger ên navneteweyî bi hemû hêza xwe hewl dan ku komploya 15’ê Sibatê bi ser bixin û  di şexsê Rêber Apo û tevgera azadiya gelê kurd de mirovahî rastî tarîtî û tunebûnê bên. Lê belê vîna hebûn û azadiyê tu caran û tu hêzek nikare ji nav bibe. Wek gulek li ser zinarek  şîn dibe û mizgîniya vejinê dide. Yan jî li hemberî tarîtiya şevê, berbanga sibê re wek avabûna rojê. Yek ji wan tîrêjên rojê ku xwest li dora Rêber Apo bibe wek stargehek û mirovahiyê ji taritiyê rizgar bike, çalakiya rê heval Viyan Soran bû. Rêber Apo dema ket bin esaratê ji bo jinan got ‘hûn ji min zêdetir dibin çarmîxek xeter de ne.’ Her wexta derbasbû jinan ev rastiyê zêdetir di ruh de, hest û fikir de hîs kirin û jiyan. Bi esaretê re jiyan her roj, meh û sal ji bo jinan û gelê kurd birîndarî, mirin û tunebûnê bi xwe re dianî. Çalakiya hevrê Viyan Soran a 2’yê Sibatê 2006’an bi pêş xist, peyama wê ji bo milîtanên azadiyê û gelê kurd ew bu ku pêwîst e em fêrî esareta Rêber Apo nebin û ji bo azadiya Rêber Apo 24 saetan di nav tekoşînê de bin.”

Bi yekdeng û yekruhî faşîzmê têk bibin

Di berdewamê de KJAR’ê bal kişand ser tecrîda girankirî û çalakiyên ku ji bo bidawîkirina tecrîdê hatine destpêkirin û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Nêzî çar sal in Rêber Apo di bin tecrîdeke teqez de tê girtin. Wek rexnedayîna vê rewşa li dijî Rêber Apo tê berdewamkirin,  îro jî bi  ruh û berpirsyariya hevrê Viyan Soran, bii pêşengiya rêheval Leyla Guven çalakiyên greva birçîbûnê li hundir û derveyî welat hatine pêşxistin. Ji bo azadiya Rêber Apo canê xwe kirine mertal û dibêjin heta serkeftinê şahadet jî bê jiyîn em ê vê çalakiya xwe berdewam bikin. Ji ber wê yekê wekî gel û wekî tevger bersiva herî watedar ku em bidin şahadeta hevrê Viyan Soran ew e ku xwedîderketina çalakiyên ku bi pêşengiya Leyla Guven hatine destpêkirin û bi meş û xwepêşandanên girseyî em bikaribin piştgiriyê bidin van çalakiyan. Ger bi şêwazên cur bi cur çalakiyên girseyî nebin û tekoşîn neyê bilindkirin,  em ê wekî gel bi trajediyên giran re rû bi rû bimînin û em ê nikaribin vê pêvajoyê bi ser bixin. Ji ber vê yêkê bi taybetî bangavaziya me ji bo jin, ciwan û gelê rojhilatê Kurdistanê ew e ku xwedî li çalakiyên greva birçîbinê derkevin û helwesta xwe li beramberî faşîzmê nîşan bidin. Li dorê çalakvanên greva birçîbûnê li çar parçeyên Kurdistan em bibin yekdeng û yekruh û faşîzmê têk bibin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar