Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...
Perşembe - 21 Kasım 2024

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

KJK: Em şopdarên meş û têkoşîna Mîrta Acuna De Baravalle ne

KJK’ê ji bo Mîrta Acuna De Baravalla ya ku yek ji damezrînerên Plazo De Mayo ye, peyameke sersaxiyê weşand û got, “Wek Tevgera Jinên Kurd şopdarên meş û têkoşîna heqîqetê a dayikên mîna Mîrta Acuna De Baravalle ne.”

Dayika Aştiyê ya Arjantînî Mîrta Acuna De Baravalle di temenê xwe yê 99 saliyê de duh jiyana xwe ji dest da. Piştî mirina Baravalle ku yek ji damezrînerên tevgera Dayikên Plazo De Mayo ye, KJK’ê jî peyamek weşand.

Peyama KJK’ê bi vî rengî ye:

“Em duh bi xemgîniyekî kûr hîn bûn ku Mîrta Acuna De Baravalle yek ji damezrînera Dayikên Plaza De Mayo çûye ser dilovaniya xwe. Em wek Tevgera Jinên Kurd KJK di kesayeta berxwedêr a Mîrta Acuna De Baravalle de, ji bo Jinên têkoşer yên Arjantînê û dayikên Plaza De Mayo sersaxiyê dixwazin. Û êşa we ya mezin parve dikîn. Dosta me ya hêja yek ji avakera pêkhateya PLAZA DE MAYO bû, ji salên 1977’an heya 1’ê Mijdara 2024’ê temenekî dagirtî bi têkoşînê jiya. Heya gihişt ser dilovaniya xwe bû dengê tevahî dayik û pîrikên ku ji ber zilmê û faşîzmê zarok û neviyên xwe wendakirine. Di rastiya xwe de di serdema cuntayê de li Arjantînê jinan yekemîn çalakiya bi rêxistinkirî ya li dijî binpêkirina mafê mirovan bi rêya Plaza De Mayo pêk anîn. Ew dayîkên ku zarok û neviyên wan bi darê zorê hatine winda kirin ji bo aqûbeta ewladên xwe hîn bibin, rastî neheqiyên pir mezin hatin. Ev berxwedan û vîn îlham daye têkoşîna gelan jî.

Rêzdar Mîrta Acuna De Baravalle dostaniya xwe bi gelê Kurdistanê re taybet jî bi dayikên Şemiyê re domand. Mixabin wê rûxmî tevahî ked, berxwedan, têkoşîn, hewildan, azwerî û bêrîkirinan jî nekarî xwe bigihîne neviyên xwe. Lê tevî vê zilma mezin wê tu carî ji têkoşîna birûmet gav paşde ne avêt. Bi bîr, bawerî, wêrekî û azaweriya xwe, bûye remza têkoşînê. Wan bi wêrekî û dilsoziya xwe li şûn xwe de mîrasekî berxwedanê ya pîroz afirandin. Li dijî pêkhateyên zordest, dîktator û faşîst wan rojekî jî xeyalên xwe yên azadî, edalet û heqîqetê wenda nekirin. Em îro wek Tevgera Jinên Kurd şopdarên meş û têkoşîna heqîqetê a dayikên mîna Mîrta Acuna De Baravalle ne. Em ê di her kêliya têkoşîna xwe de xeyalên we yên ji bo jiyanekî adil û azad mezin bikin.

Belê parazvana edalet û azadiyê dosta me ya hêja em te tu carî ji bîr nakîn. We îspat kir ku mezinbûn û pîrozbûna herî mezin têkoşîna ji bo edaletê ye. Bê xem be Dayika têkoşer, em xeyalên te li ser xeyalên xwe bar dikin. Em ê we di têkoşîna xwe de bidin jiyîn. Ala we ya berxwedanê di destê me de ye.

Em ê bi bilindkirina laçika xwe ya spî re, doza edaletê teqez bi ser bixînîn.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar