Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cuma - 13 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

KJK’ê banga mezinkirina xweparastin û rêxistinkirinê kir

KJK'ê bal kişand ser qirkirina jinê û bexwedana li dijî vê yekê û got, "Em raperînên li Hindistan û Efganistanê yên li dijî komkujiya jinan weke berxwedaneke xweparastinê silav dikin û bang li tevgerên jinan hemûyan dikin ku vê berxwedanê mezin bikin."

Koordînasyona KJK’ê têkildarîqirkirina li ser jinan tê meşandin û berxwedana jinan daxuyanî da. KJK’ê daxuyand ku li dijî destavêtin û kuştina jinan ku di asta qirkirina jinê de têne kirin û wiha got: “Raperîna jinê ya li Hindistanê û greva giştî ya kedkarên tenduristiyê, her wiha li Efganistanê çalakiyên jinên efgan û dostan ên li hemberî desthilatdariya Talîbanê û li Îranê berxwedana jinê ya li dijî darvekirinê ku di asta navnetweyî de li hemberî cezayê îdamê yê li rojnamevan Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mûhammed hate birîn, di têkoşîna azadiyê ya jinê de bûye pêvajoyeke girîng.”

Daxuyaniya KJK’ê wiha ye:

“Sîstema modernîteya kapîtalîst û baviksalar di nava krîzeke kûr de ye. Desthilatdariya baviksalar û kapîtalîzm bi desteserkirina qadên nû yên daneheviyê, bi mêtingeriyê û şer hewl dide krîza xwe ya desthilatdariyê çareser bike û hebûna xwe dewam bike. Pêvajoya ku em tê de ne pêvajoyeke bi vî rengî ya krîzê û ji bo vê yekê pênaseya Şerê Cîhanê yê 3’yemîn tê kirin. Şerê Cîhanê yê 3’yemîn li dora îdeolojiya zayendîperest û olperest tê meşandin. Welat, gel, jin di bin êrişa mêtingerî û jinûve parvekirinê ya hêzên hegemonîk de ne. Li her devera cîhanê di şer de neolîberalîzm û olperestiya radîkal weke du rûyên madalyonê dijminatiya li jinê, kuştina jinê, desteserkirina bedena jinê weke kiryarên bingehîn ên rêveberiya xwe dimeşînin. Şerê li dijî jinê ku bi hezaran sal in hatiye ragihandin, bi rengekî giran tê meşandin. Rojhilata Navîn, Asya û Afrîkaya Bakur weke hînterland a vî şerî ew herêm in ku jin her roj lê têne qetilkirin.

Di serî de Îran, Efganistan, Hindistan, Kurdistan, Iraq, Tirkiye, Bangladeş, Lîbya, Latîn Emerîka netewe dewlet û mêrtiya serwer hewl didin krîza xwe bi şerê li dijî jinê ji holê rakin. Gela li dijî me ji her demê mezintir e. Bi lihevkirina Iraq-Tirkiye-PDK-Bexdayê re partiya siyasî ya Şengalê PADÊ hate girtin û tê xwestin, hêzên xweparastinê YBŞ-YJŞ weke hêzên li derveyî qanûnê bêne ragihandin û bêne tasfiyekirin. DAIŞ’ê li Şengalê dest bi siyaseta xwe ya qirkirina jinê kir û ji wê derê belavî tevahiya cîhanê kir. Lewma tifaqa Tirkiye-Iraq-PDK’ê ya li dijî Şengalê, tifaqa veşartî ya DAIŞ’ê ye. Ev tifaq radixe pêş çavan ku jin li tevahiya cîhanê bi konsepteke nû ya êrişê re rû bi rû ne.

Komkujiya jinê bi gelek aliyên fîzîkî, siyasî, aborî û exlaqî tê meşandin. Li dijî komkujî, destavêtin û qirkirina jinê eger em xweparastina jinê, çalakiyên aborî, fîzîkî, exlaqî, siyasî û rêxistinî ji her alî ve mezin nekin, jiyan û azadiya jinê wê bi windahiyên trajîk û mezin re rû bi rû bimîne. Raperîna jinê, rêxistiniya jinê, amûrên berxwedana çekdarî yên jinê şerê xweparastinê ne. Eniya berxwedana demokratîk û şoreşger a Şerê Cîhanê yê 3’yemîn wê bibe sîstema alternatîf û berxwedana azadîparêz a jinê. Em di asteke diyarker a dîrokî de ne û berxwedana jinê bûye xwedî mîsyoneke şoreşgerî û roleke dîrokî ya bi vî rengî. Felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bûye dirûşma berxwedanê ya jinên cîhanê. Em raperînên li Hindistan û Efganistanê yên li dijî komkujiya jinan weke berxwedaneke xweparastinê silav dikin û bang li tevgerên jinan hemûyan dikin ku vê berxwedanê mezin bikin. Em ji dil bi jinên hînt, efgan, fars, ereb, afrîkayî û hemû jinên li rojhilat û rojava re ne.

Dem ew dem e ku li her derê bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ eniya azadiyê ya jinê, berxwedan û xweparastina jinê bi pêş ve bibin, sîstema konfederal a jinê ava bikin û azadiyê bikin yekane alternatîfa cîhanê. Aşkere ye ku sîstemên berxwedanê yên ku rêxistiniya xwe nekarîne bikin wê ji holê rabin; lewma li ser bingeha em li ber xwe bidin, xwe bi rêxistin bikin û bi ser bikevin, dem hatiye ku em weke tevgerên jinê hêza xwe bikin yek.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar