Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

KJK: DAIŞ bi îdeolojiya Rêber Apo têk çû

KJK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî serkeftina HSD’ê ya li hemberî DAIŞ’ê pîroz kir û wiha got: “Îdeolojî û şerê azadiyê yê Rêber Apo kir ku DAIŞ têk biçe.” Her wiha KJK’ê da zanîn ku bi hêza serketinê divê êdî rizgarkirina Efrînê bikeve rojevê

Koordînasyona KJK’ê derbarê serketina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a li dijî çeteyên DAIŞ’ê daxuyaniyek nivîskî weşand û serkeftina HSD’ê pîroz kir.

KJK’ê diyar kir ku rêxistina hov û dijminê nirxê mirovahiyê DAIŞ ku di sala 2013’yan de hate ragihandin li ser binghea ruhê fedayîtî, fedakarî, ked, lehengî û azadiyê hatiye têkbirin û wiha got: “Berxwedana yekbûyî ya gelên kurd, ereb, suryanî, çerkes û tirkmen îdeolojî û şerê azadiyê yê Rêber Apo kir ku DAIŞ têk biçe. A ku bi vê serketinê re têk çû ne tenê DAIŞ e, di heman demê de AKP jî têk çû ku cotik û hevalbendê herî mezin ê DAIŞ’ê ye. Tifaqa AKP-DAIŞ’ê dixwest li Rojhilata Navîn faşîzma tarî ferz bike, gelên herêmê, çand û jinan qir bike û hegemonya xwe biafirîne. Bi vî rengî li ser xaka Kurdistanê pêşî li felaketa herî mezin a ku dikarîbû bihata ser mirovahiyê hate girtin û dawî lê hate anîn. Ger DAIŞ li Şengal, Kobanê, Heleb – Şêx Meqsûd, Rojava û Sûriyeyê nehatibûya têkbirin, faşîzma tarî ya ku li Rojhilata Navîn xwe dikir dewlet, tifaqa AKP-DAIŞ’ê wê bi kuştina mirovahiyê, gelan û jinan xwe mayînde bikira. Lewma bi serketina li Dêrazorê li dijî DAIŞ’ê hate ragihandin re, tola jinên êzidî yên li Şengalê dîl hatin girtin, tola civaka me ya êzidî, gel û baweriyên ku li Rojhilata Navîn li ber tunebûnê bûn hate hilanîn. A herî girîng jî zemîneke xurt hate afirandin ji bo gel, çand, bawerî û jin li ser vê xakê bi rengekî azad bijîn.”

Jin pêşengî ji rizgarkirinê re kirin

Di daxuyaniyê de KJK’ê da zanîn ku şervanên YPJ’ê din ava şoreşa Rojava de li ser xeta Arîn Mîrkan bû çavkaniyeke mezin a azadiyê û bi lehengî şer kirin û wiha domand: “Li ser bingeha xeta azadiya jinê pêşengî ji xweparastina şoreşa Rojava re kirin. Li dijî artêşa mêrê serdest ê tecawizkar, qirker û faşîst bi berxwedan û sekneke azadiyê ya awarte bersiv hate dayîn. Cara yekê bû ku jin di şer de nebûn mexdûr; xwe û welatê xwe parastin, pêşengî ji şer re kirin û bi vî rengî rastiya jinê temsîl kirin. Sekna azadiyê ya YPJ’ê di dîroka têkoşîna azadiyê ya jinan hemûyan de bû serdemeke girîng û weke destpêkeke nû hate dîtin. YPJ’ê di pratîkê de nîşanî jinên li dinyayê da ku bi zanebûna xwe, bi rêxistinbûn û hêza xwe çawa dikarin sekneke azad biafirînin. Lewma berxwedana jinan a li Şengalê, li Kobanê û Rojava li dijî DAIŞ’ê hate kirin, ji bo jinên dinyayê bû çavkaniyeke mezin a hêvî, hêz û moralê. Di şexsê YPJ’ê de aşkera bû ku jinên kurd li ser bingeha felsefeya azadiyê ya Rêber Abdullah Ocalan çawa bi pêş ketine, çawa kesayetên azad dikarin bên afirandin.”

Divê êdî rizgarkirina Efrînê bikeve rojevê

KJK’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser rizgarkirina Efrînê û ev tişt anî ziman: “Herêmên ku niha DAIŞ ji xwe re kiriye hêlîn, Efrîn, Îdlib û Cerablûs e ku dewleta tirk kontrol dike. Desthilatdariya Erdogan a faşîst qirker niha li van herêman bi DAIŞ’ê re dixebite û planên herî qirêj ji bo têkbirina şoreşa Rojava amade dike. Ji ber vê yekê heta ku Efrîn neyê rizgarkirin, heta ku desthilatdariya AKP-MHP’ê bi dawî nebe dê gelên herêmê û Rojhilata Navîn bi rengekî rasteqîn azad nebin. Lewma bi hêza serketinê ya ku li Dêrazorê hate ragihandin dê êdî rizgariya Efrînê bikeve rojevê.”

Serkeftin li jinan û hemû gelan hat pîrozkirin

Her wiha daxuyaniya KJK’ê wiha bi dawî bû: “Bi navê Koordînasyona KJK’ê em hêzên HSD, YPG û YPJ’ê yên ku ev serketina mezin diyarî mirovahiyê, jinan û gelan kirine silav dikin, pîroz dikin. Şervanên azadiyê hemûyan ên di şerê dijî DAIŞ’ê de şehîd bûn bi bîr tînin. Sersaxiyê ji malbatên wan re dixwazin. Şervanên azadiyê hemûyan ên di vî şerî de birîndar bûn bi rêz û hezkirin silav dikin.” BEHDÎNAN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar