PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

KJAR qurbaniyên Helebçeyê bi bîr anî

KJAR bi daxuyaniyeke nivîskî qurbaniyên Komkujiya Helebçeyê bi bîr anî û komkujiyê weke ‘Roja biryardana li ser qiyameta kurdan’ pênase kir

Navenda Nûçeyan |

Koordînasyona Komelgeha Jinên Azad a Rojhilat (KJAR) têkildarî salvegera Komkujiya Helebçeyê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku sibeha 16’ê Adarê, balafirên şer tozeke zer li Helebçeyê reşandin û wiha got: “Mîna balafirên çandiniyê yên dermankirinê, bombeyên bi balafiran barkirî yên ji Bexdayê hatin, piştî ku bombeyên kîmyewî li Helebçeyê reşandin, ji vû ve berê xwe dan Bexdayê û winda bûn. Ewrê ji tozê destpêkê sor bû, piştre jî bû şîn. Piştre jî ji erd û ezmanan bêhn hat: bêhneke giran a bihîvê, bêhna pîvaza xerabûyî, bêhna gihayê nû hatiye jêkirin û gelek bêhnên din di nava hev ketin.

Bêyî ku fîşekek bi tenê jî biteqe, bêyî teqîna bombeyan, bêyî eciqîna ji ber tankan, bêyî hilweşîna malan, bêyî şikestina caman, bêyî rûxandina dîwaran Helebçe bi xewa mirinê ve çû.

Ew roj roja qiyametê bû ku ji bo mirovan roj sekinî bû, stêrk nema biriqîn û hatin xwarê, çiya meşiyan, derya şewitî, ezman qetiya, erd qelişî, deng bêdeng bû, Îsrafîl li sûrê da.

Wê rojê Saddam ji bo qiyametê bîne serê kurdan biryar dabû. Li her cihê ku bêhna mirinê gihîştê yên sax man bi xwînê verşiyan, di nava agir de şewitîn, birîn li bedena wan der bûn.

Yên sax man, firsend nedîtin ku miriyên xwe veşêrin, li ser wan bigirîn û yekser berê xwe dan çiyê. Mîna lehiyekê, mîna aşûtek ji çiya dihate xwarê, her mezin bûn û ber bi çiyê ve herikîn…

Bajarok, gund, gundik vala bûn. Pêl bi pêl jinûve gihîştin hev. Ber bi çem, deşt û çiyayan ve herikîn. Bûn Zap, bûn Hêzil, bûn Dîcle, bûn Firat. Ber bi Bakur ve, ber bi aliyê berevajî ve herikîn, bûn Şattûl-Kurdistan.”

‘Em ê xwedî li bîranîna wan derkevin’

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku meha Adarê li gel serhildan û berxwedanê, ji bo kurdan meheke welê ye ku gelek komkujî lê bûne û wiha hat domandin: “Ji van a herî giran jî komkujiya li Helebçeyê bû ku bi hezaran mirovên me bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin. Di vê salvegerê de jî em şehîdên Helebçeyê bi minet û rêzdarî bi bîr tînin. Em soza xwe dubare dikin ku li Kurdistana azad, bi yekitiya neteweyî em ê xwedî li bîranîna wan derkevin.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji bo heman komkujiyên mîna Helebçeyê rû nedin, divê feraseta netewe dewletê ya yekperest ji holê bê rakirin û ev tişt hat gotin: “Dilsoziya bi bîranîna şehîdên Helebçeyê, bi têkoşîna li dijî ferasetên bi vî rengî dibe. Ji bo vê jî gelekî girîng e ku gelê kurd pêşengiyê ji zîhniyeta demokratîk re bike û di demokratîkkirina Rojhilata Navîn de bi roleke dîrokî rabe.”

Her wiha di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Gelê me û gelên herêmê hemû; ji bo komkujiyên mîna Helebçeyê, Serdeştê, Kobanê, Cizîrê nebe, dê di têkoşîna demokratîkbûna Rojhilata Navîn de mîna doh îro jî bi erk û berpirsyariya xwe rabe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar