Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

KJK: Kes nikare agirê azadiyê bitefîne

KJK'ê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku jinên Kurdistanê yên ku bûne Newroz, bedena xwe bi agir pêçaye û tu hêz nikare vî agirê azadiyê bitefîne

Komalên Jinên Kurdistanê KJK’ê têkildarî Newroza 2022’yan de daxuyaniyek da. KJK’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku jinên Kurdistanê bi rengê biharê vedijin û bîrwer dibin, pêşengiyê ji cîhanîbûna şoreşa azadiyê re dikin. KJK’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: ”Bi vê bingehê em Newroza Rêbertî bikin Newroza azadiyê. Bi tecrûbeya şoreşa azadiyê ya nîv sedsalî hesabê dîrokî bipirsin. Sedsala 21’ê bi peşengiya jinê biqulibînin ser şoreşa gelan a li ser vîna gewherî.”

Daxuyaniya KJK’ê ya ji bo Cejna Newrozê wiha ye: ”Bi coşiya vejîn û berxwedanê Cejna Newrozê li Rêber Apo, li hevrêyên xwe yên ku li zindanan, li her qadên têkoşînê li ber xwe didin, li jinan û gelê xwe pîroz dikin. Bi bîrewerî, serhildan û berpirsyariya dîrokî ya Mazlûman ku bi pêşengiya Rêber Apo ev nîv sedsal e li geş dibe, serê xwe natewînin, yên ku gotin ‘çi jî bibe dawî wê bêhempa be’ û bi qasî ku di ber xwe de bimirin ji jiyanê hez kirin û gotin ‘Berxwedan jiyan e’, em Newroza 50’yî ya Rêbertî bi coşiyekê pêşwazî dikin. Em hemû jinan ku li dijî pergala êşkenceyê ya Îmraliyê li çiyayan, deştan, zindanan, li meydanan tevlî berxwedana Rêbetî bûne û li dijî faşîzmê têkoşîn geş kirine û gelê xwe jidil slav dikin. Di şexsê şehîdên Newrozê Mazlûm Dogan, Zekiye Alkan, Rahşan Demîrel, Ronahî, Bêrîvan û Semayan ku agirê Newrozê bi bedena xwe pêxistin û bi rihê Apoyî li dijî mêtingeriyê li ber xwe dane, em hemû şehîdên şoreşa Kurdistane bi rêzdarî û minet bi bîr tînin.”

Bi berdewamî KJK’ê ev tişt ragihand: “Li Mezopotamyayê ku hicreyê hîmî yê mirovahiyê lê geş bûyî di serî de Kurd, Ereb, Fars, Ermen, Sûryan, Tirk, gelên herêmê serketina têkoîna hevpar a li dijî zordaran bi sedsalan di rastiya Newrozê de dîtine, bi hezaran sal in ku Newrozê bi rengê cejna berxwedanê pêşwazî dikin. Ji ber vê jî, Newroz li dijî her cure mêtingeriyê destpêka her berxwedaniya mezin û adrêsa pevgihîna azadiyê ye. Cografyaya dêrîn a Mezopotamyayê çawa ku şahidî li zordarên herî mezin kiribe, ji Kawayê Hesinkar bigirin heta bi Mazlûm Doganan, şahidî li şoreşên mezin ên azadiyê û şoreşgeran kiriye.”

Agirê şoreşê digihîne gelan

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Rêber Apo ku ev nîv sedsal e berxwedaniyeke bêhempa dike, di çarîka pêşî ya sedsala 21’ê de jî bi şoreşa ûcdan û civakî ya ku kirî, bi paradîgmaya modernîteya demokratîk ku xwe dispêre ser neteweya demokratîk û azadiya jinê, têkoşîna şoreşê ya li dijî pergala zordar û mêtingeriyê ya dewleta nêr, têkoşîna şoreşê aniye ser asta cîhanî. Rêber Apo ku bi Newrozbûnê rêbertî li gelan dike, li dijî pergala êşkenceyê ya Îmraliyê ya hêzên modernîteya kapîtalîst, berxwedana herî mezin a dîrokî kiriye, kiriye ku agirê şoreşê yê ku li Kurdistanê geş bûyî bigihije gelên Rojhilata Navîn û cîhanê.”

Jinên Kurdistanê ku bûne Newroz

KJK’ê bi berdewamî bal kişand ser têkoşîna jinan û wiha pêde çû: “Bi vê maneyê Tevgera Azadiya Kurd ku Adara 1973’an dest pê kirî û 50 salan bênavber dom kirî, hem rêberên mezin ên gelan afirandiye û hem jî gelek kesayatên rêber ên jin ên weke Sara, Rahşan û Zekiye ku bi agir û êşkenceyê hatine ceribandin afirandiye. Têkoşîna jinê ku li her qad û demên jiyanê berbelav bûye û 21’ê Adarê gihaştî asta xwe ya herî bilind, Newrozan digihînin maneyeke xwe ya dîtir. Jinên Kurdistanê ku bûne Newroz, bi rola dîrokî ya ku pê rabûye, çespandiye ku jin bûne xwedî heybet, vîn û azadiya civakî; bedena xwe bi agirê Newrozê pêçandine û ti hêzek nikare vî agirî bitefîne. Bi Newroza ku bi bedena xwe pîroz kirin, di nav ti şertî de teslîmiyet qebûl nekirine û bi vî rengî helwesta jinane ya Newrozê nîşan dane. Jinên Kurdistanê ku bi rengê biharê vejiyane û bîrewer bûne, pêşengiya li gerdûnîbûna şoreşa azadiyê dikin. Li dijî hişmendiya dewleta nêr ku serkaniya her cure mêtingeriyê ye û zayendîparêz, çete û zordar e, xwe di ber têkoşîneke zor û zehmet û birûmet re kiriye û pêşengiya azadiya civakî kiriye.”

KJK’ê wiha dirêjî da daxuyaniya xwe: “Jinên Kurd ku 8’ê Adarê dikin berxwedana domdar, bi biryardariya têkoşînê û wêrekiya xwe azadiyê civakî dikin, ku ji 1’ê Adarê heta bi 21’ê Adarê bi rihê pêngavî li dijî faşîmê têdikoşin, Newrozan digihînin maneya azadiyê ya ji hemû zemanan dibihure û Newrozbûna rastiya jinê pêk tînin. Bi çarçoweya pêngava me ya ‘Li dijî faşîzmê dema civaka azad û parastina jinê ye’ ku di sala duyan de didome, em bang li tevahiya jinan û gelê me dikin ku biherikin ser qada Newrozê, bi biryardariya şerê şoreşgerî yê gel, têkoşînê geş bikin, bi rihê serhildan, berxwedan û serfiraziyê,  Newrozê bikin helwesta têkoşîna hevpar a gelên Kurdistanê û ya jinan ku li serketinê asê bûne.”

Em hesabê dîrokî bipirsin

Di dawiya daxuyaniyê de KJK’ê ev tişt ragihand: “Bi vê bingehê em Newroza Rêbertî bikin Newroza azadiyê. Bi tecrûbeya şoreşa azadiyê ya nîv sedsalî hesabê dîrokî bipirsin. Sedsala 21’ê bi peşengiya jinê biqulibîni ser şoreşa gelan a li ser vîna gewherî. Bi vê hişmendî û berpirsyariya dîrokî ciwanên Kurdistanê bi rihê Mazlûm Dogan ê ku bûyî Newroz divê biherike refên azadiyê û berxwedanê. Li dijî zayendîparêzî, mêtingeriyê bi agirê azadiyê yên Zekiye, Rahşan, Ronahî û Bêrîvanan divê bi berwedaniyê rabin. Bi rihê serfiraziyê yê jinên ku li Werxelê, Zendûra, Mamreşo destan nivîsîn û rihê serfiraziyê yê ciwanan ku faşîzmê bi teqezî têk dibin em Newrozê bi mane bikin. Em şevçiraxa berxwedanê ku gerîlayên azadiya Kurdistanê li çiyayan bilind kirî, li deşt, bajar û hemû meydanan rakin û bi rastiya gelê ku li serfiraziyê asê bûyî bersivê bidin Deheqê niha. Bi hedefa ku dîrok careke dî bi helwesta Newrozê bibe xwedî mane û Newroz bigihije gewhera xwe ya dîrokî em faşîzmê bi teqezî têk bibin. Em azadiya fizîkî ya Rêberê Gelan Rêber Apo bi cih bînin, ku pevgihîna hemû nirxên rastiya gelê Newrozbûyî ye. Bi vê hîs û baweriyê em careke dî Cejna Newrozê li hemû jinên ji bo azadiyê li ber xwe didin û li gelan pîroz dikin. Newroz pîroz be.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar