Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

KJK: 15’ê Tebaxê çandeke berxwedanê afirand ku rê nade faşîzmê

Koordînasyona KJK'ê bi wesîleya salvegera 39'an a Pêngava 15'ê Tebaxê daxuyaniyek da û destnîşan kir ku 15'ê Tebaxê çandeke berxwedanê afirand ku rê nade faşîzmê.

Koordînasyona KJK’ê daxuyaniyek weşand û bi taybetî bang li jin û ciwanan kir ku “Di sala 40’emîn a cejna vejînê de li her derê bi xurtî û bi biryardarî tev li bibin.”

Daxuyaniya KJK’ê bi vî rengî ye: “Ji bo gelê kurd ku jê re dihate gotin ‘dareke hişk e, êdî nepêkane ku şîn bibe’ û bi gotina dijmin xistin gorê û beton li ser hat rijandin, 15’ê Tebaxê bû roja jinûve vejînê. Em Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê di salvegera 39’an de di serî de li afirînerê rojê li Rêber Apo, gelê me yê welatparêz, li her kesên ku li dijî faşîzmê têkoşîna ji bo hebûn û rûmetê dimeşînin û tevahiya jinan pîroz dikin.

Di şexsê fermandarê me yê efsanewî Egîd (Mahsûm Korkmaz) de Azîme, Hanim Yaver Kaya, Rahîme, Leyla Sorxwîn, Gulçiya Gabar, Fazil Botan, Rêdûr Sîser, Ardem û hemû şehîdên me yên leheng ên afirînerên vê rojê bi rêzdarî û bi minet bi bîr tînin.

Çawa ku Rêber Apo bi pêngavên herî mezin û bi wate bersiv da her şehadetê, bi Pêngava 15’ê Tebaxê jî bersiv da şehadeta berxwedana li zindana Amedê. Rêber Apo hîn di salên destpêkê de tespîta wê yekê kiribû ku weke gelê kurd rizgariya me tenê bi têkoşîna çekdarî dibe. Ji bo gelê kurd ku bi komkujî û darbeyan bêparastin û bêhêvî hatibû hiştin, tenê bi pêngaveke bi vî rengî ya xurt axa mirî ji ser dikarîbû bihata avêtin û bi şer dikarîbû rastiya gelekî bê afirandin ku rabûye ser piyan. Lewma beriya niha bi 39 salan fîşeka destpêkê ya li mêtingerî û faşîzma tirk hat xistin, îro li çar aliyên Kurdistanê belav bûye, ji hêviyê jî wêdetir bûye hêza avakirina jiyana nû. Sedema herî mezin a tecrîda li derveyî mirovahiyê ya li ser Rêber Apo, ev hêrsa ji be afirandina mirovê azad, jin a azad, kurd ê azad e. Lewma di sala 39’an a Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê de bi ruhê fermandarê mezin Egîd divê em têkoşîna li dijî faşîzma dewleta tirk hîn xurt bikin û azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe misoger bikin.

Bêguman Pêngava 15’ê Tebaxê ji bo tevahiya gelê me, bi taybetî jî ji bo jinan bû hêviyeke mezin, rewşeke têkoşînê afirand ku jin ên bêparastin hatibûn hiştin bi hêza xwe tev li bibin û bû gaveke girîng di dîroka me ya têkoşînê de. Jinên kurd bi têkoşîna gerîla xwe jinûve afirandin, di nava têkoşîna çekdarî de zincîra koletiyê parçe parçe kirin û bersiva herî bi wate dan paşverûtiya feodal û serweriya mêr. Xeta me ya azadiya jinan di şexsê gerîlayên jin de mezin bû, bi partî û artêşa jinan ku mirov dikare bibêje li cîhanê ya yekemîn e, jinên kurd ji jinên li Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê re bûne çavkaniya sûdwergirtinê. YJA Star ku navê artêşbûna jinan ye, îro li Zap, Avaşîn, Metîna û her devera Kurdistanê pêşengiyê ji şer re dike. Ruhê ku ev yek pêk anî ruhê Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê ye, ruhê hevalê Egîd e. Di sala 39’an a Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê de şoreşa me ya jinê bi ruhê azadî û vejînê li dijî mejiyê mêr ê hegemon şer dike, timî mezin dibe, avakirina jiyana azad roj bi roj pêk tîne. Nêrîna serwer a mêr ku li ser her tiştî û her derê serwer e şikand, di rêya xwebûnê de hêza xwe afirand.

Pêngava 15’ê Tebaxê ku dijmin weke ‘Bermahiyên şûr, çalakiya ku ji aliyê çend kesan ve hatiye kirin’ pênase dikir, ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hêzên şoreşger ên Tirkiyeyî ku darbeya 12’ê Îlonê nekarî wan bitepisîne û ji bo gelek tevgerên demokratîk şoreşger bû hêvî.

Ruhê ku îro li Zap, Metîna, Avaşîn û çiyayên Bakurê Kurdistanê li ber şer radibe ruhê Pêngava 15’ê Tebaxê ye ku hevalê Egîd afirand. Ji ber vê eykê jî Pêngava 15’ê Tebaxê ne tenê ji aliyê leşkerî ve destketiyeke, di ehman demê de ji bo gelekî ku ji aliyê fikrî, ruhî, çandî û nasnameyê ve ji rastiay xwe hatiye qutkirin, navê xwegihandina cewhera xwe ye. Vî ruhî li Garzanê bi Rêdûr û Ardem, li Mêrdînê bi Zana û Xebat, li Zapê bi Helbest û Baz, li Avaşînê bi Andok û Sarya xwe dewam kir, çandeke berxwedanê afirand ku rê nade faşîzmê.

Bi wesîleya 15’ê Tebaxê em careke din şehîdên xwe yên leheng bi bîr tînin ku her yek ji wan lehengeke, soza xwe dubare dikin ku jiyaan azad û bi rûmet a ku wan di oxira wê de canê xwe dan, biafirînin. Di serî de jin û ciwan em bang li gelê xwe dikin ku bi dilsoziya bi bîranîna ewladên xwe yên fedaî bi ruhê fermandarê efsanewî Egîd di sala 40’emîn a cejna vejînê de li her derê bi xurtî tevlî bibin, paradîgmaya azadîparêziya jinê, demokratîk û ekolojîk ava bikin û têkoşîna me ya bi rûmet bi serketinê tacîdar bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar