Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

KJK: Bıi ruhê serferberiyê dakevin qadan

Koordînasyona KJK'ê ku bi wesîleya salvegera komploya 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek da û bang kir ku bi ruhê seferberiyê li her qadê têkoşîn were geşkirin.

Daxuyaniya KJK’ê wiha ye: “Em dikevin sala 26’an a komploya navdewletî ya ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de destpê kir, beriya her tiştî em berxwedan û helwesta bi rûmet a Rêber Apo ya 25 salan silav dikin. Em dîsa di şexsê hevrê Aynûr Artan û M.Halît Oral de hemû hevrê û welatparêzên xwe yên ku li dijî vê komployê bi dirûşma “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” çalakiya fedaî pêk anîn û şehîd bûn, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Dîsa em hemû hevrêyên ku li çiyayên Kurdistanê bi rengekî bêhempa şer kirin û li çiyayên Kurdistanê şehîd ketin di şexsê hevrê Axîn Mûş de em soza xwe ya pêkanîna xeyalên wan ên welatê azad û Rêbertiyeke azad nû dikin.

Em çalakiya hevrê Rojhat û Erdal ên ku di 1’ê cotmehê de li Enqereyê li dijî Wezareta Karên Hundir ku biryara qirkirina gelê Kurd daye û ruhê fedaî yê ku li dijî komployê pêş ket bi rêzdarî silav dikin.

Ev ruh helwest û bersiva herî radîkal li dijî polîtîkaya asayîkirin û pêkanîna êrîşên qirkirinê yên li ser Rêber Apo îfade dike. Em sekn û biryardariya hevrê Rojhat û Erdal, sekn û biryardariya ku em ê her tim weke KJK’ê Esas bigirin e. Weke tevgera jinê em ti carî hînî vê dîlgirtinê nebûn û em ê ti carî hînî vê nebin. Heta ku azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk were em ê bi ruhê seferberiyê têkoşîna xwe bidomînin

Têkoşîneke topyekûn divê

Komploya navdewletî sala xwe ya 25’an temam kir û kete sala 26’an. Sîstema kapîtalîst a cîhanê di pêşengiya DYA, Îngilistan û Îsraîlê de 25 sal in di şexsê Rêber Apo de bi her cure rêbazên şerê taybet ên qirêj êrîşî hebûna kurd a azad dike. Em weke jin, weke tevger û gel, weke hêzên şoreşger-demokratîk ev 25 sal in li dijî êrîşeke bi vî rengî ya komploger, ji bo azadiya Kurdistanê û demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn têkoşîneke topyekûn dimeşînin.

Heta paradigmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ya ji aliyê Rêber Apo ve hatiye pêş xistin neyê fêmkirin, komploya navdewletî ne pêkan e ku bê fêmkirin. Ji bo komploya ku 26 netewe dewlet cih girtine û rola cerdivaniyê dane dewleta tirk a faşîst û di nava şert û mercên tecrîda girankirî de sîstemeke bêperwa ya qirkirin û êşkence avakirine baş were fêmkirin, divê rastî û parasdîgmaya Rêber Apo baş were fêmkirin. Rêber Apo paradîgmaya civaka demokratîk a li ser esasê azadiya jinê û ekolojiyê weke çareseriya pirsgirêkên ji ber zîhniyeta serdest a mêr a hemû pergala desthilatdar û dewletparêz, bi taybet pirsgirêka Kurd, li hemberî neçareserkirina paradîgmaya netewe-dewletê pêş xist.

Şoreşa jinê û mîsyona pêşengiyê

Hêzên komploger ên navdewletî hêza paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ya ji aliyê Rêber Apo ve hatiye pêşxistin, dîtine û fêm kirine ku eger paradîgma pêş bikeve wê xwîna ku dixwin bi dawî bibe. Hêzên hegemonîk ên komploger ku tu carî rastî mînakek ku di nava şoreşek ku pêk were de şoreşa jin û mîsyona pêşengiyê ya ku jê hatibû stendin dubare jê re vegerîne, ji ber vê li dijî Rêber Apo lîstikên qirêj pêk anîn. Rêber Apo di warê hejmarî de nêzî pirsgirêka jinê nebû, weke jin nîvê civakê pêk tîne, di esasê xwe de li gorî rola jinê ya di nava civaka exlaqî û polîtîk de bal kişand ser kalîteya jinê. Ji bo vê jî komploya navdewletî li dijî pergala modernîteya demokratîk a ku şoreşa jinê ye, îfade dike ye.

Hegemon xwedî zêhniyeta mêr e, dema hêzên sereke yên komploya navdewletî digotin “pêşî li jinan bixin”, Rêber Apo jî got “pêşî jinan rizgar bikin.” Rêber Apo bi îradeya “rizgarkirina jinê rizgariya civakê ye” li dijî mêraniya hegemonîk a 5 hezar salan şer îlan kiriye û bi vî rengî eniya têkoşînê li derveyî erdnîgariya Kurdistanê û Rojhilata Navîn berfireh kiriye. Bi taybet bi paradîgmaya azadiya jinê, Rêber Apo ji sînorên Rêbertiya Kurd derketiye û bûye asteke Rêbertiya gerdûnî.

Jin bi ramanên Rêber Apo ronî bûne

Komploya navdewletî ya bi armanca tunekirina Rêber Apo û têkoşîna wî dest pê kir, ji ber ku Rêber Apo di cewher de bûye Rêberê her kesî komplo li ser vê esasê vala derket. Rêber Apo jin ji bindestiya mêr a ku ji bo domandina pergala xwe weke kole bi kar tîne rizgar kiriye û bi vî awayî vê mekanîzmaya ku li ser koletiya jinê dixebitîne, heta binî  hilweşandiye. Sedema herî mezin a tecrîda îro jî didome ew e ku jin bi ramanên Rêber Apo ronî bûne, koletiya pergalê red dikin û li dijî wê têdikoşin. Hêzên komploger ên ku 25 sal berê Rêber Apo teslîmî Îmraliyê kirin û îro jî tecrîda mutleq a li Îmraliyê biryar girtin û şopandin, heman hêzên hegemonîk in.

Komploya navdewletî ku armanca wê tinekirina paradîgmaya azadî û jinê ya Rêber Apo ye, komploya navdewletî û zîhniyeta ku li ser esasê wê hatiye avakirin, îro bi têkoşîna bêhempa ya Rêber Apo ku 25 sal in di bin sîstema êşkenceya Îmraliyê de tê ragirtin vala hatiye derxistin. Di serî de jin, ciwan, kedkar û xebatkar, bindest û hemû gelên cîhanê fikrên Rêber Apo pejirandine.

Her qada jiyanê veguherînin qada têkoşînê

Fêmkirina Rêber Apo tê wateya pêkanîna azadiya fîzîkî û avakirina paradîgmaya azadiya jinê û pûçkirina komploya navdewletî ye. Pêwîste ev komploya ku li dijî şoreşa Kurdistanê pêk hatiye ku di esasê xwe de li dijî şoreşa jinê ye, divê bê fêmkirin ku ev komplo li dijî jinan hatiye pêk anîn û di vê astê bersiv were dayîn. Gelê kurd, jinên kurd û hêzên dij sîstemê li hemû cîhanê bi taybet li Kurdistanê ji bo azadiya fîzîkî yê Rêber Apo her tim çalakiyan lidar dixin û em van çalakiyên dîrokî û watedar silav dikin. Lê ji bo em vê komploya herî berfireh a dîrokê bi temamî têk bibin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin, divê em hêza xwe ya seferberiyê hîn zêdetir bikin. Bi taybetî jî weke jin divê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi ser bikeve li qadan bin, pêşengtiya pêngavên hatine destpêkirin bikin û her qada jiyanê veguherînin qada têkoşînê. Divê em li her derê û di bin her şert û mercî de tecrîda mutleq a qirkirinê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bixin rojevê û bi biryardarî li dijî vê komploya navdewletî ya li dijî mirovahiyê, jin û gelê Kurd derbikevin û dijminê qirker têk bibin, têkoşîna xwe berfirehtir bikin.

Li ser vê bingehê em bang li tevahiya gelê xwe, bi taybetî jin û ciwanan, dostên xwe û hemû hêzên li dijî sîstemê dikin ku ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û pêşxistina civaka azad, paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêz a jinê li her qada jiyanê ava bikin û bi ruhê çalakiyê yê bênavber têkoşînê geş bikin û ji bo bicihanîna wê bi dil û can bixebitin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar