Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

KJK: Em ê têkoşînê geştir bikin

KJK’ê diyar kir ku di 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de wê pêngava ‘Li hemberî qirkirina jinan dem dema parastina jinên azad û civakê ye’ bigihêje lûtkeyê

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistan (KJK) bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û banga çalakiyan kir.

Daxuyaniya KJK’ê de wisa ye:

“Bi wesîleya Roja Jinan a Cîhanê ya sala 2022’an li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û li her dera dinyayê em hemû jinên li hemberî feraseta mêrserwer û pergala wê ya mêtinger li ber xwe didin, silav dikin.

Têkoşîna me ya azadiya jinan ji Sarayan heta Rosayan, ji Leylayan heta Berta, Denîz û Meenayan li ser bingeha ked, fikr, berxwedan û bîranîna jinan geş dibe û digihêje asta şoreşa jinan.

Li Kurdistanê dema ku em pêşengiya şoreşa jinan û xweparastina wê dikin sala borî hevalên me yên jin Sosin Bîrhat, Nûjîn Amed, Tolhildan Raman, Sozdar Cûdî û Şîlan Goyî  di êrişên qirkirinê yên faşîzmê de hatin qirkirin. Di şexsê van hevalan de em hemû şehîdên xwe bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê hesreta wan bi cih bînin. Em bi hezkirin û hesret Rêber Apo silav dikin, hêzên komploger nalet dikin û careke din diyar dikin em heta ku pergala tecrîd û îşkenceyê ya Îmraliyê parçe bikin wê têkoşîna me bidome.

Di vê pêvajoyê de ya ku em jê derbas dibin nîşanî me dide ku li ser esasê têkoşîna rizgariya jinan a radîkal jiyana azad dikare pêk were. Dema em li dora xwe dinihêrin em dibînin ku şer, dagirkerî, milîtarîzm, polîtîkayên koçberkirinê, şîddet, hejarî, qetlîamên xwezayê li her dera dinyayê derdikeve pêşberî me. Ev awayên xweîfadekirinê yên modernîteya kapîtalîst ne bi tenê li Kurdistan û Rojhilata Navîn li her dera dinyayê derdikeve holê û ev tişt bingehên pergala mêrserwer e. Heke pergala cîhanê ya mêrserwer û kapîtalîst li Kurdistan, Efganistan û Ukraynayê xwe dide nîşandan, nexwe asta wê ya tengijînê jî gelekî bilind bûye. Ev ji jinan û gelan bi qasî ku firsendeke stratejîk diyar dike di heman demê de xetereyan jî bi xwe re tîne.

Di dawiya sedsala 20’an de Rêber Apo ji bo sedsala 21’emîn got ‘Wê bibe sedsala azadiya jinan’ îro li her derê dinyayê ji aliyê têkoşîna jinan a rêxistinkirî tê avakirin, gel û hêzên demokrasiyê ji her demê zêdetir xwedî lê derdikevin. Ji ber ku tê dîtin têkoşîna azadiya jinan, îro pêşengiya têkoşîna demokrasî, ekolojî û azadiyê dike. Têkoşîna jinan îro hatiye asta ku hemû têkoşînê li dijî pergalê temsîl bike. Ji ber vê divê têkoşîna azadiyê ya jinan divê bibe hêza stratejîk a bingehîn a hemû tevgerên civakî û bigihêje asta rêxistinbûnê ya vî tiştî.

Êrîşên destkeftiyên jinan dikin

Me ji bo asta ya xwe ya rêxistinbûnê xurt bikin û li hemberî êrişên faşîst û mêrserwer têkoşîna azadiya jinan geş bikin me pêngava ‘Li hemberî qirkirina li ser jinan dema parastina jin û civaka azad e’ da destpêkirin. Bi 8’ê Adarê re vê pêngava me wê bigihêje asta herî bilind û gelek sedemên şênber ên vî tiştî heye. Yek jê li Kurdistanê li hemberî êrîşên faşîst û mêrserwer hene ku dixwazin destkeftiyên jinan ji holê were rakirin. Li Kurdistanê ev rastî bi sûîkast, polîtîkayên qirkirina siyasî, qirkirina jinan,  tacîz û tecawiza li ser jinan xwe dide der. Di saleke borî de qetilkirina Denîz Poyraz, li Kobanê Endamên Jinên Ciwan bi droneyên tirkan bûn hedef, Garîbe Gezer, Aysel Tûglûk û Zeynep Celaliyan di serî de li ser jinên berxwedêr ên di girtîgehan de îşkence tê kirin û destlêdana parlementera HDP’ê Semra Guzel hat rakirin. Em jin li hemberî van êrîşên faşîst ên pircureyî divê em xwe bi rêxistin bikin û xweparastina xwe pêk bînin. Dema ku civakek rêxistinkirî be, dikare hebûna xwe biparêze û azadiya xwe pêk bîne.

Em ê têkoşînê geştir bikin

Aliyê duyemîn ê stratejîk a pêngava me jî ev e ku li dijî rejîma faşîst a AKP û MHP’ê di serî de, hêzên kapîtalîst ên herêmî û navneteweyî li qadên ku civakîbûna li ser esasê kurdbûna azad geş dibe, polîtîkayên qirkirinê pêk tîne. Divê em li hemberî van polîtîkayên qirkirinê bin û jiyana azad a li vir biparêzin. Mirov bala xwe bidê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Mexmûr û Şengalê ya ku bi pêşengiya jinan berxwedan tê kirin û xeta Kurdên Azad xwe ava dike, êrîşên qirkirinê zêdetir dibin. Hêzên hegemonya kapîtalîst a global û hevkarên wan ên li herêmê ji bo ku di sedsala 21’emîn de kurd pergalên xwe yên xwerêveberiyê ava nekin, bi hev re dixebitin. Li Kurdistanê jiyana azad ji aliyê têkoşîna jinan a rêxistinkirî tê avakirin. Ji ber vê jî parastina vî tiştî herî zêde jî peywira dîrokî ya jinan e. Em KJK bi wesîleya 8’ê Adarê careke din diyar dikin ku em ê tu carî dev ji jiyana azad bernedin û em bang li hemû pêkhateyên tevgera xwe ya konfederal dikin ku bila têkoşîna jinên azad û civakê geştir bikin.

Divê tecrîd were parçekirin

Aliyekî din ê stratejîk a pêngava me jî ev e ku divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were ango divê pergala îşkence û tecrîdê ya Îmraliyê were parçekirin. Beriya 8’ê Adarê di 15’ê Sibatê de jî ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî em daketibûn qadên çalakiyan. Li hemberî komploya navneteweyî, ji bo em dîwarên Îmraliyê parçe bikin, pergala tecrîd û îşkenceyê ji holê rakin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin, em pêngava xwe geş bikin. Dem dema azadiyê ye!

Wekî li Kurdistanê jî di avakirina jiyana azad a demokratîk de divê mêr jî xwe biguherînin. Heke li cihekî destkeftiyên jinan hebe ev nayê vê wateyê ku mêran li wir xwe ji feraseta mêrserwer rizgar kirine. Divê mêr jî xwe ji feraset, hiş û helwesta serwer, desthilatparêz û mêtinger rizgar bikin. Divê li ser felsefeya ‘kuştina mêrê serwer’ a Rêber Apo tev li nav jiyanê bibin û li ser vî esasî nêzî 8’ê Adarê bibin.

Ji 8’ê Adarê ber bi Newrozê

8’ê Adarê divê ji aliyekî wekî roja geşkirina têkoşîna li hemberî faşîzm, feraseta mêrserwer be û ji aliyê din ve jî divê wekî rêxistinkirin, afirandina qadên jiyana azad a alternatîf û avakirina pergala jinan were fêmkirin. Em 8’ê Adarê wekî civakîkirina pêngava ‘Li hemberî qirkirina jinan, dema parastina jin û civaka azad e’ pêşwazî dikin û ji bo gelên Mezopotamyayê jî wekî ketina meha Adarê ya tê wateya berxwedan, hêvî û azadiyê dibînin. Divê em ji 8’ê Adarê ber bi Newrozê ya ku cejna jiyana azad a gelên Mezopotamyayê di rengê şoreşa jinan de pirekê ava bikin û vê salê bikin pêkanîna berxwedan û azadiyê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar