Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

KJK: Heta agahiyê ji Rêberê xwe werbigire divê her kes li qadan be!

Koordînasyona KJK’ê têkildarî rewşa Ocalan daxuyanî da û wiha got: “Azadiya Rêberê me azadiya me ye. Heta ku ev rewş zelal bibe, em careke din dibêjin; heta ku agahiyeke rast ji Rêberê me bê wergirtin, divê her kes, bi taybetî jin û ciwan li qada çalakiyan bin.”

Koordînasyona KJK’ê têkildarî îdiayên rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî da.

Daxuyaniya Koordînasyona KJK’ê wiha ye:

“Tecrîda giran a li ser Rêber Apo roj bi roj tê şidandin. 23 sal in li zindana Îmraliyê, kiryarên li dijî mirovahiyê yên di dîrokê de li ser tu girtiyî nehatine ferzkirin, li dijî Rêberê me tên ferzkirin. Îşkence, cezayê hucreyê yê di nava tecrîdê de, qusandina por û jehrkirin, çend ji kiryarên beriya niha ne ku li dijî Rêberê me hatin kirin. Herî dawî par bi metirsiya koronayê û şewata li Îmraliyê re kiryarên li dijî Rêberê me êdî hedê xwe derbas kirin.

Dema ku gelê me bi van kiryaran hesiya, bi milyonan kesî kete alarmê û heta agahî ji Rêbertî wergirt nesekinî. Her carê Rêbertî bi berpirsyariyeke mezin gel û tevgera me sekinand, rawestand.

Nûçeyên ku herî dawî 15’ê Adara 2021’ê li ser jiyana Rêberê me di çapemeniyê de hatin weşandin, sebra tevgera me, gelê me, jinan û dostên me difûrîne.

Di rewşa heyî de, bi milyonan mirov bi taybetî jî jin û gelê kurd bi hêrseke mezin di nava fikaran de ne. Ji bilî hevdîtina lezgîn a bi Rêbertî re û axaftina yekser a Rêbertî, tu daxuyanî dê ji bo me, ji bo gelê me têrker nebe. Hesasiyeta tevgera me, jinan û gelê me ya li ser rewşa Rêberê me tê zanîn. Di vê mijarê de pêwîst e sebra me neyê ceribandin, yên ku hewl didin me hînî vê rewşa Rêberê me bike yan jî rewşê normal nîşan bidin, di nava şaşîtiyeke mezin de ne û divê ji bersiva vî gelî re amade bin.

Rêberê me bûye rêberekî gerdûnî ku li qada navneteweyî bi kampanyayên azadiyê xwedî lê tê derketin, bi paradîgma û fikrên xwe bûye rêberê gelan.

Kampanyayên li nava gelê kurd û li qada navneteweyî yên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî tên meşandin, êdî azadiya fîzîkî ya Rêbertî ferz dikin.

Nayê qebûlkirin ku bi nûçe û nêzîkatiyên li ser metirsiya têkildarî jiyana Rêberê me bersiv ji van daxwazên gelan re bê dayîn.

Jiyan li aliyekî eger zirareke biçûk bi neynûka Rêberê me bê, divê her der bibe qada berxwedanê, bibe qada çalakiyan. Rewşên bi vî rengî rewşên welê cidî ne ku divê bi nerazîbûn û berxwedaneke mezin bersiv jê re bê dayîn. Divê em destûrê nedin ku rewşên bi vî rengî ji rêzê bên nîşandan. Divê em bi çalakiyên xwe, bi berxwedana xwe vê yekê nîşanî zîhniyeta faşîst bidin. Azadiya Rêberê me azadiya me ye. Ji ber vê yekê heta ev rewş zelal bibe, em careke din dibêjin; heta ku agahiyeke rast ji Rêberê me bê wergirtin divê kes nerehet be; di serî de jin û ciwan divê her kes çalakiyan bikin.

Di serî de CPT em bang li saziyên navneteweyî dikin ku li pêşberî vê rewşê bi erk û berpirsyariya xwe rabin. Di rewşeke berevajî de wê bi qasî hikûmeta faşîst a dewleta tirk, ev sazî jî berpirsyar bin.

Ji niha û pê ve ji bilî azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe divê em nêzîkatiyeke cuda qebûl nekin. Heta ku Rêberê me dîlgirtî be, wê timî metirsî li ser jiyana Rêberê me hebe. Bi ruhê berxwedanê yê meha adarê, bi biryardariya xwe ya berxwedanê ya 8’ê Adarê, ji bo azadiya Rêbertî divê em Newrozê bi çalakiyan pêşwazî bikin.” BEHDÎNAN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar