Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

KJK: Ruhê berxwedan û azadiyê yê 15’ê Tebaxê dê teqez bi ser bikeve

Koordînasyona KJK'ê salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kir û wiha got: “Çawa ku bi 15'ê Tebaxê re me hebûna xwe misoger kir, niha jî dem dema afirandina azadî û serketinê ye.”

Koordînasyona KJK’ê têkildarî salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê daxuyaniyek nivîskî da û wiha got:

“15’ê Tebaxê roja vejîna gel, roja destpêkirina agirê berxwedanê yê biryardariya têkoşîna hebûnê ye. Em di vê rojê de, afirînerê hêz, îdeolojî û feraseta vê pêngava berxwedanê Rêber Apo silav dikin, roja berxwedanê pîroz dikin.

Ev agirê berxwedanê ku bi fermandarê mezin Egîd (Mahsûm Korkmaz) dest pê kir, di xeta Bêrîtan de berxwedana jinan, bi Zîlanan re jî xeta fedayîtiya jinan afirand û herdemî bû, di pêngavên şoreşgerî yên Cenga Xabûrê û Bazên Zagrosê de îro dewam dike. Em şehîdên vê têkoşîn û berxwedanê bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr  tînin ku kevneşopiya berxwedanê û jiyaneke bi rûmet hûnandine. Em careke din soz didin ku em ê şopdarê wan bin û di têkoşîna xwe de xwedî li wan derkevin.

Em roja berxwedanê ya 15’ê Tebaxê li jinan û gelê xwe pîroz dikin ku bi vê berxwedanê re vejîna xwe pêk anîn, hebûna xwe parastin û ketin nava têkoşîna azadiyê.

15’ê Tebaxê bi qasî ji bo gelê kurd, ji bo jinên kurd jî bûye destpêka vejîn û têkoşîna hebûnê. Ji bo fêhmkirina 15’ê Tebaxê û bandora fîşeka destpêkê, divê mirov rastiya tunebûnê ya ku dijminê gelê kurd ew xistin navê, fêhm bike. Li nava civakeke wiha ku li ser sînorê tunebûn û koletiyê bû, jin qet nedihatin dîtin. Ji ber vê yekê fîşeka destpêkê ji bandora li ser dijmin bêhtir, bandora xwe ya li ser rastiya xwe bêhtir bi wate û girîng bû. Ew fîşek û pêvajoya berxwedanê ya ku bi 15’ê Tebaxê re dest pê kir, bû destpêka parçebûna her cûre koletiyê ku mirovên me dikir kole. Jin ji nava rewşa xwe ya girtî derxist û berê wê da nirxên mirovahiyê.

Lewma em 15’ê Tebaxê ji bo Tevgera Azadiyê ya Jinan a Kurdistanê weke zemîn û çavkaniya vejînê û têkoşîna xwe ya hebûnê û pêngavî dibînin; îro jî têkoşîna xwe bi biryardarî û ruhê 15’ê Tebaxê gerdûnî dikin û ber bi serketin û azadiyê ve dimeşin.

Di dîroka Kurdistanê de bêguman gelek raperînên ji bo parastina hebûnê pêk hatin, ji ber rê û rêbazên hestewarî yên raperîna kurd a klasîk, berdêlên gelekî mezin hatin dayîn. Piştre jî gelê kurd kete nava pêvajoyeke hîn giran a ji zext û tunebûnê, hîn bêhtir hat tepisandin. Ji rastiya xwe hat derxistin. Bi tevgera PKK’ê re yekemcar bi têkoşîneke ku ji raperîna klasîk a gelê kurd wêdetir kete nava pêvajoya misogerkirina hebûna xwe; bi pêşengî û rêxistiniya xwe ya îdeolojîk dest bi serdeke ji taktîk û rêbaza şer a gerîla kir.

Têkoşîna 37 salî pirsgirêka kurd raxist pêş çavan, şoreşa vejînê pêk anî

Ev têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo, li dijî her cûre êrîşên hêzên paşverû zêdeyî 37 salan têkoşîn dewam kir, pirsgirêka kurd raxist pêş çavan û şoreşa vejînê pêk anî. Li ser vê rastiya ku 15’ê Tebaxê afirand, Rêberê me bi kûrbûna paradîgmayî ji bo çareseriya pirsgirêkên jinan û gelan encamên girîng bi dest xist. Di serî de li Rojava li gelek qadên têkoşîna me, hewl tê dayîn ku paradîgmaya Rêbertî bê şênberkirin, di asta şoreşa jinan de jin beşdarî her qada jiyanê ya têkoşînê dibin ku ev yek gelekî girîng e û dibe çavkanî û hêvî ji gelan û jinan re.

15’ê Tebaxê bi berhemên xwe yên afirandî re ne tenê ji bo gelê kurd, ji aliyê têkoşîna me ya jinan a gerdûnî ve ji bo jinan, ji bo demokrasiya li Tirkiyeyê û herêmê, ji bo gelan û mirovahiyê hîn bêhtir wate û girîngiya wê tê fêhmkirin. Têkoşîna li dijî serweriya mêr, faşîzm û her cûre paşverûtiyê, îro bi pêşengiya jin û gelê kurd tê meşandin. Em di asteke dîrokî de ne ku bi serketina têkoşîna me re wê paşeroja hêzên demokrasiyê û şoreşê, çarenûsa jinan, ciwanan û hemû hêzên antî faşîst diyar bike. Lewma em bang li van hemû hêzan dikin ku têkoşînê bi hev re mezin bikin, ji her demê bêhtir li dora gelê kurd bicivin, ruhê têkoşîna hevpar xurtir bikin.

Di serî de jin û ciwanên kurd em bang li tevahiya gelê xwe dikin; Em di pêvajoyeke welê de ne ku berpirsyariyên dîrokî ji her demê bêhtir li pêşiya me ne. Çawa ku bi 15’ê Tebaxê me hebûna xwe misoger kir, niha jî dem dema afirandina azadiyê û serketinê ye.

Ruhê serketinê yên ku cejna me ya vejînê ya 15’ê Tebaxê afirand wê bi berxwedan û têkoşîna me teqez bi ser bikeve. Hemû nirxên dewleta tirk ên ku faşîst, tekperestî, zayendîperestî, nijadperestî, dijminê xwezayê temsîl dike, wê yek bi yek tune bibin. Gelê kurd, gel, bawerî û jinên Rojhilata Navîn wê jiyana bi edalet, azad û wekhev, bi xwerêveberî û xweparastinê teqez biafirînin. Ruhê berxwedan û azadiyê yê 15’ê Tebaxê wê teqez bi ser bikeve.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar