Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

KJK: Dem dema jinan, şoreş û azadiyê ye!

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li  ser Jinan daxuyanî da û diyar kir ku dem dema jinan, şoreş û azadiyê ye

Navenda Nûçeyan

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî daxuyaniyek da û bang li jinên kurd ên li Kurdistanê û derveyî welat kir ku bi çalakiyên xurt û bi bandor li dijî sîstema qirker sekneke xurt nîşan bidin û pêla berxwedanê bilind bikin.

Daxuyaniya KJK’ê wiha ye:

“Bi nêzîkbûna 25’ê Mijdarê re em dibînin ku têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan ji her demê bêhtir mezin bûye. Li çar aliyên cîhanê jin ji bo li ber tundiya mêr rabin tev li nava refên berxwedanê dibin. Ji Kurdistanê heta Afganistanê, ji Misrê heta Perûyê, ji Îngilistanê heta Etiyopyayê, ji DYE’yê heta Awûstralyayê ji her temenî, rengî û neteweyî bi milyonan jin li dijî sîstema baviksalar serî hildane. Bi navê KJK’ê, em hemû avaniyên xwe yên rêxistinbûyî yên li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat silav dikin ku tev li pêngava ‘Li dijî qirkirina jinan dem dema parastina jinên azad û civaka azad e’ bûne. Mîna hin herêmên Rojava cihên ku şoreşa jinan lê berz bûne ku salên 2018 û 2019’an radestî faşîzma dewleta tirk a dagirker hatin kirin, li Afganistanê jî desthilatdarî bi heman rengî radestî Talîbanê hat kirin. Em jî xwişkên xwe yên afgan ên bêtirs li dijî Talîbanê li ber xwe didin, bi daxwaza xwe ya ji bo jiyana azad bi piştevaniyê silav dikin. Silav be ji têkoşîna xweparastina jinan re ku li dijî tundiya mêr ji sînoran derbas bûye! Silav be ji tevgera şoreşa jinan a sedsala 21’ê re ku li dijî mêtingerî, dagirkerî û faşîzmê têkoşîna demokrasî û azadiyê dimeşîne.

Bi pêşwazîkirina 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî ku dê li cîhanê deng vede, em jinên berxwedêr hemûyan ên ku di encama tundiya mêr-dewletê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin. Ji Fermandara YPJ’ê Sosin Bîrhat heta fermandara gerîla ya Fîlîpînê Ella, ji Denîz Poyraz a kurdistanî heta aktîvîsta jinan a afgan Frozan Safî, ji Îzabela ducanî ya polonî heta Sarah Everard a îngiliz, jinên ku bi tundiya mêr-dewletê hatine qetilkirin hemûyan bi bîr tînin û li gorî dirûşma xwe ya ‘Jin, Jiyan, Azadî û NiUnaMenos (Em ê jineke din kêm nebin)’ soz didin ku heta jiyana azad bênavber têbikoşin.

Bi navê Tevgera Azadiyê ya Jinan a Kurdistanê, em Rêberê xwe Abdullah Ocalan silav dikin ku di encama komploya nemerdane ya sîstema hegemon a global de dîl hat girtin û zêdeyî 22 sal in bi rengekî girankirî tecrîdkirî ye. Em sîstema îşkenceyê û dîlgirtinê ya NATO’yê ku li ser tê ferzkirin lenet dikin. Rêber Apo afirînerê Şoreşa Azadiya Jinên Kurdistanê ye ku îro li cîhanê ji jinan hemûyan re bûye çavkaniya sûdwergirtinê. Sedemeke dîlgirtina wî ji aliyê sîstema mêr-dewletperest, sedemeke tecrîdkirina wî ev yek e. Ji ber vê yekê weke tevgera jinan em hilweşandina sîstema îşkence û tecrîdê ya Îmraliyê weke têkoşîneke xwe ya bingehîn dibînin û bang li hemû jinan dikin ku dîwarên zindana Îmraliyê bi hev re hilweşînin.

Hevrê û jinên hêja;

Sîstema serwer a mêr ji bo şikandina berxwedana jinan a mezinbûnê, di nava pêngaveke dijber de ye. Êrîşên bi rêk û pêk, rêxistinî û bêperwa yên li dijî hebûn, maf, îrade, têkoşîn û fikra jinan ji gelek aliyan ve bên nirxandin. Sîstema baviksalar ji aliyekî ve bi faşîzm-olperestî-kapîtalîzmê ji bo tunekirina destketiyên têkoşîna rêxistinbûyî ya jinan ji holê rake, li aliyê din jî mêrên ku xwe weke ferdên vê sîstemê dibînin, ji her demê bêhtir bi xwînxwarî tundiya fîzîkî, zayendî, psîkolojîk li jinan dikin. Hejmareke zêde ya jinên ku di encama şer û koçberiyê de bi tundiya mêr-dewletê re rû bi rû hatine hiştin, li vê yekê zêde dibe. Sîstema bi serweriya mêr ku pê hesiya ye hebûna xwe yekemcar di dîrokê de di vê astê de diheje, hişmendî, îrade û rêxistiniya jinan ji bo xwe weke gefekê dibîne û ji bo tunekirina vê yekê hewl dide jinan û di şexsê jinan de jî civakan bi temamî bike kole.

Jin li hemberî rastiyeke bi vî rengî têkoşîna azadiyê mezin dikin. Jin bi wêrekî, îdîa, hêvî û baweriyeke mezin li dijî sîstema bi serweriya mêr û dewlet, faşîzm, mêtingerî, kapîtalîzm û desthilatdarîperestiya wê, xwe bi rêxistin dikin û li ber xwe didin. Li dijî polîtîkayên sîstema mêr a ji bo kêmkirina jinan, jin hîn bêhtir xwe zêde dikin, têkoşîna xwe gerdûnî dikin û bi avakirina pêlên nû yên raperînê bersivê didin. Li dijî tundiya mêr, li dijî tundiya zayendîperest a ku zêde bûye, li dijî qirkirina jinan, li dijî polîtîkayên kontrolkirina bedena jinan, têkoşîn êdî ne tenê li hin navendan, li her derê tê meşandin. Mîna navê ku li Xwişkên Mîrabel hatiye kirin ku wate dan 25’ê Mijdarê, têkoşîna jinan bi bandora penpenîkê ji sînoran derbas dibe. Ruhê şoreşa jinan ku ji Rojava li tevahiya cîhanê belav bû, ji Şîlî bi hişmendiya ‘Kêmasî ne ji min e, yê tecawizkar tu ye’ bi bas dikeve û li Afganistanê bi dirûşma xweparastina jinan li ba dibe.

Li gel vê yekê em dibînin ku têkoşîna jinan ne tenê weke têkoşînek ji bo mafê jinan dimîne, di heman demê de pêşengiyê ji têkoşîna ekolojîk, edalet, demokrasî û azadiya civakî re dike. Berxwedanên civakî hîn bêhtir bi rengê jinan dixemilin. Ev yek jî nîşanî me dide ku serdema heyî serdema jinan e, her wiha bingeha êrîşkariya sîstema mêr-kapîtalîst radixe pêş çavan. Ya ku tê xwestin pêşî lê bê girtin serdema şoreşa jinan e. Ya ku tê xwestin bê astengkirin pêşengiya jinan e. Sîstema mêr a desthilatdarîperest ji bo vê jî ji her alî ve êrîş dike.

Ji aliyekî ve bi taybetî êrîş li dijî jinên pêşeng tên kirin, bi vî rengî tê xwestin têkoşîna jinan û berxwedana civakî bêpêşeng bê hiştin. Mîna Sakîne Cansiz, Leyla Agirî, Hevrîn Xelef û Zara Alvarez, ji Kobanê heta Pakistanê, ji Kolombiyayê heta Fîlîpînê jinên şoreşger bi rêk û pêk tên qetilkirin, sûîqest li dijî wan tên kirin. Jinên ku li ber sîstemê radibin tên zindanîkirin, îşkence li wan tên kirin, li nava çar dîwaran tên mehkûmkirin û bêdengkirin. Her roj bi dehan, bi sedan jin ji ber ku serî li ber koletiyê netewandine ji aliyê mêran ve tên qetilkirin, bi vî rengî li dijî biryardariya jiyana azad qirkirineke li dijî jinan tê meşandin. Di her kêliya ku em hilmê distînin destdirêjî, destavêtin li hevzayenda me tê kirin, tundiya li dijî jinan di asta epîdemî de belav bûye.

Êrîşên zîhniyeta bi serweriya mêr û sîstema wê ya li dijî jinan, civakê û jiyanê di hin aliyan de weke hev e, di hin aliyan de jî ji hev cuda ne. Bi navê jinên kurdistanî, em sîstema xwe ya xweser di asta ku rengê jinan bide şoreşa me bi rêxistin dikin, lê di heman demê de bi polîtîkayên êrîşê yên berfireh re rû bi rû ne. Faşîzma dewleta tirk a bi serkêşiya rejîma AKP-MHP’ê, ji bo tasfiyekirina şoreşa me ya ku nekarî bi destê DAIŞ’ê tune bike, êrîşî pêşengên me yên jinan dike. Bi rêk û pêk ji bejahî ve bi kujerên kirêkirî û ji hewayî ve jî bi balafirên keşfê yên bi çek jinên me yên pêşeng qetil dike. Siyasetmedarên me yên jin ên pêşengiyê ji têkoşîna demokrasiya radîkal a li dijî faşîzmê dikin, dixe zindanê û bi rêbazên cihêreng hewl dide îradeya wan bişikîne. Her wiha bi kiryarên şerê taybet ên ku dixwazin avaniya civaka kurd bişikîne, hewl dide jinan teslîm bigirin. Bi koçberkirina bi darê zorê hewl dide gelê me ji xaka xwe qut bike, Kurdistanê bêmirov bihêle. Bi dagirkirina rojava û başûrê Kurdistanê re, mîna ku DAIŞ’ê li Şengalê li dijî jinên êzidî kir, polîtîkaya kolekirina jinên kurd dimeşîne.

Bi navê KJK’ê, em bi mezinkirina rêxistiniya xwe, bi bilindkirina têkoşîna xwe û bi pêşvebirina berxwedana xwe bersivê didin van polîtîkayên qirêj ên dewleta tirk a faşîst û hevkarên wê. Bi pêngava xwe ya bi navê ‘Li dijî qirkirina jinan dema parastina jinên azad û civaka azad e’ em berxwedanê birêxistin dikin ji bo her cûre êrîşên qirkirinê pûç bikin û dawî li faşîzmê bînin ku rejîmeke dijminê jinan e. Bi navê KJK’ê em bang li hemû jinên kurdistanî dikin ku li dora pêngava me bicivin û li dijî êrîşên mêr-dewletê yên bi her cûreyî, tev li têkoşîna me ya rêxistinbûyî bibin û bi vî rengî bersivê bidin. Bi taybetî bi wesîleya 25’ê Mijdarê em bang li jinên kurd ên li Kurdistanê û derveyî welat dikin ku bi çalakiyên bi bandor li dijî sîstema qirker sekneke xurt nîşan bidin, pêla berxwedanê mezin bikin. Bi 25’ê Mijdarê re em ê karibin pêngava xwe di qonaxa duyemîn de bilindtir û hîn bêhtir bi bandor bikin. Lê belê weke Tevgera Azadiya Jinan a Kurdistanê têkoşîna me ne tenê bi vê bisînorkirî ye. Em ne tenê ‘li dijî’ zextan xwe bi rêxistin dikin. Ji bo azadiyê, ji bo jiyana azad, ji bo azadkirina jiyanê yanî ji bo şoreşa jinan em xwe bi rêxistin dikin, têdikoşin û li ber xwe didin.

Jinên têkoşer;

Em baş zanin ku baviksalarî hêza xwe ji sîstembûnê, ji belavbûna zîhniyeta xwe li her alî, ji modernîteya xwe ya kapîtalîst werdigire. Wê wextê divê têkoşîna azadiya jinan jî xwe bispêre zîhniyeta azad, sîstema konfederal a jinan, modernîteya demokratîk. Hem weke tevgera jinan a cîhanê asta me ya heyî ya berxwedanê, hem jî li hemberî dozaja êrîşê ya sîstema mêr, bi wesîleya 25’ê Mijdara 2021’ê xusûsên bingehîn ên divê em binirxînin wiha ne; Weke jinên cîhanê ji niha û pê ve em ê xwe çawa birêxistin bikin? Divê em tecrûbeyên xwe, hişmendî, aqil, perspektîf, formên têkoşînê, dînamîk, xeyal, mîrate, biryardariyên xwe bikin yek û pêvajoyeke nû bidin destpêkirin.

Em di demeke welê de ne ku hem serdem serdemeke faşîst e hem jî derfetên pêkanîna şoreşa jinan ji her demê bilindtir e. Ev yek wê ji ber xwe ve nebe, di heman demê de weke tevgerên jinêanasta me ya têkoşînê ya heyî têra pêşwazîkirina vê nake. Pêwîstî bi wê yekê heye ku têkoşîna xwe bi pêş ve bibin û gaveke nû biavêjin. Ev pêngav jî di asta cîhanê de divê rêxistiniya têkoşîna jinan a li dijî baviksalarî, mêtingerî, faşîzm, nijadperestî û kapîtalîzmê, hem ji aliyê hişmendî hem jî ji aliyê çalakiyê ve bilind bike. Ev gav divê ne tenê têkilî û koordînasyona navbera tevger û têkoşînên jinan ên li herêman be. Ji vê bêhtir, ya ku pêwîstî pê heye sîstemeke nû ya jinan e. Têkoşîna azadiya jinan tenê dema xwe ji aliyê rêxistinî û îdeolojîk ve spart sîstema xwe ya xweser hingî dikare sîstema bi serweriya mêr têk bibe. Mebest ji şoreşa jinan bi vî rengî ye. Armanca me ne tenê lawazkirina sîstema mêr e. Dem hatiye ku dawî li vê sîstemê bînin. Dem dema azadiyê ye. Lewma em dibêjin dem ew dem e ku li her devera cîhanê têkoşîna şoreşgerî ya jinan bihûnin, bi rêxistin bikin û mezin bikin.

Sîstema jinan a ku di asta gerdûnî de dikare şoreşa jinan birêxistin bike, em bi navê Konfederalîzma Jinan a Cîhanê ya Demokratîk pênase dikin. Em di wê baweriyê de ne ku ev sîstema xwe dispêre hevsengiya optîmal a navbera qismî û gerdûnî, xwecihî û herêmî, dema ku me ava kir dê sîstema bi serweriya mêr li her derê bê lawazkirin, xweparastina destketiyên me yên jinan bêne mezinkirin, her wiha destketiyên nû jî werin misogerkirin û bi vî rengî dikarin jiyana azad ava bikin. Konfederalîzma demokratîk ku navê têkilî û hevkariya piralî û demokratîk e, ji bo sedsala 21’ê bibe serdema azadiya jinan, dikare bibe bersiva li pirsa sîstema jinan a alternatîf. Em di vê baweriyê de ne. Bi navê KJK’ê em bang li jinên lêgerînerên azadiyê, avaniyên rêxistinî, tevger û rêxistinên jinan ên li çar aliyê cîhanê dikin ku vê sîstema têkoşîna misogerkirina serdema şoreşa jinan bi hev re ava bikin. Bi navê jinên cîhanê em konfederalîzma xwe ya demokratîk ava bikin û pêşî li her cûre êrîşên mêr bigirin. Ji bo bidawîkirina tundiya li dijî jinan, li dijî zîhniyeta mêr a desthilatdarîperest a ku ew afirandiye, em têbikoşin. Li dijî her cûre polîtîkayên dijminê jinan ku dixwaze destketiyên me yên bi têkoşînê hatine bidestxistin desteser bike, em têkoşîna xwe ya rêxistinbûyî mezin bikin. Li dijî êrîşan em xweparastina xwe xurt bikin. Li dijî sîstema baviksalar a 5 hezar salî em sîstema konfederal a jinan ava bikin. Û êdî bêjin dema wê ye; Dema jinan e, dema şoreşê ye, dema azadiyê ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar