Koordînasyona KJK’ê diyar kir ku wê çalakiyên îsal ên 25’ê Mijdarê di navbera 15-25’ê Mijdarê de bi dirûşma “Li dijî her cure tundiya mêr û dewletê Jin, Jiyan, Azadî’ li dar bixin.
Koordînasyona KJK’ê bi wesîleya 25’ê Mijdarê daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye:
“Bi kuştina Jîna Emînî re serhildanên jinên li rojhilatê Kurdistanê destpê kirin, bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li welatê me û tevahiya cîhanê belav bûn. Em di nava rûmet û kelecana mezin a vê pêvajoyê de ne. Bi taybetî hêrsa bi hezaran salî ya jinan ku hevrê Ş. Sara û Ş. Rûken bi dijmin ve teqandin, baweriya me ya bi serketinê, hestên me yên têkoşînê, tolhildan û raperîna me ya 25’ê Mijdarê mezintir kiriye. Heman piştî vê yekê, qetilkirina endama Komîteya Jineolojiyê hevala me Nagihan Akarsel ji aliyê hêzên dewleta tirk a faşîst ve, ji bo tunekirina hişmendî û baweriya bi serketinê ye. Ev hevrêyên me şehîdên me yên azadî û serketiyê ye ku gihîştine asta xwedawendiyê. Lewma em 25’ê Mijdara 2022’yan di wê astê de pêşwazî dikin ku têkoşîn, hostatî û hêza aqil a jinan a bi rûmet gihîştiye lûtkeyê. Em îsal ne bi gotin û psîkolojiya mexdûriyetê, lê belê bi psîkolojiya raperîn, têkoşîn û serketinê pêşwazî dikin.
Em şehîdên xwe yên jin hemûyan bi minet û rêzdarî bi bîr tînin ku ji Roza Luksembûrg û Xwişkên Mîrabel heta bi Sarayan, Sêvê, Denîz Poyraz, Jîna, Helbest û Nagihanan li dijî dewletên mêr ên kujer kevneşopiya jinan a şoreşgerî bi canê xwe dewam kirin û mîrateyeke mezin ji me re hiştin. Her wiha jinên ku bi tevdana mejiyê zayendîperest, kevneşopî û dewleta mêrbûn hedefa destavêtin, îşkence û tundiyê, ji bo me ew hincet e ku têkoşîna jinan mezintir bikin. Ji bo bîranîna jinên hatin qetilkirin, em bi biryar in ku têkoşîna xwe ya jiyana demokratîk, wekhev û azad, şoreşa jinan mezintir bikin.
Têkoşîna azadiyê ya jinên kurd wê bibe goristana dîktatoriya faşîst!
Sala 2022’yan ji bo me Tevgera Azadiyê ya Jinên Kurdistanê ji her alî ve di asteke awarte de ye. Dewleta tirk a faşîst û hêzên navneteweyî yên li pişt wê, ji bo qirkirina kurdan û qirkirina têkoşîna azadiyê ya jinan hevkariyê dikin û êrîşên piralî dikin. Îşkenceya tecrîdê ya girankirî ya li ser Rêber Apo bi tundî dewam dike ku Rêber Apo jiyan û kesayetiya xwe daye azadiya jinan. Rêber Apo kir bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî di sedsala 21’ê de bibe rengê jinan. Lewma rabûna li ber tecrîda li ser Rêber Apo, têkoşîna ji bo azadiya wî, wezîfeya me ya esasî ye.
Dewleta tirk a faşîst ji bikaranîna çekên kîmyewî qedexekirî yên li dijî gerîla heta bi qetilkirina li naverastê, ji her cure îşkenceya li zindanan heta bi qedexekirina ziman, çand û hebûnê her qada jiyanê bi tundiya dewlet a mêr, bi mirinê dinixumîne. Di serî de bikaranîna çekên kîmyewî teşhîrkirina sûcên şer ên dewleta tirk a faşîst, wezîfeyeke me ya esasî ye. Divê em bi xurtî xwedî li gerîla derkevin ku dixwazin bi çekên kîmyewî bêhnê lê biçikînin, bifetisînin. Gerîlayên Kurdistanê ji bo îradeya azad a jinan û gelan temsîl bikin bi rengekî bêeman şer dikin. Em jin jî divê vê têkoşîna gerîla xurtir û temam bikin. Hem divê em faşîzma dewleta tirk hem jî PDK’ê teşhîr bikin ku bi hevkariya bi dewleta tirk re xiyanetê li neteweya xwe û li jinan dike. Di heman demê de em jin divê van sûcên li dijî mirovahiyê yek bi yek raxin pêş çavan û darizînin.
Bi vê wesîleyê em pêvajoya çalakiyan a hevrêyên xwe yên jin ê li Arjantînê silav dikin ku li dijî bikaranîna çekên kîmyewî yên dewleta tirk dane destpêkirin. Em komîteya piştevaniyê ya ku ev pêvajo bi rêxistin kiriye pîroz dikin. Her wiha sekna doktor Şebnem a di nava şert û mercên giran ên şoven û faşîst de nîşan dide, sekna jinên Tirkiyeyê ya bi rûmet e ku xwe ji jehra lîberalîzm û şovenîzmê rizgar kiriye, sekna xwiştiya gelan e. Em vê sekna doktor Şebnem silav dikin ku bi xwe dibêje ‘li ser şopa rastiyê ye’.
Ji bo me jin çawa tê wateya jiyanê, ji bo sîstema serwer a mêr û Erdogan ê faşîst, jin tê wateya mirinê. Lewma li ku derê îradeya jin a azad bibîne, komkujî, mirin û destavêtinê li wir ferz dike û hewl dide tune bike. Vê salê ku êrîşên bi vî rengî gihîştine asta herî bilind, em gelekî girîng dibînin ku çalakiyên 25’ê Mijdarê bi xurtî binirxînin, li dora çalakî û serhildanên jinan bigihêjin lûtkeyê.
Em KJK, em ê çalakiyên îsal ên 25’ê Mijdarê di navbera 15-25’ê Mijdarê de bi dirûşma ‘Li dijî her cure tundiya dewlet a mêr, Jin, Jiyan, Azadî’ li dar bixin. Li ser vê bingehê wê bi wesîleya 25’ê Mijdarê pêvajoyeke kampanyayê ya deh rojan bi rê ve biçe. Em vê pêvajoyê diyarî van jinan dikin;
Li Rojava diyarî Jiyan Tolhildanan, 5 hevrêyên me yên jin ên ciwan ên li dibistanê hatin kuştin, Zeynep Sarûxan, jinên Efrînî yên di bin zilma çeteyan û dewleta tirk a faşîst de ne.
Li Rojhilat diyarî Jîna Emînî û Şilêr Resûlî dikin.
Li Başûr diyarî hevalên xwe Nagîhan Akarsel, Delal û Berfîn dikin.
Li kampên penaberan ên êzidî lê têne hiştin, diyarî keça êzidî Axînê dikin ku di şeş salî de tecawiz lê hat kirin û hat kuştin.
Li Bakur diyarî girtiyên jin ên şoreşger-demokrat ên li zindanan li ber xwe didin, Fîrdevs Babat dikin ku bi destê cerdevanan îşkence û destavêtin lê hat kirin, hat kuştin.
Û di serî de hevalên me yên bi çekên kîmyewî şehîd bûn, diyarî hemû hevrêyên xwe yên YJA Starê dikin ku di êrîşên dewleta tirk a faşîst de bi êrîşên hovane bedenên wan hatin parçekirin, diyarî lehengên fedaî yên çalakiya Mersînê Ş. Sara û Ş. Rûken, Bêrîvan Zîlan û Delal Nûrhak dikin.
Diyarî jinên berxwedêr ên Afganistanê, diyarî leşkera ermen Ansûh Apetyan a ku di şer de ji aliyê leşkerên azerî ve hat kuştin, diyarî rojnamevana Fîlîstînî Şîrîn Ebû Akîle, hevrêya xwe ya gerîla ya li Fîlîpînê şehîd bû û jinên şoreşger ên serhildêr ên sala 2022’yan hatin kuştin, dikin.
Bi têgihiştina ku kujer û sûcdarê rasteqîn dewlet a mêr û saziyên wê ne, divê çalakiyên welê bêne lidarxistin ku her roj hîn bi wate dikin. Di van çalakiyan hemûyan de bi taybetî jinên ciwan divê di asta pêşengiyê û mînak de bi rola xwe rabin û ruhê serhildêr û azad ên ciwanan tev li çalakiyan bikin.
Her jineke tê qetilkirin banga ji bo şoreşa jinan e
Di vê pêvajoyê de ji aliyê pêşketina jinê ve bûyerên bêhempa û kelecanî diqewimin. Em dibînin ku li her devera cîhanê têkoşîna li dijî sîstemê bi pêşengiya jinan tê meşandin. Li ser xeta cuda ya rêxistinî yan jî nasnameyên cuda jî bin, li her devera cîhanê di têkoşîna dijî mêrtiya hegemon û modernîteya kapîtalîst de jin bi rola hêz a dînamîk û pêşeng radibin. Lêgerîneke mezin a heqîqetê, lêgerîna jiyanê heye. Ev yek pêl bi pêl li cîhanê belav dibe. Ji xwe ji ber vê yekê nerazîbûna li Rojhilat a piştî kuştina Jîna Emînî rû da ewqasî mezin bû, teqiya, veguherî serhildana jinan, dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bû parolayek di navbera hêzên têkoşîna jinan de. Ev pêl her kesî di nava xwe de vedihewîne.
Dem hatiye ku ev raperîn û serhildana li dora jinan bigihêje asteke nû, bigihêje asta şoreşa jinan. Ji bo jiholêrakirina mejiyê mêr ê hegemon û rêxistiniya wê ya dewletperest-desthilatdarîperest, perspektîfa şoreşa jinan di asta diyarker de girîng e. Ev sekna bi biryar a wêrek a li cîhanê û Kurdistanê derkete holê, divê bigihêje bingeheke hîn bi rêxistin û polîtîk. Raperîn bi tena serê xwe nikare serweran biguherîne, dema ku raperîn bi bingeha îdeolojîk, polîtîk û rêxistinî bû yek, hingî wê hêzê diafirîne ku guherîn û veguherînê ferz dike. Gelekî girîng e ku serhildanên jinan yên di sedsala 21’ê de destpê kirin, xwedî vê hêzê bin.
Her jina ku li Kurdistan û cîhanê tê kuştin bangek e ji bo şoreşa jinan e. Hêzên mêr ên hegemon, netew-dewlet, kapîtalîst jin xistine navenda krîza mirovahî û jiyanê ya ku afirandine. Bi rêbazên ku nayên sînor derbas kirine û bi awayekî hovane qetlîamên jinan, qetlîamên zarokan, qetlîamên ekolojîk, kuştinên jiyanê, qirkirinê dikin. Di warê dîrokî de girîng e ku em bi stratejiya şoreşa jinan bersivê bidin vê yekê. Şerê bênav ê li dijî jinan wê tenê bi şoreşa jinan were sekinandin û bi ser bikeve. Wê hemû jinên hatine kuştin bi pêkanîna şoreşa jinan nemir bibin û tola her yek ji wan wê bi şoreşa jinan bê hildan.
Rewşeke din a balkêş jî ew e ku jin di hikûmetên dewletên rojavayî de bi cih bûne, bi taybetî jî weke bersivdayîna nifşên jinên şoreşger, serokên partiyên rastgir ên ku di hilbijartinan de bi ser ketin jin bûn. Pêla ku ji binî ve tê di bin pêşengiya jinê de di wateya civakî de pêş dikeve, hêzên desthilatdar li ser esasê bikaranîna jinê vê pêla ji binî ve bêbandor dikin. Bi pêşxistina pêla rastgir a di pêşengiya jinê de bi armanca tepisandina têkoşîna jinê ya civakî tevdigere. Bi gotineke din, hewl didin taktîka bikaranîna jinan a li dijî jinê bi argumanên serdema me têr bikin, bi boyaxkirin û xemilandina jinan bidin nîşandan. Ji aliyekî nêzîkatiyek heye ku hêza pêla ku ji binî ve tê, bi kêşana hîmên desthilatdariyê xera dike û bike wekî mêran, li aliyê din jî kesên li gorî vî tiştî tevnagerinjî bi destê jinên li ser xeta faşîst a rastgir tasfiye bikin. Tevgerên jinan ên neteweyî, herêmî û cîhanî divê em van xeteriyan baş bibînin û polîtîkayên îdeolojîk, siyasî û nakokiyên hevpar zêdetir diyar bikin. Dîsa divê em pergala Konfederalîzma Jinê ya Demokratîk a Cîhanê weke pergala azadiya jinê ya gerdûnî li dijî pergala desthilatdar û dewleta mêr a hegemon a globalbûyî di rojeva xwe de bi pêş bixin. Divê ev 25’ê Mijdarê jî bibe wesîleya vî tiştî.
Pirsgirêkeke din a pir bingehîn jî pêşxistin, belavkirin û profesyonelkirina hişmendiya xweparastinê û rêxistinbûna jinê ye. Parvekirina tecrubeyên heyî yên têkildarî xweparastinê û pêşxistina rêxistineke hevpar xwedî girîngiyeke mezin e. Bi taybetî jî li dijî jinên têkoşer stratejiyeke êrîşa bi rêxistin, hişmendî, piralî û sîstematîk tê meşandin. Modernîteya kapîtalîst a serdest a mêr, ku jinên aqilmend weke sêrbaz desteser kir û îradeya jinê ji holê rakir û bi vî rengî di serdema navîn de bû sîstemeke hegemon. Îro jî ji bo ku pergala zilamê hegemon bidomîne, dixwaze jinên şoreşger û rêxistinên jîr tasfiye bike. Pêşî jina birêxistinkirî, jina xwe diparêze, jina serhildêr a hişmend û serhildêr tê gulebarankirin. Armanca wan ew e ku jin bêhiş, serhildêr, bê rêxistin û xweparastinê bihêlin û jinên ku guh bidin pergala kapîtalîst a ku pergala mêrê hegemon e, biafirînin. Ji ber vê sedemê di nava reflekseke fizîkî û şerê taybet de ye. Îro pergala mêr a hegemonîk weke tevgereke dijşoreş êrîşî jin û nirxên jiyanê yên civakê dike. Ji bo serdestiya li ser giyan û bedena jinê, şîdeta şerê taybet a hovane ji bo biyanîkirin, mêranîkirin û kevneşopîkirina wê tê bikaranîn.
Stratejiya “Pêşî li jinan bidin” veguheriye stratejiya”Pêşî jinên rêxistinkirî, hişmend ên ku li mafên xwe digerin û meşrû dikin gulebaran bikin!” Ger jin di jiyanê de bê rêxistin, bêhiş, bê têkoşîn be, nikare li mafên xwe bigere, ger di îtaatiyê de be, ev jiyan ne jiyan e. Ji ber vê yekê jî weke tevgerên jinan erka me ya jiyanî ye ku em jinên rêxistinkirî, jinên xwedî hişmendî û rêxistinbûyîn û bi zanebûn hembêz bikin.
Di vî warî de 2’emîn Konferansa Jinan a Navneteweyî ku di navbera 5-6’ê Mijdarê de pêk hat, bi nîqaşên ku pêk anî rojeveke pir girîng afirand û ji bo jinên cîhanê hêvî û cesaret afirand. Bi vê minasebetê em konferansê silav dikin û diyar dikin ku em KJK amade ne ku rola xwe di pêkanîna biryarên Konferansê de bilîzin.
Jinên ku ji bo azadiyê têdikoşin û bedew dibin!
Werin em di vê 25’ê Mijdarê de bi dengê xwe, reng û hêza xwe dakevin qadan û kampanyayek hişmendiyê xurtir bimeşînin. Li hemberî şîdeta dewleta mêr a bi pergal û hovane êrîş dike, em hişmendî, têkoşîn û rêxistinbûna azadiya jinan geş bikin. Li hemberî yên ku hewl didin me kêm bikin û biqedînin, em li ser qereza wan hebûn û zêdebûnê ji xwe re bikin esas.
Bi hişmendiya ku xwedîderketina li jinan tê wateya parastina cewherî, parastina zarok, civak û jiyanê, em li dijî komkujiyan têkoşîna xwe mezin bikin û dengê wan li dengê xwe zêde bikin. Em bibin dengê ax, av, dar, hewa, em bibin dengê zarokan û dakevin kolanan.
Li ser vê bingehê di serî de jinên kurd û rêxistinên cuda yên jinan, tevgerên gelên Rojhilata Navîn ên ereb, fars, ermen, suryan, tirkmen, femînîst, hemû jinên ku dixwazin ber bi azadî û bedewiyê ve bimeşin, bi hêza efsûnî û bandorker daketin qadan, em bi slogana ‘Jin Jîyan Azadî’ em li qadan û kolanan kom bibin.
Êdî dema hişyarbûn, rêxistinbûn û têkoşîna bi bîr û hestên jinan e. Niha dema şoreşa jinê ya bi dirûşma ‘Jin Jîyan Azadî’ ye. Ji kîjan ol, netewe, nijad û rengan dibe bila bibe, dem hatiye ku jin li dijî tundiyê serî hildin û bibin yek. Werin em bi îdiaya ku komkujiyan veguherînin têkoşîna azadiyê û serkeftina jinê, tevlî vê 25’ê Mijdarê bibin û li her qadê bersiva pêwîst bidin van hêzên mêr ên faşîst.
Jin, Jiyan, Azadî li dijî Qirkirina Jinê, Xweza û Zarokan!…
Jin, Jiyan Azadî li dijî faşîzm, dagirkerî, çekên kîmyewî û xiyanetê!…
Li dijî tundiya dewlet a mêr a faşîst em xwe zane bikin, bi rêxistin bikin, xwe biparêzin!…
Sedsala 21’ê wê bi têkoşîna jinê ya mezinbûyî bibe sedsala şoreşa jinê!…”