Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

KJK: Divê têkoşîna jinan a gerdûnî bidome

Koordînasyona KJK’ê bi wesîleya 25’ê Mijdarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku çalakiyên xurt tên kirin û bang kir ku divê hevgirtina jinan a gerdûnî li her derê bidome

Koordînasyona KJK’ê bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan daxuyaniyeke nivîskî weşand. KJK’ê diyar kir ku bi wesîleya 25’ê Mijdarê bi hêrsa li hemberî tundiya mêr çalakiyên xurt hatine kirinn.

Di daxuyaniya KJK’ê de ev tişt hate gotin:

“Li ku dera cîhanê dibe bila bibe, em hemû jinên ku ji bo aştî, edalet, wekhevî, azadî û demokrasiyê daketine qadan ji dil silav dikin.

Jinan li Kurdistan, Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê bi bîr, bawerî û biryardariya xwe daxwazên xwe anîne ziman û hevgirtineke xurt a avakirina jiyaneke azad ava kirine.

Pêla tundiyê

Faşîzm ji Amerîkaya Latîn heta Rojhilata Navîn li her derê êrîşî gel û civakan dike. Lê çalakî û hevgirtina jinan redkirina feraseta mêrane xurt kirine û jiyana azad a wekhev xurt bûye. Li Tirkiye û Kurdistanê çalakî di bin dorpêç û êrîşa polîsan de domiyaye. Ligel vê jî jin ji bo ku destkeftiyên jinan biparêze û xwedî li mafên xwe derkevin daketin qadan û tundiyê şermezar kirin.

Li Tirkiye û Kurdistanê ji ber ku dewlet tundiyê teşwîq dike, her roj jinek tê kuştin, bi hezaran jin tên îşkencekirin û bi sed hezaran jin hejar tên hiştin. Tundî ji aliyê hikûmeta AKP’ê û şefê faşîzmê Erdogan ve rojane tê hilberandin. Asta rêxistinkirina jinan û saziyên ku hatine avakirin êdî pêşiya wê nayê girtin. Jin dibînin ku li ser wan êrîşên îstîsmar, tecawiz û qirkirin heye û li hemberî vî tiştî li ber xwe didin.

Divê hevgirtina jinan a hevpar were geşkirin

Dewleta tirk ji xeynî qirkirinê tu hilbijartineke din li Kurdistanê nake û dixwaze daxwazên jinan ên rewa terorîze bike. Bi polîtîkaya qeyûm êrîşî pergala hevserokatiyê dike. Ew jî dizanin ku ev pergal ji bo jinan deskeftin e. Ji bo ku ev pergal li her dera Tirkiyeyê giştî nebe, dixwaze li Kurdistanê bixeniqîne.

Li hemberî van êrîşan tişta ku divê were kirin divê jinên Tirkiyeyê tevî jinên Kurdistanê berxwedanê geş bike. Heke jin vê berxwedanê xurt bikin dê li Tirkiye û Kurdistanê cînayetên li ser jinan, îstîsmarkirina zarokan, tacîz û tecawiz, hejarî û tundiya ekonomîk kêm bibe. Ne nêzikatiyên nijadperestî û ne jî nêzikatiyên zayendîparêz û dînparêz divê nekeve pêşiya vî tiştî.

Êrîşên desthilatdariyên faşîst

Desthilatdariyên faşîst herî zêde êrîşê dibin ser jin û zarokan. Li gelek deverên dinyayê di şer de qirkirina civakan û qirkirina jinê bi hev re tên kirin. Mînaka herî berbiçav a vê yekê jî hunermenda pandomîm Danîela Carrasco ye, ku ji ber tev li çalakiyên şermezarkirina rejîma faşîst a Şîlî bû û pêşengî ji çalakiyan re kir, bi rengekî hovane hate qetilkirin. Her wiha rojnameger Albertîna Martînez yek ji wan mînakan e ku ji ber êrîşên li Şîlî ji dinyayê re radigihand û hewl dida rastiyê binivîsîne hate qetilkirin. Yek ji êrîşên faşîst li Rojava hate kirin ku Hevrîn Xelef hate înfazkirin, êrîş li cenazeyê Amara Kobanê hate kirin, jinên şervan ên revandin Tirkiyeyê di bin ala tirk de wêneyên wan hatin kişandin, milîtanên YPJ’ê yên birîndar hatin înfazkirn. Li Îranê mamoste Zehra tenê ji ber ku kurdî hîn dikir bi cezayê darvekirinê tê darizandin û di çalakiyên şermezarkirina rejîma Îranê de bi dehan jin bûn hedefa tundiyê û hatin girtin. Li Bolîvyayê jî destavêtin û komkujî li jinên xwecihî hate kirin. Li kîjan devera dinyayê dibe bila bibe faşîzm destpêkê êrîşî bedena jinê û nirxên jinê dike. Bi vî rengî hewl dide tolê hilde.

Jin divê li her deverê rabin ser pêyan

Lewma li kîjan devera dinyayê dibe bila bibe divê jin rabin ser pêyan û bikevin nava liv û tevgerê. Bi şiyara ‘Em yek ji bo hemûyan, hemû ji bo yekê’ bi bandora pinpinîkê em piştevaniya jinê ya gerdûnî ji sînoran derbas bikin û li her deverê herdemî bikin.

Bi wesîleya 25’ê Mijdarê jinên ku ji bo mafên jinan, ji bo azadiya jinê hewl didin, çalakiyan dikin, dinivîsînin, hunerê dikin û li ber xwe didin, çalakiyên wan hêja û watedar in. Em careke din jinan hemûyan bi taybetî jinên kurd silav dikin û serketinê ji wan re dixwazin. Em pê piştrast in ku çalakiyên we wê ne tenê rojekê bin, wê her roj têkoşîn bi eşqê bidome.” ANF

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar