Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

KJK: Şoreşa Rojava bi pêşengiya jinan gihişt vê astê

Koordînasyona KJK’ê derbarê salvegera 8’emîn a Şoreşa Rojava de daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku şer û têkoşîna xwebûnê ku ev ji 40 salan zêdetir e li çar parçeyên Kurdistanê didome, bi şoreşa Rojava re berbi çav bûye û da zanîn ku şoreş bi pêşengiya jinên kurd gihiştiye vê merheleyê

Koordînasyona KJK’ê têkildarî salvegera 8’emîn a Şoreşa Rojava daxuyaniyek nivîkî weşand.

KJK’ê salvegera şoreşê di serî de afirînerê vê şoreşê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû gelan pîroz kir û wiha got: “Em di  salvegera şoreşê de li ber şehîdên xwe yê pîroz  ku derfetên jiyana bi rûmet a gel afirandin, ji bo avakirina  civakeke xwedî nasname, xwedî xislet û qazad, bi rengekî fedayî, bi lehengî şer kirin û xak bi xwîna xwe, bi canê xwe parastin, bejna xwe bi hurmet ditewînin. Em salvegera şoreşê li hemû gelan ku bi salan e li nav şertên şer, bi vîna xwe li ber xwe didin, bi hemû derfetên xwe şoreşê xwedî dikin, pîroz dikin û em di qonaxên dîtir ên şoreşê de hêviya serkeftinê dikin.

Di sedsala 21’an de ku bi pêşengiya jinê geş bûye û mîna dema berxwedanê ya gelan hatiye diyarkirin,  Şoreşa Rojava ku gav bi gav xwe dihone û xebatên avakirina pergala alternatîf didome. Geşedanên ku li Rojava û bakurê Sûriyeyê dertên holê, li dora perspektîfa civaka demokratîk, neteweya demokratîk dibin xebatên avakirina pergala demokratîk.  Problemên pergala şaristaniya desthilatdarîxwaziya dewletî ya li Rojhilata Navîn, zor lê kiriye ku gel baweriyên ji derdorên cuda, jin û ciwan hêza dînamîk derxînin holê. Bi vê maneyê pêşbîniya avakirina pergaleke wiha tê kirin ku hişmendiya faşîst, yekreng were qevaztin, hemû gel û baweriyan wekhev dibîne, di rêxistiniya jiyanê û rêveberina wê de, mafê nûnertiya wekhev dide her kesî û ji hêla wesfî ve geşedan û veguherînê dide ber xwe. Nexasim lêgerîn û modêlên çareseriyê yên kurdan, ji tecrûbeya têkoşînê ya ji dîrokê heta bi roja me kelk werdigire û geş dibe. Bi vê maneyê, xwendinên li ser dîrokê yên tije ders, ji bo ku gelê kurd pergala dewletîxwaz û navenda kapîtalîst a serwer biqevêzin û bibin xwedî vê pratîkê wê alîkar be.

Dahurandinên pergalê yên Rêberê Gelê Kurd, nirxandinên wî û pêşniyarên pratîk ên çareseriyê yên alternatîf, ji bo  gelê kurd û mirovên Rojhilata Navîn siûdek e. Bi vê çarçoveyê paradîgmaya Rêbertiya me ya komunal, demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê, ji bo kurdan û mirovên Rojhilata Navîn, ji bo mirovahiya cîhanê wê xizmetê bike û guherîn û veguherînê geş bike.

Jiyanîbûna projeya neteweya demokratîk a Rêbertiya me, tê menaye ku gelê kurd bi vê perspektîfê serdemeke nû, pêvajoyeke nû dide destpêkirin. Sîsika bûyera ku em jê re şoreşa Rojava dibêjin, ev e. Xweqevastina di ser hişmendiyên dewletî, pergalên serwerîxwaz re û li şûna vê avakirina pergalên wiha ku gel vê qebûl bikin û bikaribin pê derbirîna xwe bikin. Ji ber vê jî, ji bo veguherîna hişmendiyê, pêvajoyeke wiha di nav xwe de vedihewîne ku wê kêferatên zêde werin kirin.

Şoreşa Rojava hê ji serî ve divê xebatên hişmendiyê bike. Rûdana şoreşê her gav geşedanê, guherînê, mezinbûnê vediheîne, bûyerên her gav, gavên ku têne avêtin wesf û domdariya şoreşê diyar dike. Civaka ku bi perspektîfa neteweya demokratîk rojane xwe diafirîne, ava dike, wê domdariya xwe ya şoreşî jî pêk bîne. Ji ber vê jî hewceyî bi sazûmanbûnê, pergalbûnê, bawerî, dilsoziya bi armancê, lêrawestînê heye û li bara her zehmetiyê divê mirov bi hêvî bixebite. Ji ber vê jî, peywirên pir dîrokî, destpêkê jn, dikevin ser mile ciwan gelên cuda bawerî û çandan.

Ev ji 40 salî zêdetir e, şer û têkoşîna xwebûnê yê li çar parçeyên Kurdistanê didome bi vê maneyê li Rojava berbiçav bûye. Em dikarin bibêjin, bi şoreşa Rojava re rasteqîniya têkoşînê ya kurd û Kurdistanê, ketiye qonaxeke nû. Û nemaze, bûye xwedî karakterekî têgerokî, hemû gel û jinên cîhanê ber bi xwe ve dikişîne û bala her kesî dikişîne ser xwe. Ji vî alî ve, şoreşa Rojava bûye wesîleya ku jin, gel û derdorên cuda yên civakî dengê xwe bilind bikin. Her wiha kiriye ku hemû gelên cîhanê, mirovahî lê bifikire ku jiyaneke cudatir dikare were jiyîn û bi vê maneyê bûye hêvî.”

Civak li gorî pêdiviyan xwe birêxistin dike

Di berdewama daxuyaniyê de KJK’ê da zanîn ku geşedanên li Rojava heta îro gihiştiye gelek qonaxan û destnîşan kir ku ji xweparatinê heta aboriyê, ji tenduristî heta perwerdehiyê, çand û hiqûqê li ser bingeha civaka demokratîk, neteweya demokratîk xwe bi rêxistin kiriye û wiha domand: “Civak li gorî pêdivîyên xwe, xwe birêxistin dike. Bêyî ku tu cudatiyê têkeve navbera wan, hemû çand û bawerî di nav vê pergalê de cih digirin. Vê pergala ku wan ava kirine, hemû gelên Rojava û gelên bakurê Sûriyeyê parastin û geşkirina wê ji xwe re kirine armanceke jiyanê. Jin di serî de em dibînin ku dayik, ciwan û gel xebatên avakirinê ji dil dikin.

Em bawer in ku wê gelê kurd ê li Rojava û gelên bakurê Sûriyeyê wê xwedî li van destkeftiyan derkevin. Di dema şer de bi awayê seferberiyê xwedî lê hate derketin, biqasî derfetên xwe tev li berxwedanê bûn û piştî şer jî bi giyanê seferberiyê nirxên şoreşê diparêze. Xwe dispêrin hêza xwe û xweparastina xwe ava kirin. Hemû destkeftiyên bi pêşengiya jinan hatiye bidestxistin, bala gelên cîhanê kişandiye û xebatên xweparastin, ekonomî, tenduristî, perwerdehî, çand ên bi pêşengiyan jinan jî tê kirin, wê destkeftinên mezin bi dest bixe.”

Şoreşa Rojava bi hêza jinan bandorê li Rojhilata Navîn û gelên cîhanê kir

Her wiha daxuyaniya KJK’ê wiha bi dawî bû: “Rêbertîya me diyar kir ku şoreşa Rojava, şoreşa jinan e. Bi vî alîyê xwe bala gelên herêmê û gelên cîhanê kişandiye. Ev alîyê wê yê xweser e. Şoreşa Rojava ya ku deng û rengê jinan tê de ye, wê bi hêza xwe ya rêxistinkirî bandorê li hemû Rojhilata Navîn û gelên cîhanê bike. Pêşengiya jin û ciwanan, dîrokeke tevlêbûneke rêxistinkirî daye destpêkirin û civak ji nû ve li ser kokên xwe radibe ser pêyan. Jina kurd ev tişt pêk aniye.  Jinên kurd ên ku pênc hezar sal in di malê de asê mane û peywira wê xizmet û koletî ye, bi têkoşîna azadiyê û îdeolojîya Rêbertî vê koletîya wê hatiye kuştin. Ji dêvila wê kesayetiya jinan a ku siyasetê dike, polîtîkayan ava dike, jixwebawer û di her qada jiyanê de şerê azadiyê dide, bi xwe re ava kiriye. Êdî tu kes, pergal û rejîm nikare pêşiya vî tiştî bigire. Kes nikare pêşiya berxwedana jinên kurd bigire.

Ji serê şoreşê ve, çeteyên ku dewleta tirk a faşîst alîkarî dida wan, êrîş kirin. Dewleta tirk li ser navê ez sînorên xwe diparêzim gelek caran êrîş kir û her roj van êrîşên xwe didomîne. Ji ber vê jî ji her demê zêdetir divê jin, ciwan û hemû beşên civakê şoreşa Rojava biparêzin û pêşiya dagirkeriyê bigirin. Em bang li gelê xwe yê kedkar, fedakar dikin ku li hemberî dagirkeriyê helwesta xwe diyar bikin. Di vê pêvajoye de di xebatên parastin, geşkirin û mezinkirina şoreşê de divê em bi giyanê seferberiyê tev li pêvajoyê bibin.” BEHDÎNAN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar