Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

KJK: PKK bû gel, jiyana azad û alternatîf ava kir

Koordînasyona KJK’ê derbarê salvegera 43’yemîn a avabûna PKK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku PKK bûye gel, jiyana azad û alternatif ava kiriye

Koordînasyona KJK’ê derbarê salvegera 43’yemîn a avabûna PKK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya KJK’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“27’ê Mijdara 1978’an ji bo gelê kurd û jinan jî gavên pêşîn ên dîroka berxwedan û azadiyê ye. Avabûna partiya me di heman demê de bûye mîladek jî. Bi pêşengiya Rêber Apo, Hakî Kareran, Mazlûm Doganan, Kemal Pîran, Hayrî Dûrmûşan, Sakîne Cansizan û komek şoreşgerên bi cesaret, li ser esasa azadî, wekhevî û edaletê partî ava kirine.

Em sala 43’yemîn a partiya xwe di serî de li Rêber Apo, li gelê xwe, li jinan û li hemû gelan, li rêheval û dostên xwe pîroz dikin. Partiya me, partiyeke şehîdan e. Di şexsê Nûda Karker, Viyan Soran, Helmet, Delal Amed, Kasim Engîn, Leyla Agirî, Egîd Civyan, Yilmaz Dêrsim de hemû şehîdên xwe rêz û hezkirin bi bîr tînin. Em têkoşîna xwe ya neteweyî ya li ser avakirina Kurdistana azad, civaka azad û jinên azad û soza xwe ya geşkirina pêngava azadiyê ya Rêber Apo dubare dikin.

Partiya me PKK bi xebat û berxwedana xwe ya xurt a mirovayetiyê ya ku 43 sal in didome, ne bi tenê ji bo gelê kurd, ji bo jinan û ji bo azadiya gelên cîhanê jî bûye hêviya azadî û rizgariyê.

Bi PKK’e re jinan pergala baviksalariyê parçe kirine, bi nêrîneke azad cewhera xwe dîtine.

PKK di serdema avabûna xwe de beşdariya jinan û xeta azadiya jinan bi nêrîneke stratejîk nirxandiye, kesayetiya jin û mêran a nû û azad di nav têkoşîna şoreşê de bi cih kiriye. PKK bûye partiyeke jinan, wisa mezin bûye û bûye partiya herî bi bandor a azadiyê.

PKK bi pêşengiya Rêber Apo, her dem kûrahiyek li xeta azadiya jinan û têkoşîna wan zêde kiriye, ferqa xwe ya xweser a ji partiyên din daniye holê. Avabûn, îdeolojî, felsefe û tarza jiyanê ya PKK’ê tundiya li ser jinan qels kiriye. Bi gotina Rêber Apo ‘PKK partiyeke jinan e.’

Têkoşîna me ya azadiyê ya bi pêşengiya PKK û PAJK’ê geş dibe, rastiya jinên azad û şervan derxistiye holê û ev bi ser xistiye. Jinên kurd xwerêxistinkirina xwe ya xweser, partî, artêş, pergala xwe ya konfederal a demokratîk ava kirine û ji bo gelên cîhanê jî pêşengiya zayîneke azad kiriye.

Partiya me PKK 43 sal berê bi pêşengiya Rêber Apo bi geşbûna tova azadiyê, îro jiyaneke azad pêşkêşî gelên cîhanê dike. Bi saya keda mezin a Rêbertiya me, li bakurê Kurdistanê xwe ava kiriye, bi ked û hewldan û zehmetiyeke mezin pêşengiyê ji Rojhilata Navîn û gelên cîhanê re dike. PKK di sala 43’yemîn de hatiye asta ku pêşengtiyê ji hemû tevgerên çepgir û sosyalîst û mirovayetiya li azadiyê digere re bike.

Partiya me PKK di sala 43’yemîn de her dem xwe spartiya hêza xwe ya xweser, xeta modernîteya demokratîk û azadiya wê ji bo gelê kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn parastiye. Îro paradîgmaya azadî û çareseriyê ya Rêber Apo, li Rojhilata Navîn, bi konfederalîzma Rojhilata Navîn re bûye utopyaya jiyana azad a hemû gelan û jinan. Bi paradîgmaya neteweya demokratîk û şoreşa gelan û jinan, li bakur û rojhilatê Sûriyeyê bûye navenda gel û jinan.

Partiya me di sala xwe ya 43’yemîn de li ser xeta azadiyê bûye xeta guherîna mezin a ku şoreşa jinan û veguherîna civakî pêk aniye.  Di sala 43’yemîn de bi partîbûna xurt re, li ser xeta Rêber Apo, em meşa xwe ya azadiyê didomînin. Li dijî şerê qirker û plansaziya dewleta tirk li her qadê li ber xwe dide. Bi pêngava, ‘Dawî li tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê bîne, dem dema azadiyê ye’ û bi pêngava ‘Li dijî qirkirina li ser jinan, dem dema parastina jinên azad û civakê ye’ em xwedî li Rêber Apo derkevin, peywir û berpirsyariya xwe ya mezin pêk bînin.

Li ser xeta Apoyî em partîbûna xurt pêk bînin li her qadê avakirina neteweya demokratîk bidomînin, li ser xeta serfiraziyê em têkoşînê geş bikin. Em sala 43’yemîn a PKK’ê bikin sala mezin a têkoşîn û serfiraziyê, ber bi azadiya Rêber Apo, Kurdistana azad û serfiraziyê bimeşin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar