Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

KJK: Dewleta tirk li ber çavên cihanê sûcê şer dike

Koordînasyona KJK'ê diyar kir ku dewleta tirk li pêş çavên tevahiya cîhanê êrîşî Rojava dike û wiha got: “Dewleta faşîst a tirk li hemberî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcê şer dike.”

 

Koordînasyona KJK’ê têkildarî êrîşên dewleta tirk daxuyaniyek weşand. KJK’ê daxuyand ku dewleta faşîst a trik rûyê hîn hovane û ketî yên mejiyê DAIŞ’ê li hemberî gelên Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê nîşan dide û wiha hat gotin: “Bi hewldanên ji bo birîna rehên jiyanê yên gelê me, bi hewldana koçberkirin, penaberkirin û guhertina demografiyê raxistiya berbiçav û şênber a polîtîkayên xwe yên dijminatiya li kurdan nîşan da. Av, elektrîk û genim jî di nav de ku pêwîstiyên bingehîn ên jiyana mirovan e, bombe li rehên jiyanî yên civakê barand û bêkêr kir. Em hemû şehîdên ku di êrîşên qirkirin, hovane, li dijî mirovahiyê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr tînin û soz didin ku di têkoşîna xwe de xwedî li bîranîna wan derkevin, soz didin ku têkoşîna ew di oxira wê de şehîd bûn, bi ser bixînin. Em sersaxiyê ji malbatêdn wan û gelê xwe re dixwazin.”

Daxuyaniya Koordînasyona KJK’ê bi vî rengî dewam kir:

“Li pêş çavên tevahiya cîhanê, dewleta tirk li Rojava bi rengekî şênber sûcê şer kir. Cîhanê çavê xwe li vê rastiyê girt. Hêzên emperyalîst hegemon û netewe dewletên statukoparêz ên herêmê ji bo berjewendiyên xwe bêdeng û bêhelwest man, di heman demê de piştgirî dan vê yekê. Em jin û gel bi vê rastiyê zanin û haya me jê heye. Lê belê derdor, rêxistin û hêzên ku xwe weke çep, sosyalîst û alîgirên bindestan pênase dikin û îdîa dikin ku di vê oxirê de têdikoşin, li pêşberî vê yekê bêdeng û bêhelwest man ku ev yek cihê şermê ye û nayê qebûlkirin. Her wiha bêhelwestiya hin sazî û partiyên Kurd bi taybetî jî yên li Başûrê Kurdistanê, ne rast e ku weke tirsrê yan jî xweparastinê bê pênasekirin an jî bi vî rengî bêne qebûlkirin. Rewşa ku dijmin Kurd xistiye nav, ji bo hinekan tirs an jî xweparastin jî be, eşkere ye ku ji bo hinekan jî nokerî û xiyanet e.

Dewleta tirk a faşîst bi derûniya têkçûnê û xitimandinê êrîş dike û sûcên şer dike. Zarokan, jinan û jinên 65 salî qetil dike. Weke Tevgera Azadiyê ya Jinên Kurdistanê em ê ne tenê van êrîşan şermezar bikin, di heman demê de em ê her zemîna ku gelê me û jin lê ne, li dijî vê hêza faşîst bikin qada berxwedan û têkoşînê. Em careke din diyar dikin ku em ê hesabê qetilkirina gelê Kurd û tunekirina qadên jiyanê bipirsin.

Weke ku di mînaka Hevrîn Xelef û gelek mînakên mîna wê yên li Rojava hate dîtin, dewleta tirk bi têgihiştina ruhê DAIŞ’ê jinên kurd weke xenîmet û malzemeya şer dibîne, bi wî rengî nêzîk dibe. Weke nîşaneya vê yekê jî di pêvajoya xwerêveberiyê de di serî de hevala Ekîn Wan bedena bi dehan jinan tazî kir, teşhîr kir. Dîmenên bi heman rengî li gelek qadên şer jî hatin dîtin. Em heman dîmenê di şerê li Balkanan, di şerê navbera Ermenistan û Azerbaycanê û herî dawî jî di şerê navbera Hamas û Îsraîlê de dibînin. Bedena jinên sivîl û leşker ên hatin qetilkirin têne tazîkirin, teşhîrkirin ku ev yek nêzîkatiyeke qirêj û ketî ye, kiryareke ji mejiyê DAÎŞ’ê û faşîzmê ye. Kî bi kîjan nav û nasnameyê dike bila bike, ev êrîşên ketî yên li dijî jinê êrîşa faşîst û mêr ê serwer e, em şermezar dikin û dibêjin ku divê helwesteke bêeman bê nîşandan, li ber rabin. Em bang li jinan hemûyan dikin ku li hemberî vê helwesta dijî mirovahiyê, şermê û ya herî rezîl a mêrtiyê, dengê xwe bilind bikin.

Aşkera ye ku êrîşa qirkirinê ya dewleta tirk a li ser gelê me yê li Rojava dewameke komployê ye ku 9’ê Cotmeha 1998’an li hemberî Rêberê me hate kirin. Divê gelê me, jin û ciwan her qada ku lê ye weke qada rewa ya têkoşîn û parastinê bibînin û bersivê bidin. Bêhelwestî û bêdengî tê wateya bêdengiya li hemberî qirkirin û komployê. Di serî de Bakur, Başûr, Rojhilat, Rojava û Ewropayê divê li her derê û li her zemînê têkoşîn bê bilindkirin. Wezîfeya her welatparêzên kurd û mirovî ye ku bi zimanê jê fêhm dikin bersivê bidin. Li hemberî polîtîka û êrîşên li ser kurdan ku dixwazin ji aliyê siyasî, madî û manewî ve tune bikin, divê em çalakiyên xwe yên polîtîk, aborî û manewî pêk bînin, bersiveke xurt bidin û têk bibin.

Em bang li jinên cîhanê û gelên bindest dikin ku li hemberî vê êrîşa qirkirinê helwesteke hîn xurt nîşan bidin. Bi helwest û çalakiyên xwe li gel Şoreşa Jinê ya Rojava bisekinin û têbikoşin.

Di serî de DYA em bang li hêzên koalîsyonê dikin ku dest ji polîtîka û durûtiya xwe berdin ku Kurdan li hemberî dewleta tirk weke amûreke bikaranînê dibînin, dest ji helwesta xwe berdin ku Kurdan ji bo berjewendiyên xwe feda dikin. Em dibêjin ku em vê helwestê qebûl nakin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar