Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

KJK: Li pişt bûyera tecawizê dest û mejiyê AKP’ê heye

Koordînasyona KJK’ê diyar kir ku li pişt tecawazkirina keçeke 5 salî ya li navçeya Kuçukçekmeceyê ya Stenbolê dest û mejiyê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê heye

Di 23’yê nîsanê de li navçeya Kuçukçekmeceyê ya Stenbolê keçeke 5 salî rastî tecawiza du kesan hat û ev yek bû sedema nerazîbûneke mezin.

Koordînasyona KJK’ê jî li ser vê bûyera hov daxuyaniyeke nivîskî weşand. Koordînasyona KJK’ê bi bîr xist ku 23’yê nîsanê li navçeya Kuçukçekmeceyê du kesan dest avêtine keçeke 5 salî û vê bûyerê di nava şêniyên Kuçukçekmece û gelemperiya Tirkiyeyê rê li ber hêrseke mezin vekir. KJK’ê bal kişand ser meşên protestoyî û diyar kir ku hêzên ewlekariyê yên hikûmeta faşîst a AKP-MHP’ê êrîş birin ser kesên çalakiya protestoyî dikirin û xwepêşandanên protestoyî jî weke provokasyonê bi nav kirin û ev tişt anî ziman: “Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê careke din karakterê xwe yê mêrê serwer ê qirêj ku piştgiriyê dide destavêtin, destdirêjî û kuştina jinan, nîşan daye.”

Armanc siyasî û civakî ye

Di daxuyaniyê de KJK’ê ragihand ku di dema desthilatdariya AKP’ê de bûyerên kuştin û destavêtina li jinan her zêde dibe û wiha domand: “AKP ji bo desthilatdariya xwe bidomîne polîtîkayên dijminatiya li jinê mayînde kiriye. Bûyera destavêtina li keça 5 salî ya li Kuçukçekmeceyê xwedî gelek armancên siyasî û civakî ye.”

KJK’ê destnîşan kir ku bûyera li Stenbolê rû da plankirî ye û wiha pêde çû: “Niha jî penaberekî ji Pakistanê weke kiryarê vê bûyerê nîşan didin. Ku ev yek jî ji bo sorkirina hêrs û nefreta li dijî penaberan tê kirin. Lewma ev bûyer ji aliyê kê ve hatibe kirin jî li pişt wê dest û mejiyê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê heye.”

Cih û dema bûyerê

Di berdewamê de KJK’ê bal kişand ser cih û dema bûyerê û diyar kir ku bûyer li Stenbolê li taxên ku kurd,tirk û gelên din bi hev re dijîn, qewimî û wiha domand: “Di serî de tevgerên azadiyê yên jinan ên li Tirkiyeyê, divê parêzvanên mafên jinan, femînîst, hêzên demokrasî û azadiyê hemû zanibin; ne cara yekê ye ku bûyerên bi vî rengî diqewimin û ne ji rêzê ne. Bi rêya bûyerên bi vî rengî tê xwestin, di serî de jin, civak û hêzên demokrasiyê bên tepisandin û radestgirtin. Hikûmeta AKP-MHP’ê ya faşîst, ji roja ku bûye desthilatdar û vir ve bi polîtîkayên dijminatiya li azadiyê, civakê, jin û zarokan tevdigere. Lê belê salên dawî bûyerên tundî, destavêtin û destdirêjiya li jin û zarokan zêde bûne. Zêdebûna van bûyeran encameke polîtîkayên faşîzm, şer, aborî û civakî yên desthilatdariyê ye.”

‘Ne tene pirsgirêka jinan e’

KJK’ê destnîşan kir ku bûyera hovane ya li Kuçukçekmeceyê qewimî û bûyerên gengaz ên biqewimin, ne tenê pirsgirêka jinan e û wiha got: “Pirsgirêka hêzên civakî hemûyan e. Ji ber vê yekê pêwîstî bi têkoşîneke hevpar a hêzên azadiya civakî heye. Jin û hêzên azadiyê yên li Stenbol û gelemperiya Tirkiyeyê divê li dijî vê tifaqa mêr a faşîst bi rêxistiniyeke xurt tevbigerin.”

Heta AKP li desthilatdariyê be tu ewlehiya civakê tuneye

Koordînasyona KJK’ê bi berdewamî diyar kir yek ji armanca desthilata faşîst a AKP-MHP’ê ew e ku hêzên demokrasiyê ji hev dûr bixîne, nehêle ku bigihijin hev û hilbijartina 31’ê adarê nîşan daye heke jin, hêzên dilxwazên azadî, heq û dadê werin gel hev tu hêz nikare xwe li ber wan bigire û ev tişt anî ziman: “Divê were zanîn heta ku AKP li desthilatê be tu ewlehiya civakê tune ye. Heke li dijî vê çavtirsandinê hêzên demokrat bersivê nedin AKP dê zêdetir êrîşkar be. Bila tu kesek nekeve wê fikrê ku bi bêdengiyê, bi rengê ku xwe bidin anîşkan wê encamê bistînin. AKP tu caran wê dev ji armanca sazûmanîkrina vê pergala heramiyan neke ku her gav bi gav wê polîtîkayên xwe yên êrîşê zêdetir bike, civakê pûç bike, tecawizî zarokan bike, zengînanan zengîntir û hejaran hejartir bike. Divê baş were fêhmkirin bi partiya herî hov, rêxistinî ya faşîst a dîroka Tirkiyeyê re hevrû ne, berxwedan were geşkirin. An na dê li Tirkiyeyê hêzên demokrasi û azadiyê têkçûyînek mezin bijîn.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar