Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

KJK: Dewleta tirk êdî wek dewleta ‘terorîst’ tê pênasekirin

Koordînasyona KJK’ê der barê êrîş û komkujiyên artêşa tirk a dagirker daxuyaniyeke nivîskî weşand û wiha got: “DAIŞ’ê ya esasî hikûmeta Erdogan e. Dewleta tirk êdî weke dewleta ‘terorîst’ tê pênaskirin.”

Koordînasyona KJK’ê têkildarî êrîş û dagirkeriya dewleta tirk a bakur û rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

KJK’ê ku bal kişand ser dîroka êrîşê, diyar kir ku êrîşa dagirkeriyê ya dewleta tirk a li dijî Rojava berdewamiya komploya 9’ê Cotmehê ye û wiha got: “Êrîşeke bê wijdan û bê exlaq e ku li dijî kurdan, jinan û gelan hatiye kirin. Raya giştî ya dinyayê bi kurdan, jinan û gelan re ne ku bi lehengî li ber xwe didin. Tirkiye li qada navneteweyî tecrîd bûye û ji niha ve bi navê dewleta terorîst tê pênaskirin.”

Di daxuyaniyê de KJK’ê destnîşan kir ku êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî xaka bakur û rojhilatê Sûriyeyê ji bo rizgarkirina DAIŞ’ê ye, ji bo avakirina xîlafetê ye û wiha domand: “Hikûmeta faşîst a Erdogan dixwaze DAIŞ’ê zindî bike û hem li dijî dewletên Ewropayê hem jî li dijî Îran, Îsraîl û dewletên herêmê bi kar bîne. Ev yek rewşeke aşkera ye. DAIŞ a esasî hikûmeta Erdogan bi xwe ye.”

KJK’ê di daxuyaniya xwe helwesta Amerîkayê ya li dijî êrîşan weke helwesteke bêexlaq û bêwijdan pênase kir û da zanîn ku dê ev helwest wek rûreşiyekê di dîroka mirovahiyê de bê bibîranîn.

KJK’ê ragihand ku gelên bakur û rojhilatê Sûriyeyê, jinên herêmê bi hêza xwe û bi piştevaniya xurt a raya giştî ya cîhanê li ber xwe didin û wiha pêde çû: “Bi felsefeya berxwedan jiyan e sekneke bi rûmet nîşan didin. Êrîşên xwînxwarî yên dewleta tirk wê ji aliyê hêzên bakur û rojhilatê Sûriyeyê ve bên têkbirin. Gel û jinên li pey azadiyê ne wê bi ser bikevin. Berxwedana gelê kurd berxwedana hêvî û hesreta mirovahiyê ye. Li ser vê bingehê beriya her tiştî em berxwedana hêzên HSD, YPG û YPJ’ê, berxwedana jin û gelên bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi coş silav dikin. Serketin wê teqez a hêzên bi rûmet ên berxwedêr be.”

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku çeteyên dewleta tirk di vî şerê qirêj de di 12’yê Cotmeha 2019’an de Sekretera Giştî ya Partiya Paşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef li pêş çavên hemû cîhanê bi rengekî hov qetil kirin û wiha hat gotin: “Di şexsê Hevrîn Xelef de êrîş li dijî jinên ku dixwazin bi rengekî azad bijîn, êrîş li dijî jinên xwedî îrade hate kirin. Êrîş li dijî şoreşa jinê, li dijî kesayetiya azad û wekhev a jinan hate kirin. Çeteyên DAIŞ’ê yên dijminê jinê careke din sekna xwe ya dijminatiya li mirovahiyê û demokrasiyê û dijminatiya li jinê nîşan dan. Ji bo bîranîna Hevrîn Xelef dê berxwedana me û kare me bi biryardariyeke mezin bidomin.”

Her wiha KJK’ê ji bo pêkanîna yekitiya neteweyî ya kurd bang kir û diyar kir ku ew encax dikarin bi yekitiyê ji êrîşan re bibin bersiv.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar