Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

KJK: Em ê bi berxwedana xwe azadiya Rêberê xwe pêk bînin

Koordînasyona KJK'ê bi wesîleya salvegera Komploya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek weşand û got, "Em ê bi têkoşîn û berxwedana xwe, azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe pêk bînin.”

Koordînasyona KJK’ê bi wesîleya salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin. “Em ketin sala 25’emîn a komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê me Abdullah Ocalan. Bi vê minasebetê di serî de şehîdên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ em hemû hevrêyên xwe yên ku di berxwedana li Zap û Avaşînê ya li dijî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê de şehîd bûne, bi rêzdarî bi bîr tînin.

Dema ku em ketin sala 25’emîn a komploya navneteweyî, li Kurdistanê bobelatake mezin a erdhejê pêk hat. Di vê erdhejê de bi deh hezaran mirovên me jiyana xwe ji dest dan û bi deh hezaran jî birîndar bûn. Em sersaxiyê ji malbatên kesên di vê erdhejê de jiyana xwe ji dest dane û ji birîndaran re jî şifaya xêrê dixwazin. Di vê bobelata erdhejê de rûyê hov ê dewletê yê li hemberî civakê û bi taybetî jî ya li dijî kurdan derket holê. Dewlet her çiqas bi fesadî, bêhiqûqî û xemsariya xwe rê li ber pêşketina qetlîamên bi vî rengî vekir jî, piştî erdhejê destwerdanên di cih de û têrker nekirin, rûyê xwe yê  bêberpirsiyar, gemar û hov careke din derxist holê.

Dewlet li dijî gel û jinan e

Avaniya dewletê bi xwe avahiyek li dijî gelan û jinan hatiye organîzekirin. Ji bo parastin û pêşvebirina berjewendiyên çend serdestên mêr hatiye avakirin. Bi taybetî dewleta tirk li ser esasê îmha, înkar û asîmîlekirina gelê kurd ava bûye. Di vê çarçoveyê de dewleta tirk bi derengî çû qada erdhejê, alîkariyên ji bo van herêman asteng kir. Ev tişt têkiliya xwe bi karakterê qirker ê dewleta tirk heye.

Ji ber vê yekê em hemû gelê xwe yên ku ji bo vê bobelata erdhejê ya di rojên komploya navneteweyî de pêk hat, alîkarî kirine silav dikin. Em gelê xwe pîroz dikin. Ji bo derbaskirina vê bobelatê alîkariya gelê me ya bi hêza xwe diyarker e. Divê gelê me û jin bêyî ku ji dewletê hêvî bikin, bi avakirina hêza xwe û birêxistinkirina xwe re bibin alîkar. Divê ji bo mexdûran lêkolînên berfirehtir û bi bandortir bên kirin.

Rêbertiya me di parêznameyên xwe de diyar kir ku polîtîkayên dewlet û hêzên desthilatdar jiyana mirovan çiqasî bê qîmet kiriye û mirov, xweza û jin kirine obje.

Sedema pêşxistina komploya navneteweyî ev e ku paradîgmaya Rêbertî dostê mirov, jin û xwezayê ye. Di parêznameyên Rêbertiya me de pêşxistina jiyaneke ekolojîk, demokratîk û edalet a li ser xeta jinan esas e. Di paradîgmayê de ev tê armanckirin ku gelê me, jin, gelên herêmê û baweriyên me bi modela neteweya demokratîk bi hev re bijîn. Weke erkên exlaqî, wijdanî û şoreşgerî hat diyarkirin ku bi hêza xwe dawî li îstîsmara netewe dewletan a li ser civakê bînin, wekhev û azad bijîn û di vê çarçoveyê de li dijî pêkhateyên ku her roj zext, zor û îstîsmar li ser wan heye jî helwestekê diyar bike.

Li gorî vê yekê sedsala 21’emîn; jinek ku weke sedsala azadiyê dijî, em niha hîn baştir fêm dikin ku di esasê komploya ku li dijî Rêberê me Abdullah Ocalan hatî kirin de, di heman demê de li dijî azadiya jinan çawa hatiye pêşxistin.

Hewldan û xebatên jinan ê ji bo azadiyê, ji sîstema modernîst re bûye kabûs. Modelê jiyana netew-dewletê li ser mêrê serwer-jina kole şekil girtiye.

Rêber Apo avahiyên civakî ên li ser esasê koletî-serweriya di navbera jin û mêr de hedef girt. Evane parçe kirin û alternetîfa xwe pêş xist. Alternatîf ne tenê bi gotin û nêzîkatiyê dirûşmeyî ye. Di nava pratîkê de, destpêkê ji xwe dest pê kir û belavî derdora xwe kir, kêlî bi kêlî sererast kir û pêş xist. Ev rêbazek herî radîkal û encamgir bû.

Bi xeta azadiya jinan ya di aktîvîteyên jiyana rojane pêş xistî de, jinên kurd, gelê me û gelên Rojhilata Navîn û jin gelek pêş ketin. Qasî ku jinan zanebûn, îrade, bawerî û kêrhatin qezenc kir hêza cewherî û potansiyela afirîner derket holê. Li qadên ku ji bo jinan hatî qedexekirin, dihat gotin ku nikare hêz bide û ava bike, leşkerî, siyasî û hemû qadên jiyanî yên civakê ketinê. Bi derketina holê ya kêrhatin, înîsiyatîf û eqilê cewherî ya jinan, di civakê de zanebûn, îrade û baweriyek mezin ava bû. Jinên azad bûn û pêş ketin, li her aliyê civakê karîn bibin çavkaniya îlhama azadiyê. Di esasê komploya navneteweyî de, israra Rêbertiya me ya di azadiyê de bû.

Komplo

Lewma komploya ku li dijî Rêbertiya me hatî pêşxistin, di heman demê de komployek e ku li dijî xeta azadiya jinan û têkoşîna wê hatiye pêşxistin.

Weke ku tê zanîn ji avabûna PKK’ê û vir ve, me weke jinên kurd di têkoşîna xwe ya azadiyê de pêşketinên mezin bi dest xist. Ne tenê ji bo azadiya jinan. Ji bo azadiya civakê jî rolên mezin hatin lîstin. Tên lîstin. Evane hemû bi saya Rêbertî û şehîdên me pêş ket. Xeta azadiyê ya Rêbertiya me îro bi jinên kurd re sînordar nema. Bû gerdûnî. Îro xeta azadiyê ya Rêbertiya me, bûye manîfestoya gelê kurd, gelan, komên baweriyan yên cur be cur û ji bo hemû mirovahiya ku li ser esasê jinan dixwaze azad bibe, bûye manîfesyona jiyan û têkoşînê.

Lewma têkoşîna me ya azadiya jinan komploya navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an, bi berxwedan û xebatên xwe rawestand, pûç kir. Kariye ji gel, gelên me û jinan re bibe çavkaniya hêviyê.

Azadiya fîzîkî hedefa sereke ye

Li gorî vê yekê sala 2023’yan wê bibe sala ku fikrên azadiya Rêbertiya me û yên modernîteya demokratîk hîn bêhtir belav bibe û were qebûlkirin. Hedefa me ya sereke mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me ye. Li cîhanê û Rojhilata Navîn ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me bi milyonan mirov dixebitin. Îsal wê bibe salek a ku gelê me, gelên Rojhilata Navîn û hemû dostên me yên li cîhanê wê bi pêşengiya jinê hîn zêdetir bên ba hev û ji azadiya Rêbertiya me hîn zêdetir têkoşîn were kirin. Li ser vî esasî jî em hewl didin bixebitin û têbikoşin ku hemû mirovahî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertiya pir bi bandor bixebitin. Em ê azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe bi têkoşîn û berxwedana xwe mîsoger bikin. Em ê fikrên Rêbertiya xwe li her çar aliyên cîhanê belav bikin.

Geşkirina berxwedanê û avakirina jiyana azad

Em bang dikin ku em di nav refên azadiyê de bibin yek, berxwedanê geş bikin û jiyana azad ava bikin. Li ser vî esasî em ê teqez Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêbertî, jin, gel û gelên me hatî kirin, pûç bikin. Em ê bi xebatên xwe dîwarên Îmraliyê parçe bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar