Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...
Pazartesi - 1 Temmuz 2024

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...

KJK: Xeta Zîlan misogeriya azadiya jinê ye

Koordînasyona KJK'ê di kesayeta şehîd Zîlan de şehîdên meha hezîranê bi rêzdarî bi bîr anî û wiha got: "Xeta me ya Zîlan wê xwe mezin bike, pêşenga her serdemê biafirîne û bibe misogerî û avakarê bingehîn ê sîstema azadiya jinê."

Koordînasyona KJK’ê di salvegera 28’emîn a şehadeta Zîlan (Zeynep Kinaci) û şehîdên meha hezîranê hemû bi rêzdarî û minetdarî bi bîr anî û bi bîr xist ku Zîlan di 30’ê hezîrana 1996’an de li Dêrsimê bi çalakiya fedaî ya li dijî artêşa tirk meha hezîranê di dîroka têkoşînê de kir xwedî wateyeke nû û bi meha Hezîranê bi vî rengî bû ‘Meha Fedaiyan’. Koordînasyonê diyar kir ku Tevgera Azadiyê ji destpêkê ve weke tevgereke fedaî tevgeriya û her serdemê pêşengên xwe afirand û anî ziman, şehîdên azadiya jinê di nava vê pêşengiyê de li refên herî pêş cih girtin û rêya jinên li azadiyê digerin di her serdemê de ronî kirin.

Daxuyaniya Koordînasyona KJK’ê wiha dewam kir:

“Hevrê Hanim Yaverkaya weke yek ji hevalên jin ên ku tevgera me ya azadiyê herî zû nas kir, di dîroka me ya têkoşînê de bû xwedî cihekî taybet û di 28’ê hezîrana 1985’an de tevlî karwanê nemiran bû.

Hevrê Zîlan li dijî hewldana êrişê ya gulana 1996’an a li ser Rêber Apo, bi çalakiyeke mezin nîşanî cîhanê da ku destên qirêj ên dirêjî Rêber Apo dibin wê bê şikandin. Hevrê Zîlan got, ‘Biryardariya min a ji bo jiyanê gelekî mezin e. Ez dixwazim bibim xwedî jiyaneke bi wate û çalakiyeke mezin. Ji ber ku gelekî ji jiyanê û mirovan hez dikim, dixwazim vê çalakiyê lidar bixim’. Bi vî rengî nîşan da ku ew ber bi mirinê ve naçe, lê di vê çalakiyê rêya jiyana azad dibîne. Ev gotinên hevrê Zîlan ji bo jinên her roj têne qetilkirin, tine têne hesibandin, bê îrade û bê îdîa têne hiştin, rêya jiyana bi wate nîşan da. Ji bo jiyaneke bi wate û azad işaret bi têkoşîn û serketinê kir.

Hêza jiyanê û serketinê ya jinê

Çalakiya hevrê Sema Yuce ya 21’ê adarê di 17’ê hezîrana 1998’an de bi şehadetê tacîdar bû. Çalakiya hevrê Sema li dijî êrişên ji derve yên li ser tevgera me ya azadiyê, Rêber Apo, di heman demê de li hemberî feraseta paşverû ya navxweyî û dûrketina ji xetê bû bersivek. Li dijî vê sîstema ku jinê bê îdîa û bê îrade dihêle û ji jiyanê qut dike, weke hêza jiyanê û serketinê ya jinê baweriya xwe ya bi hevrêtiyê bi çalakiyeke esîl tacîdar kir. Hevrê Sema bi çalakiya xwe her wiha rê nîşanî hevrêyên mêr da ku bi jinê re dikarin hevrêtiyeke rast bikin. Hevrê Fîkrî Baygeldî li pêşberî çalakiya hevrê Sema got, ‘Hevrê Sema fermandara min e û bi vê çalakiya xwe ez ê bibim leşkerekî jin a kurd a fermandar’. Bi vî rengî rûyê herî şênber ê hevrêtiya bi jinê re nîşan da û çalakiya fedaî kir.

Hevrê Gulan Garzan (Fîlîz Yerlîkaya) ji bo fedaîtî bibe xetek û di nava têkoşîna me de bê birêxistinkirin bi roleke bingehîn rabû. Hevrê Gulan bi vê pêşengiya xwe bû hedefa dijmin û xeta tasfiyekariyê û di 7’ê Hezîrana 2002’an de hate qetilkirin.

Hevala Rûken Herekol (Emîne Tayboga) weke endameke Tabûra Nemiran a Şehîd Zîlan di 26’ê Hezîrana 2006’an de li Antalyayê çalakiya fedaî kir û şehîd bû.

Berxwedan rehê esasî yê agirê şoreşê

Li rojhilatê Kurdistanê ku gulistana serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ye, hevrê Zîlan Pepûle (Latîfe Selamet) ku gavên destpêkê yên vê şoreşê avêt, li ber dîlgirtina Rêbertî rabû, bi vî rengî tevlî nava refên têkoşînê bû, navê Zîlan li xwe kir û biryardariya xwe ya ji bo azadiyê nîşan da. Hevrê Zîlan Pepûle li Merîwanê di 30’ê hezîrana 2006’an de di şerê dijî pastarên Îranê de bi birîndarî dîl kete dest, êşkenceyên giran lê hate kirin û heta nefesa xwe ya dawî li ber xwe da. Ev berxwedan rehê esasî yê agirê şoreşê ye ku îro bilind dibe.

Dema ku li Mûsilê 19 jinên êzidî bi destê DAIŞ’ê hatin şewitandin û qetilkirin Hezîrana 2016 bû. Jinên Êzidî ku çand û mîrateya berxwedanê ya xwe bi rûmetdarî meşandin, li dijî zilma DAÎŞ’ê teslîm nebûn û bi şewitandinê şehîd bûn. Lê belê teslîmiyet ti carî qebûl nekirin. Bersiva herî mezin a şewitandina 19 jinên Êzidî û qetilkirina bi hezaran jinên Êzidî afirandin û pêşvebirina xwerêxistin û xweparastina jinên Êzidî ye. Xwe ji xweliyên xwe jinûve afirandin, bersiv dan DAÎŞ’ê û sîstema mêr a hegemon.

Ji fermandarên pêşeng ên Tevgera Azadiyê ya Jinê endama Konseya Rêveber a KJK’ê Leyla Agirî (Fîlîz Aslan) jî 23’ê Hezîranê şehîd bû. Li Serhedê, Zagrosan, Herêmên Parastinê yên Medyayê têkoşiya. Ji bo paradîgmaya azadiya jinê ya Rêber Apo bigihîne her jinekê bi dil û can dixebitî, milîtaneke pêşeng bû. Wezîfeya me hebûyan e ku em vê rê û rêbazê, vê têkoşîna wê bigihînin hemû jinan.

Cihê xwe di dîroka têkoşîna azadiyê ya jinê de girtin

Şoreşa Rojava weke şoreşa jinê di hişê tevahiya jinên cîhanê de ma. Vê şoreşê di nava xwe de pêşengên xwe afirand. Van jin ên pêşeng di nava karên avakirina civakî de ji perwerde û birêxistinkirina zarok, jin û ciwanan heta bi avakirina qadên jiyanê li her qadê bi pêşengiyê rabûn û ji bo afirandina jin a azad û kesayeta azad gavên girîng avêtin. Ji ber vê yekê jî bûn hedefa êrîşên dewleta tirk a qirker faşîst. Di sala 2020’î de hevrê Hebûn, Zeyra Berkel, Dayika Emîne par jî hevrê Reyhan û Yusra Derwêş weke şehîdên meha Hezîranê cihê xwe di dîroka têkoşîna azadiyê ya jinê de girtin. Xwedîderketina li bîranîna wan bi mezinkirin û serxistina karên avakirina civakî ya li ser bingeha xeta azadiyê û çanda demokratîk dibe.

Endama Meclîsa PAJK’ê Bêrîvan Zîlan (Hatîce Hezer) bi çîrokên li ser Komkujiya Zîlan mezin bû, ji bo ev dîroka bi êş careke din dubare nebe tevlî nava refên têkoşînê bû. Weke fermandareke mezin ji qada Rêbertî heta bi çar parçeyên Kurdistanê; li çiyê, bajaran ked kar, nirx afirand. Hevrê Bêrîvan Zîlan ku milîtana mezin a Rêber Apo, pêşenga tevgera me ya jinê bû, em ê bi serxistina têkoşînê xwedî lê derkevin.

Hevrê Raperîn Amed (Delal Azîzoglû) di sala 1992’an de li Amedê tevlî nava refên gerîla bû û heta kêliya dawî bi eşq û baweriyeke mezin meşiya. Weke milîtanekê bi kesayetiya xwe ya sade û leheng felsefeya jiyanê ya Apoyî bi cih anî. Tevlî her asta têkoşîna azadiyê bû, li her qadê ked da, berhem afirand. Jiyana xwe bi temamî da têkoşîna li ser xeta Zîlan. Di karên avakirina sîstema konfederal a demokratîk de kedeke mezin da û dema ku karên avakirina civakî dimeşand şehîd bû.

Hevala Şehristan Asmîn ku li qada çapemeniya azad bi salan ked da, di ronîkirina rastiyê û heqîqeta jinê de bi rola pêşengiyê rabû, tevlî nava karwanê şehîdên meha Hezîranê bû. Kesayetiya wê ya azad ku bêteredût xizmet ji vê heqîqetê re kir, têkoşîna me ya jin a azad û çapemeniya jin a azad ronî dike.

Hezîran meha şehîdên fedaî yên nenir e. Têkoşîna me ya azadiyê îro jî di serî de li Zap, Metîna û Avaşînê li her qada berxwedanê ya ku hêzên me yên YJA Star û HPG’ê lê ne dewam dike. Çalakiyên hevalên Rûken û Sara, Rojhat û Erdal jî rewşa nûjen a vê xetê ne. Em zanin; têkoşîna me wê hîn bêhtir li cîhanê belav bibe, xeta me ya Zîlan wê xwe mezin bike, dîrokê ava bike û di her serdemê de pêşengên xwe biafirîne, bi vî rengî bibe avakar û misogeriya herî bingehîn a sîstema azadiya jinê ya demokratîk.

Tercîhkirina mirovahiyê, bi ziman û fikrê Zîlanan dibe

Rêber Apo ji bo hevala Zîlan dibêje, ‘Zîlan xwedawendeke ku divê em li hemberî wê bejna xwe bitewînin. Di agirê Zîlan de her tişt tê afirandin. Tercîhkirina mirovahiyê, bi ziman û fikrê Zîlanan dibe’. Zîlan di nameya xwe de ku her gotineke xwe perspektîfa jiyana azad bû, ji bo Rêber Apo dibêje ‘Di her kêliyên zor û zehmet de li we û hezkirina we difikirim û hêza manewî jê werdigirim. Yê ku herî zêde dilsozê şehîdan e hûn bi xwe ne. Li ser vê bingehê hişê min wê li pey min nemîne’.

Rêber Apo dilsoziya bi şehîdan re bi pêşvebirina têkoşînê her tim dewam kir, bersiv da. Ev dilsozî û nêzîkatiya ku hişê şehîdan li pişt nahêle, nêzîkatiya Rêber Apo ye. Dilsoziya bi şehîdan re dilsoziya bi Rêber Apo re ye. Dilsoziya bi şehîdan re parçekirina dîwarên sîstema êşkence û tecrîdê ya Îmrailyê ye, mezinkirina çalakiyên ji bo Rêbertiya azad û welatê azad e. Wezîfeya dibe para me jinan ew e ku bi qasî bîranîna şehîdan fêhmkirina wan e û bicihanîna wan e.

Weke KJK’ê em bang dikin ku ji 17’ê hezîranê heta 30’ê hezîranê şehîdan û Rêbertî fêhm bikin, bixwînin, nîqaş bikin û çalakiyên mezinkirina nirxên hevrê Zîlan bigihînin asta herî bilind; bi vî rengî xwedî li mîrateya şehîdên me derkevin. Em nameyên şehîdên pêşeng di van çalakiyan de bixwînin, jiyan û taybetmendiyên kesayetiya wan, xeta wan a têkoşînê fêhm bikin û ji hev re vebêjin. Bi rengê herî şênber ê watedar em nirxên şehîdan nîşan bidin. Em van rojan bikin rojên peydakirina rêya jiyana bi rengê Zîlan û Semayan.

Jiyana azad jiyana bi wate ye. Jiyana dûrî îdîaya azadiyê, bê wate ye. Wê demê ji bo bibin xwedî çalakiyên ku jiyana me bi wate dike, em têbikoşin. Em îdîaya xwe ya jiyanê mezin bikin, jiyanê bedew bikin, ji bo vê jî bixebitin û bi ser bixînin. Weke KJK’ê em bang li jinên li her qadên jiyanê û berxwedanê dikin; li malê, kolanan, dibistanan, kargehan, çiyê, çeperan, bajaran çalakiyên ji bo fêhmkirina jiyana bi rengê Zîlan, têkoşîna azadiyê mezin bikin û bang li jin ên ciwan dikin ku ala jiyana bi rengê Zîlan hîn bilind bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar