Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

KJAR: Rêber Apo ji bo mirovahiyê bû mizgîniya azadiyê

Koordînasyona KJAR’ê bi boneya Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek da û ragihand: “Ji bo hemû jinan, ji bo hemû kurdan û ji bo hemû mirovahiyê bû mizgîniya azadiyê.”

Koordînasyona Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û diyar kir: “Ev rojbûn weke vejîn û zayîna mirovahî û zayîna me hemû jinan e. Lewra bi vî zayînê re, tevahî nirxên civak û gelan ên hezar salan ji nû ve hatin avakirin.”

Daxuyanî wiha destpê dike: “Roj li Rojhilat hiltê. Roj, di 4’ê Nîsana 1949’an de li bajarê Riha yê pîroz, bajarê pêyxember û xwedawendan, li gundê Amarayê hilat. Hilatina vê rojê li hemberî tarîtiya Rojhilata Naverast û li ser Kurdistanê bû şewq, şemal û bû ronahî. Ji bo hemû jinan, ji bo hemû Kurdan û ji bo hemû mirovahiyê bû mizgîniya azadiyê. Di serî de weke jin û hemû civak bi ronahiya rojê re, me xwe dît û em ketin ferqa hebûna xwe.

Zanebûn bi lêgerînê destpê dike. Di cîhanê de, di nava gerdûnê de, pirs û meraqkirin, lêkolîn û lêgerîn, zanebûnê û naskirinan bi xwe re tîne. Rêber Apo, destpêkê di jinan de lêgerîn avakir. Hêz û zanebûn, nasîn û meşandina tekoşînê fêrî jinan kir. Bi ronahiya rojê re, me xwe naskir, me xwe avakir, me xwe ji mal û ji milkbûnê rizgar kir. Em bûn xwedan fikir û vîna azad, em bûn xwediyê zanabûna tekoşînê û em bûn xwediyê rêxistina jina azad. Em hêza jina rêxistinkirî, ya li ser felsefe û îdeolojiya rizgariya jinê, bi fikir û ramanên rojê, em ji tarîtiya hezaran salan rizgar bûn.

Rêbertî bi felsefeya xwe, zihniyeta zilam bi bin xist. Di Rojhilata Navîn de zayîn, nûbûn û ronahî, bi Rêber Apo re, bi felsefeya wî û bi paradîgmaya Rêbertî re pêşdikeve. Rêbertî jiyana xwe di sê pêvajoyan de, dest digre û dinirxîne. Weke zayîna yekem, zayîna duyem û zayîna sêyem pênase kir;

Zayîna Yekem; Rêbertiya me, di 4’ê Nîsanê de çavên xwe di welatê Kurdistanê de, li cîhanê vedike. Welatekî xwe dispêre civaka xwezayî, çanda civaka exlaqî û polîtîk, Kurdewar, têkoşer û berxwedêr e. Lê belê bi polîtîkayê hatiye dagirkirin û mirovên wê, ji hemû mafên mirovbûn û jiyanê hatine dûr xistin û qutkirin. Ji bo vê Rêbertî hîn ji zarokatiya xwe ve, bi lêgerîn û xeyalê azadiyê dest bi jiyanê dike. Her ku diçe, ev dibe meşa azadiyê. Ji bo hemû jinan û hemû civakan.

Zayîna duyem; Avakirina Tevgera azadiya gelê Kurd e. Di dîroka gelê Kurd de, li çar beşên Kurdistanê, serhildan û berxwedan pêşketine. Ev tekoşîn û berxwedan, li azadiya xwe gerandin û doza azadkirina welatekî îfade dikir û hê jî dike. Gelê Kurd di sedsala 20’an de rastî her cûre bişaftin û qirkirinê tê. Ji bo ku heya navê gelê Kurd jî nemîne vê yekê pêk tînin. Rêber Apo bi du peyvan dibêje: “Kurdistan mêtîngeh e.” ango Kurdistan hatiye dagirkirin. Bi vî rengî jî bingehê kar, xebat û rêxistinkirinê ji bo Kurdan û ji bo Kurdistaniyan, her wiha ji bo hemû netewan destpêkir.

Bi damezrandina Tevgera Azadiyê, tevahî gelan ji qirkirinê xilas kir. Bi gelê Kurd, çand, ziman, nasname û hebûna wê da qezenckirin. Tekoşîneke netewî, netewa demokratîk û enternasyonalîst destpêkir. Di Kurdistan û cîhanê de ji nû ve şoreşgertî zindî kir. Gerîlatî û têkoşîna azadiyê ji bo gelan û xwe parastin destpêkir. Bi zayîna Rêbertî re, navê Kurdên azad û berxwedêr di rûpelên dîrokê de, bi destanên azadiyê ji nû ve hat neqişandin û hişt ku gelê Kurd ji jiyana koletiyê rizgar bibe. Peyva Kurdistanê bilêvkirin, bi serê xwe şoreş bû. Rêbertî di Kurdistanê de, bi gavên nû şoreş di nav şoreş de da pêk anî.

Zayîna Sêyemîn; Ev zayîn komploya navnetewî û hêzên dagirker vala derxsit. Di bingehê xwe de, ji şaristaniya navendî a dewletparêz qutbûn, di cewher de tê wateya ji modernîteya kapîtalîst qutbûne. Rêbertî zayîna sêyemîn, bi gavên nû û bi paradîgmayeke nû ve tacîdar kir. Rêbertî xwe ji paradîgmaya deshilat û dewletgerayî, zayendperestiyê xilas kir û paradîgmaya civaka ekolojîk, demokratîk û azadiya jinê destpê kir. Ev zayîn, ji bo tevahî gelên bindest, jina bindest bû rêya azadiyê. Li hember modernîteya kapîtalîst û hêzên kapîtal ên kurewî, têgîna ‘Modernîteya Demokratîk’ avakir û rêya çareseriya pirsgirêka Kurd, pirsgirêka azadiya gelan, azadiya jinan danî holê. Ev di dîroka mirovahiyê de, yekem şoreş û zayîne ku di şexsê Rêbertî de pêk hat. Bi pêşengtiya jinê, li Kurdistan û li Rojhilata Navîn şoreşa hişmendî, wijdan û exlaq pêk hat. Şoreşa azadiya jinê, tevahî jinan bi îlhama tekoşîna azadiyê ve berê xwe dan şoreşê. Îro jî di asta herî jor de jina Kurd vê pêşengtiyê dike û ji bo tevahî jinan bûye îlhama tekoşîna ji bo azadiyê.

Rêber Apo ji bo gerdûnê zayîneke nû bi xwe re anî. Ji vegera li nirxên xwedawendiyê, hêzeke mezin anî. Hatina Rêber Apo a dinyayê, hatina ronahiyê ye. tevahî gerdûn bi hatina Rêbertî a dinyayê, nûbûn û zayînek nû jiya.

Îro çawa ku 4’ê Nîsanê, rojbûna Rêber Apo ye, ewqas jî rojbûna hemû civaka Kurd e. Ji bo gelê me yê Rojhilatê Kurdistan û Îranê jî, di 4’ê Nîsanê rojbûna Rêbertî de, Partiya Jiyanan Azad a Kurdistanê (PJAK) hat damezrandin. Partiyek bi fikir û ramanê Rêbertî di vê rojê de avakirin pir bi wate û girînge. Di sala 2004’an de, Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê PJAK hate avakirin. Ji bo Rojhilatê Kurdistan û Îranê, li ser bingehê felsefe û paradîgmaya Rêber Apo hatiye damezrandin. Xwe spartin çanda berxwedaniyê ya Pêşewa Qazî Muhemedan, Simko Şikakiyan û Qasimloyan. Gel birêxistin dike û têdikoşe.

Ji bo Îrana demokratîk û azad ava bibe, partiyeke li ser bingehê pergala Konfederalîzma Demokratîk xebatê xwe dimeşîne. ‘Konfederalîzma Demokratîk’ ku ji derveyî pergala dewletê, rêxistinkirina pergala demokatîk e û xwe dispêre hemû kesimên civakê û netewan. Di serî de jin û ciwan, ji bo hemû civak rêxistina xwe ya demokratîk ava bike û polîtîkaya xwe bi xwe, bi rengekî azad û wekhev bimeşîne pêşnegî dike. Gav bi gav, li ser bingehê rehendên netewa demokratîk, bi rengê komîn û meclisan xwe bi rêxistin dike.

Li hemberî her cûre êrîşan, teslîm nabe û xebatên xwe dimeşîne. Her ku diçe mezin dibe, bi hêza xwe ya cewherî têdikoşe, li ber xwe dide, xwe û gelê xwe diparêze. Ji bo vê  yekê jî PJAK, weke partiyeke bi fikir û felsefeya Rêber Apo hatî damezrandin, di nava gel de bû hêvî û baweriyek mezin. Li hemberî partî û rêxistinên marjînal bûyî, di Rojhilatê Kurdistanê de pêwîstî bi alternatîfek, nûbûn û zayînekê hebû û navê wê zayîn û nûbûnê, bû Partiya Jiyana Azad a Rojhilatê Kurdistanê (PJAK)

PJAK di Îran û Rojhilatê Kurdistanê de, bi paradîgmaya Rêber Apo ku xwe dispêre paradîgmaya civaka ekolojîk, demokratîk û azadiya jinê, di heman demê de xwe dispêre azadî û demokrasiya ji bo hemû gelan, di nav pergal û rejîma Îranê de ku hemû civak bi taybetî jî jin her roj di nav kirîz û qeyranan de, di bin metirsiya tunekirin û qirkirinê de dijîn, bi nasandina xwe ya fikir û felsefeya azadî û îdeolojiya rizgariya jinê, hîn bi vîn û bi zanebûn têdikoşe û berê wan dide nav refên tekoşîna azadiyê.

Bi pergala Konfederal a jinê KJAR’ê re, îro ji bo şoreşa jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê têdikoşe. Ji bo jiyana azad û demokratîk pêşengî dike.

Em Koordînsyona KJAR’ê, di vê salvegera 18’mîn a PJAK’ê de damezrandina wê li hemû endamên wê û hemû gelê Rojhilatê Kurdistan û gelên Îranê pîroz dikin. Di kar û xebatên wan de, di meşa azadiyê ya ji bo şoreşa Rojhilatê Kurdistanê de serkeftin û serfiraziyê dixwazin.

Çawa ku 4’ê Nîsanê di serî de rojbûna Rêber Apo ye û di heman demê de salvegera damezrandina PJAK’ê ye. Her wiha salvegera Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ye. li Rojavayê Kurdistanê bi pêşengiya YPJ’ê, şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava bû. Ev şoreş bi reng û destê jinê, bi berxwedan û bi qehremaniya wê pêşket. Bi ruhê fedayî yê Silavan, Arîn û Awestayan ava bû. Dîsa bi hezaran milîtanên Rêber Apo, bi felsefeya azadî ya Rêbertiya me, qehremanî kirin û gihiştin asta şehadetê. Em di şexsê wan de, hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin. Destketî û şoreşa Rojavayê Kurdistanê, ji bo hemû jinan bû hêz û îlham. Bû hêza têkoşînê. Em damezrandina YPJ’ê li jina Kurd û li hemû jinan, netewên demokratîk û jinên enternasyonal, her wiha li hemû gelê xwe û gelên azadîxwaz pîroz dikin. Di salvegera wê a 10’mîn a tekoşînê de, serkeftinê dixwazin.

Em jî weke jinên Rojhilatê Kurdistanê, di rêya şoreşê de ne û bi biryardarî dimeşin. Em hemû jinên ku îro bi paradîgmaya Rêber Apo xwe ava dikin, pergala jinê ava dikin, cardin soza azadkirina Kurdistanê, avakirina welatekî demokratîk û azad didin.

Di vê salvegera rojbûna Rêbertî de, werin em 4’ê Nîsanê bi girseyî pîroz bikin. Çawa ku me wek jin, di 8’ê Adarê de pêşengî kir û di Newroza azadiya Rêber Apo de, vîna xwe ya azad, ruhê xwe yê azad danî holê di heman demê de, li çar aliyên Kurdistanê gelê Kurd û hemû gelên azadîxwaz li derdora Rêber Apo kom bûn û li Kurdistan û cîhanê, ji bo azadiya Rêbertî qêriyan; Di wan kombûn û pîrozbahiyan de peyama derket holê bê guman di hemû dem û dewranan de, li azadiya Rêbertî û azadiya xwe xwedî derketin bû.

Ji bo ku em tecrîda girankirî ya ku li ser Rêber Apo tê meşandin bişkînin, di serî de li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, hemû jin û civak pêwîste ku ji bo azadiya Rêber Apo her tim têbikoşin.

Ji bo azadiya Rêbertî divê her kesek, hemû hêzên demokrasî û azadiyê, tekoşînê mezintir bikin, li hember dewletên dagirker û polîtîkayên tunekirin û qirkirinê, sekneke çalak were raber kirin da ku em bi serbikevin û bi Rêber Apo re azad bijîn.

Weke Komelgeya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) carek din rojbûna Rêbertî pîroz dikin. Rêbertî ne tenê Rêberê gelê Kurd e, Rêberê gelane. Bi felsefe û paradîgmaya xwe ve, Rêberê Konfederalîzma demokratîk e. Ji ber vê yekê, ev rojbûn weke vejîn û zayîna mirovahî û zayîna me hemû jinan e. Lewra bi vî zayînê re, tevahî nirxên civak û gelan ên hezar salan ji nû ve hatin avakirin. Em 4’ê Nîsanê li  Rêbertiya xwe, li hemû gelan û li hemû jinan pîroz dikin. Ji bo ku em bikaribin di welatekî azad de bi Rêbertî re bijîn, em soza bilindkirina têkoşînê didin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar