Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

KJK: Divê her mal bibe dibistaneke kurdî

Komîteya Perwedehiyê ya KJK’ê bi wesîleya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê daxuyaniyek weşand û got “Divê her mal bibe dibistaneke ku ziman û çanda kurd lê tê geşkirin.”

Komîteya Perwedehiyê ya KJK’ê bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya KJK’ê de ev tişt hat diyarkirin:“Zimanê dayikê, remza nasname û çanda gelan e, mafê herî xwezayî û pîroz ê mirov e. Bi taybetî ji bo me gelê kurd, wekî kedkarê rasteqîn ê zimanê kurdî Rêber Apo ku bi têkoşîn û hewldaneke dijwar deriyê pêşketinê li zimanê me vekir, hişmendiya xwebûn û azadiyê li nav me belav kir, di vê roja xwedî derketina li zimanê dayîkê ya 21’ê Sibatê de em destpêkê wî bi rêzdarî û minet silav dikin, deyndariya xwe ya li hemberî Rêber Apo diyar dikin. Her wisa di kesayeta dayikên me yên ku ji bo nirxên me yên çanda civakî-netewî winda nebin zarokên xwe bi zimanê kurdî mezin kirin û didin perwerdekirin de em tevahî mamoste û kedkarên zimanê kurdî yên li her çar beşên Kurdistanê û derveyî welat silav dikin, vê rojê li hemûyan pîroz dikin.

Roja 21’ê Sibatê wekî roja zimanê dayîkê ya navneteweyî xwediyê girîngiyek jiyanî ye. Zimanê dayîkê bi esasî nasnameya civakî ya mirov ava dike. Ziman tenê amûreke danûstandinê nîne, bi esasî wekî nirxeke civakî dîrok, çand û nasnameya gelan a neteweyî şênber û domdar dike. Bi taybetî ji bo gelê kurd ku sed sal zêdetir e ji mafê perwerdeya zimanê dayîkê bêpar hatiye hiştin, girêdayî polîtîkaya înkar û tunekirinê her tim rastî êrîş û hewldanên bişaftinê hatiye. Hêzên dagirker ên li ser erdên Kurdistanê, ji bo hafiza me ya civakî felç bikin heta roja îro jî mafê perwerdeya zimanê dayîkê bi fermî qebûl nekirine. Di bin van êrîşên qirkirinê de elbet sekin û xebata kedkar û mamosteyên zimanê kurdî çi li wargeha Şehîd Rûstem, çi li bakurê Kurdistanê, çi li rojavayê Kurdistanê, çi li rojhilatê Kurdistanê, çi li başûrê Kurdistanê, çi jî li derveyî welat her tim hêjayî teqdîrê ye. Em dizanin her kedkar û mamosteyeke/î zimanê kurdî di nava bêderfetî û astengiyên zehmet de, bi baweriyek mezin, bi hişmendiya welatê azad û civaka azad ji bo parastina vê nirxa civakî-dîrokî dixebite. Girêdayî vê heqîqetê pêwîst e em vê roja zimanê dayikê ya navneteweyî ya 21’ê Sibatê, wekî gelê ketî xeta xwebûnê hîn bi zanistî pêşwazî bikin, vê rojê bikin roja xurtkirina têkoşîna zimanê dayîkê û parastina tevahî nirxên neteweyî. Wekî gel divê em ji bo azadiya xwe, ji bo parastin û pêşxistina ziman, çand, dîrok û nasnameya xwe bi xwe bawer gav bavêjin, hêviyê ji tu hêzeke derve nekin.

Roja îro rastiyek heye ku, hêzên desthilatdar bi tu awayî mecala azadiyê nadin gelan. Em binêrin; Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) jî, tenê saziyeke girêdayî bernameyên hêzên desthilatdar ên dewletan dixebite. Lewre her sal tenê nexşe û tabloyên felaketê yên bi serê ziman û çandên gelan de tên aşkere bike jî, ji ber hewldaneke vê saziyê ya parastin û pêşîvekirina zimanê dayikê ya gelan nîne, gav bi gav ev nexşe û tabloyên felaketê yên aşkere dike jî wateya xwe namîne. Ji bo wê, her gelê bixwaze nirxên xwe yên civakî domdar bike, pêş bixe û dewrî nifşên xwe yên nû bike, şert e ji tu hêzeke derve hêvî neke, li benda çareseriyê nemîne, ew bi xwe rojeva xwe destnîşan bike. Roja îro mirovahî giştî di nav berjewendiyên sermayedaran de qeyran û aloziyên cidî jiyan dikin. Di pêvajoyek wiha de gelê ku xwe neparêze, li xwe xweyî dernekeve, elbet wê ji tunebûnê rizgar nebe. Ji bo wê pêwîste her malbateke kurd, bi zanista ku “ziman hebûn û nasnameya mirov e”, destpêkê mala xwe bike fêrgeha ziman û çanda kurdî.

Li ser vê bingehê, bi munasebeta 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî, di serî de jin û dayîkên kurd, em bang li tevahî gelê xwe dikin ku, li dor mamoste û kedkarên ziman hîn bêhtir bibin yek, piştgiriya pêwîst raber bikin, berê xwe û zarokên xwe bidin perwerdeya zimanê kurdî, heta mafê perwerdeya zimanê dayikê bigihe statuyeke fermî bênavber xebat û têkoşîna xwe bilind bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar