Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

KJK: Faşîzm bi têkoşîna radîkal têk diçe

Koordînasyona KJK'ê bal bir ser êrîşên zêde yên desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê, bang li hemû hêzên jinan, pêkhateyên wan û tevahiya gel kir ku ji bo li her qadê rê li ber vê êrîşa faşîst bê girtin, têkoşîneke radîkal a aktîf geş bikin.

Koordînasyona KJK’ê di daxuyaniya xwe de got: “Me agahiya bi xemgînî ku Dayikên Aştiyê Adalet Safalî, Perîşan Akçelîk û kurê wê Cîhan Akçelîk ên ji bo îfade bidin dozgeriya rejîma mêtinger ketibûn rê û di encama qezayekê de jiyana xwe ji dest dan, girt. Çend roj berê jî Garîbe Aslan a ku çûbû serdana kurê xwe yê li Girtîgeha Xarpêtê girtî bû, di qezayê de jiyana xwe ji dest da. Ev hemû pêkanînên mêtingeriyê yên weke girtin, lêpirsîn, sirgûn, qedexekirina hevdîtinan, heta îşkenceyê, rêbazên herî hevpar ên polîtîkayên şerê taybet in ku tên meşandin. Lewma ne xwezayî ye ku gelê me bi vî rengî jiyana xwe ji dest bide, ev encama pêkanînên faşîst ên mêtingeriyê ne. Em welatparêzên xwe yên di van êrîşan de jiyana xwe ji dest daye bi rêzdarî bi bîr tînin û sersaxiyê ji hemû hevrêyên têkoşînê bi taybetî malbatên wan û gelê kurd re dixwazin. Em hêzên ku van êrîşên hovane bi nefret pêk anîne şermezar dikin. Bi vê boneyê em êrîşa faşîst a dewleta tirk a duh li Rojava bi balafira bêmirov a li dijî xebatkarên çapemeniyê yên jin bi tundî şermezar dikin. Em di şexsê welatparêzên di encama êrîşê de jiyana xwe ji dest dane hemû şehîdên xwe yên azadiyê bi rêzdarî bi bîr tînin û ji welatparêzên xwe yên di êrîşan de birîndar bûne re jî şifaya lezgîn dixwazin.”

‘Ya tê kirin zilm e’

KJK’ê di daxuyaniya xwe de got ku van rojên ku êrîşên li hemberî welatê me Kurdistanê bê navber berdewam in, desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bêyî sekin êrîşan dike û wiha dewam kir: “Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ku li Rojava, Şengal, Başûr û Bakur bi awayekê hovane êrîşê gelê me û jinan dike, ji bo mafên wan ên herî rewa, daxwaza edalet û aştiyê bêdeng bike, bi awayekê hovane êrîşê dayikên me dike. Aşkere ye ku dijminê me yê ku piştî 6 salan hestiyên zarokê ku qetil kiriye di tûrik de radestê dayik û bav dike ku dilê me bi vê bûyerê êşand, bi heman armanc û mantiqê ev demek e êrîşê Dayikên Aştiyê dike. Navê van pêkanînan, zilm e. Divê baş bê zanîn ku ev pêkanînên hovane bi zanebûn têne kirin. Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ku dijminê aştî, wekhevî û edaletê ye, li pêşberê hemû hêzên navneteweyî gelê me qetil dike, hestiyên zarokên wan di tûrikan de radestê malbatên wan dike, dayikên me yên 70 salî ku hêviya edalet û aştiyê ne tên îşkencekirin û ji bo dengê xwe nekin dest bi lêpirsînê dikin. Êrîşên rejîma faşîst a AKP-MHP’ê li dijî mafên mirovan û rûmeta mirovahiyê ye. Ev êrîşên herî qirêj û hovane ne. Ne ew êrîş in mirov bi tenê şermezar bike. Ji bo tirsandin, çewisandin û dûrxistina gelê me, jin û dayikên me ji têkoşînê, êrîşên psîkolojîk in. Êrîşên ku îro li ser dayikên aştiyê yên Kurdistanê, rojnamegerên jin, siyasetmedar û têkoşerên ji her beşê jiyanê tên kirin, êrîşên bi armanca şikandina moral û îradeya me ne. Bi hezaran mirovên me di zindanan de ne, girtiyên nexweş hene, mirov di zindanan de tên kuştin, cezayê girtiyan diqede lê nayên berdan. Bi vî awayî radestî li ser mirovan tê ferzkirin. Di van çil salên dawîn de hezar car tişta ku îro tê kirin kirine. Divê bê zanîn ku pêkanînên îro jî weke yên berê wê encam nede wan.  Li Kurdistanê armanca êrîşa li ser gelê me yê ku malên wan hatin xerakirin, şewitandin, koçberkirin, zarokên wan avêtin bîrên asîdê, bi saxî di jêrzemînan de hatin şewitandin, bi hezaran ji wan hatin windakirin, avêtin zîndanan, hatin qetilkirin, rastî qirkirinên sîstematîk hatin tenê yek îzaha wê heye, ew jî ji ber yek gavî jî ji vîna azadiyê tawiz nehatiye dayîne.

Dayikên me yên aştiyê, ew mirovên me yên ku ji nasnameya aştî û edaletê tawîz nedane. Kurd ji bo aştiyê têkoşîneke bi rûmet dimeşînin. Nûnerên herî bi rûmet ên vê têkoşîna bi rûmet dayikên me yên aştiyê ne. Daxwaza wan heqîqet, aştî, edalet e. Daxwaza herî rewa û însanî ye. Şerm û sûcê herî mezin ew e ku îro kesên ku li aştiyê digerin tên cezakirine. Weke KJK’ê, em her êrîşek li dijî dayikên me yên nexweş ên bi temen mezin û aştî dixwazin bi tundî şermezar dikin. Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê divê vê bizane, eger hûn êrîşî têkoşîna pîroz a dayikan a aştiyê bikin jî hûn nikarin van jinan teslîm bigirin. Nêzîkatiya li diyardeya dayikbûnê ku lûtkeya nirxên civaka mirovatiyê ye, pîvana bingehîn a mirovbûnê ye. Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê îro di şexsê dayikên me de êrîşî wijdan û rûmeta mirovahiyê dike. Faşîzm tola xwe ji kesên ku serî radikin, bêdeng namînin û nayên bêdengkirin hiltîne. Hemû êrîşên qirêj û hovane hêrsa faşîzmê ne. Ev êrîş nikarin vîna gelê me bişkînin. Armanca vê yekê ew bû ku bi êrîşan peyamekê bidin gelê me. Ya ku dikin şerê psîkolojîk e, ev êrîşên hovane, nemirovane wê hêrsa me zêdetir bike. Rejîma faşîst a ku bi berxwedana şervanên azadiyê yên kurd derbên giran xwarin, êrîşê gelê me dike. Divê bê zanîn ev êrîşên hovane bêçarebûnên dawîn yên rejîma faşîzane ne. Berxwedan wê teqez dawî li faşîzm û desthilatdariya mêr a li van xakan bîne.

Banga geşkirina têkoşînê

Ev êrîşên ku tên kirin li ber çavên cîhanê diqewimin. Ev bêperwatiya dewleta tirk a faşît ku tu hiqûq, peyman û pîvanên navneteweyî nas nake, ji ber bêdengiya van hêzan e. Ji ber bêdengiya hêz û saziyên navneteweyî ya li dijî van êrîşan, desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê êrîşan dike. Ji wê boneyê ji bo girtina ber li van êrîşan em bang li hemû hêzên navneteweyî dikin, helwesta xwe bidin der. Yên îro dengê xwe nakin wê sibehê roj ji xwe fedî bikin. Ji her aliyî ve êrîş li kurdan tên kirin. Xwezaya Kurdistanê tê talankirin. Tişta DAIŞ’ê nîvco hiştiye, rejîma faşîst a Komara Tirkiyeyê dixwaze li hemû parçeyên Kurdistanê temam bike.  Bi bêdengiya derdorên ji wan re wijdanê civakê tê gotin, taqeta ji pêyan bimîne desthilatdarî di xwe de dibîne. Ji ber nekirina dengê xwe ji kirinên bi faşîstî re, nexwestina hesab, faşîzm êrîşên wiha dike. Divê ji bîr nebe ku bi piştgirî, temaşekirin û xwekerkirinê desthilatdarî xwe xwedî dike. Desthilatdarî sûcê şer dike. Wê roja dayîna hesabê tiştên tên kirin were.

Em hemû jinên ji ber polîtîkayên tundî, zext û xwarina kedê jiyana xwe ji dest daye bi rêzdarî bi bîr tînin. Em têkoşîna bi mafdarî ya Dayikên Aştiyê ku bîrdariyên rûmetê yên vî gelî ne, li ber tu zilmê ser û çongên xwe xwar nakin, silav dikin.  Têkoşîna wan a bi rûmet ya me ye. Em aşkere dikin ku em ê li dijî polîtîkayên bi zext û zilmkarî bi awayekê xurt têbikoşin. Bi vê bawerî û biryardariyê em bang li hemû hêzên jinan, hemû gelê me yê li welêt û derveyê welêt dikin ku ji bo rawestandina rewşa bi faşîzanî têkoşîna bi radîkalî ya aktîf geş bikin. Jiyaneke bi adilî û azad mafê dayikên me ye. Em soz didin ku em ê pêşerojeke azad pêşkêşê wê wan bikin û êşên wan telafî bikin.’’

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar