Koordînasyona KJK’ê bi wesîleya 1’ê Gulanê Roja Karkerên Cihanê daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniya KJK’ê de ev tişt hate diyarkirin:
“1’ê Gulanê roja ku di sala 1886’an de li Chicagoyê pêşengên karkeran ji aliyê patron û dewletê ve hatin qetilkirin, berdêlên mezin hatine dayîn. Di sala 1977’an de li Tirkiyeyê di heman rojê de li Qada Taksîmê 34 karker hatin qetilkirin. Di serî de em hemû şehîdên 1’ê Gulanê yên ku di berdêla canê xwe de têkoşîna kedê bilind kirine bi bîr tînin.
Klîka têr û artêşa bêkaran
1’ê Gulanê Roja Karkerên Cihanê ya ku hemû kedkarên cihanê tîne ba hev, di serî li de li Rêber Apo yê ku ji bo jiyaneke azad kedeke mezin dide, li dayikên kedkar ên ku li dijî vê pergala riziyayî têdikoşin, li hemû mirovayetiya azad pîroz be. Em hêvîdar in 1’ê Gulanê Roja Karkerên Cihanê bibe wesîleya cihaneke wekhev, bi edalet û azad.
Pergala kapîtalîst ya ku em tê de dijîn, aborî ya ku yek ji çalakiyên herî demokratîk ên civakê ye, ji bo terbiyekirina civakê li dijî civakê bi kar aniye. Dema ku Rêber Apo got ‘Xebat azadî ye’ pergala kapîtalîst jî xebat kiriye çalakiyeke koletiyê û bi çavê koleyan li xebatkaran nihêrtiye.
Mirov ji bo bijîn û pariyek nan peyda bikin di nava şert û mercên nemirovane de dixebitin, artêşa bêkaran a ku bi zanebûn hatiye afirandin timî tê bibîrxistin û ji wan tê xwestin van şert û mercên koletiyê qebûl bikin. Li aliyê din klîkek piçûk di qesran de dijî, keda karker, jin û civakê desteser dike û ji kedkar û karkeran dixwaze ku bila sebir bikin.
Keda jinan tune tê hesibandin
Di pergala kapîtalîst de herî zêde keda jinan tê paşguhkirin. Jin di vir de dibe koleya herî erzan a vê sîstemê. Keda herî dijwar û pîroz a dayiktiyê jî bi xapandina ‘keda dayikan nayê dayîn’ hatiye îstismarkirin û ev ked nayê dîtin. Dayik di bin giraniya wijdanî ya ku nikarin xwedî li zarokên xwe derkevin, dipelçiqin. Ev pergala ku li ked û aboriyê tenê wekî pere û qezencê dinêre, tevî ku bê rawestan dixebitî jî keda dayikan ji nedîtî ve hat.
Jin dema wekî karkerên demsalî çûne metrepolan li pişt kamyonan rastî trajediyan hatine, tacîz û tecawiz jî tê de li ser wan êrîşên zayendî yên pergala mêrserwer hatine kirin. Ligel ew û mêr heman karî dikin jî û gelek ji wan di şertên herî giran de hatine xebitandin jî nekarîne heman heqî bi dest bixînin. Di dema desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê de bi Biryarnameyên Di Hukmê Qanûnan de (KHK) gelek jin ji kar hatine avêtin û dema bandora serdema pandemiyê jî li vî tiştî zêde bûye, kedkaran nekarîne nan bibin mala xwe û hatine ber asta ku xwe bikujin.
Erdogan û alîgirên wî karker xistine asta koleyan
Di serdema desthilatdariya AKP’ê de kedkar, gundî û hemû karker bi taybetî jin û zarok rastî zehmetiyên mezin hatin. Karker wekî koleyan hatine xebitandin, bi kêfî ji kar hatine derxistin, rû bi rûyî bêkariyê mane û rastî cînayetên kar hatine. Di heman demê de wekî li Soma û Amasrayê li ser karkeran qetlîamên kar ên komî pêk hatiye. Gundî mehkûmî bêerdî, bêtovî û tîbûnê bûne û ev erdên bi bereket û keda pîroz a gundiyan hatiye ber asta qedandinê. Keda jin, karker, gundî, esnaf û kedkarên xizmetê ji bo berjewendiyên desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bi awayekî hovane hatiye bikaranîn. Faşîzma AKP-MHP’ê di desthilatdariya xwe ya bîst û yek salî de diziya kedê, gendelî û bêexlaqî zêdetir kiriye û civaka kedkar feqîr bûye, Erdogan û alîgirên wî dewlemend bûne.
‘Heqê erzan û bazara biha’
Berdêla şerê herî giran û qirêj ê ku li Kurdistanê kiriye, bi gelê kurd, gelên li Tirkiyeyê û kedkaran daye dayîn. Ji bo mesrefa vî şerê mêtinger bi cih bîne, mirov mehkûmî ‘heqê erzan û bazara biha’ kirine û mirov kişandine ber xwekuştin, hejarî û birçîbûnê. Di dîroka Tirkiyeyê de herî zêde di vê demê de pirsgirêkên civakî, çînî û jinan çêbûye.
Dem hatiye desthilatdariya faşîst, durû, xwînxwar û kedxwar têk bibin
Dem hatiye ku em li ber vê yekê rabin, vê desthilatdariya faşîst, durû, xwînxwar û kedxwar têk bibin. Têkoşîna 1’ê Gulanê û têkoşîna jinAN di heman demê de têkoşîna ked û azadiyê ye. Bi xwedîderketina li kedê têkoşîna azadbûn, xwerêveberî, afirandina jiyan, civak û kesayetên azad e. Em 1’ê Gulana 2023’Yan li Tirkiye û bakûrê Kurdistanê bi rojeva hilbijartinê pêşwazî dikin. Ev hilbijartin wê di navbera rejîma AKP-MHP ya faşîst a ku bi rengekî hovane kedê talan dike û gel û jinên ku bi xwedîderketina li kedî dixwazin azad bibe, pêk were. Bêguman hilbijartin her tişt nîne, lê belê di dîroka têkoşîna azadî û kedê de asteke girîng e.
Di 1’ê Gulanê de li dijî vê desthilatdariya faşîst hêza xwe ya têkoşînê bikin yek
Em bang li jin, kedkar û gelên me dikin ên alîgirê ked, azadî û edaletê ne, di 1’ê Gulana îsal de dakevin qadên têkoşînê. Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê, ev sîstema dejenerebûyî û rantxur êdî hewceyî pê nabîne ku dijminatiya xwe ya li ked û jiyanê, dijminatiya li jinê veşêre û bi rengekî berbiçav vê yekê dike. Lewma dem hatiye ku ev rejîm û sîstem ji hev bê xistin, bê têkbirin. Di 1’ê Gulanê de divê em yek bi yek hesabê dijminatiya li kedê bipirsin û li dijî vê desthilatdariya faşîst hêza xwe ya têkoşînê bikin yek. Her wiha di hilbijartinê de jî bi ruhê 1’ê Gulanê tercîha xwe li aliyê Tifaqa Ked û Azadiyê deyne. Girîng e bersiva pêwîst ji sîstema mêtinger, patron û qesrê re bê dayin, bi îradeya gel û jinan derba dawî li vê desthilatdariya xwînxwar û kedxwar bê xistin. Rastiya jin, karker, gundî, zeneetkar, dikandar, keda bêbersiv a kedkaran; mirovên di kar de hatin qetilkirin, kedkarên seqet man, mirovên me yên ku bi xizaniyê li her cûre jiyana li derveyî mirovahiyê hatine mehkûmkirin li ser me ferman e ku hesab ji desthilatdariya AKP-MHP’ê bipirsin. Ev berpirsyariya dîrokî li ser milê her mirovên me ne yên alîgirê ked û azadiyê ne.
Bi têkoşînê cihaneke azad û wekhev ava bikin
Kedkar hemû bi taybetî jî jin divê xwedî li ked û mafê xwe derkevin, di 14’ê Gulanê de mafê xwe bi rengê herî rast bi kar bînin, bi ruhê 1’ê Gulanê bersiva dîrokî bidin dijminên kedê. Ruhê 1’ê Gulanê ruhê febrîqe, zevî, atolye û kargehan e, divê vî ruhî di 1’ê Gulanê de di dengdanê de nîşan bidin,. Ji bo em sîstemeke li aliyê ked û maf bi destê xwe ava bikin, divê em gaveke dîrokî biavêjin.
Bi wesîleya 1’ê Gulanê Roja Kedkaran a Cihanê em careke din bang li jinan, dayikan, gundiyan, kedkaran dikin ku li dora paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinan li hev kom bibin û bi têkoşînê cihaneke azad û wekhev ava bikin.”