Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) têkildarî berxwedana xweparastina gelê Şirnexê ya li hemberî êrîşa zayendî ya şevêdin li dijî jina Kurd pêk hat, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Xweparastina gelê Şirnexê ya li dijî endamê hêzê taybet ê dewleta Tirk a li hemberî jina Kurd êrîşa zayendî pêk anî, divê şerê rûmetê çawa bê dayîn nîşanî me da. Şoreşa demokratîk a ku gelê me di hilbijartinan de nîşan da û berxwedana xweparastinê ya gelê Şirnexê gelekî bi rûmet in û em vê berxwedanê silav dikin.”
Di daxuyaniya nivîskî ya Koordînasyona KJK’ê ya ji bo raya giştî ya demokratîk de ev tişt hatin gotin:
“Êrîşên dagirkeriyê yên ku desthilata faşîst a AKP-MHP’ê di çarçoveya plana têkbirina têkoşîna azadiya gelê me de li her qadên leşkerî, siyasî, civakî û çandî pêkanînên şerê taybet dimeşîne. Hewl dide gelê Kurd ji hemû nirx û amûrên xweparastinê bêpar bike da ku gelê Kurd bê nasname bihêle û teslîm bigire. Ji bo vê jî rejîma qirker plana xwe ya darbe û dagirkeriyê li her qadê pêk tîne. Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ku dijminatiya gelên hêja yên Kurdistanê, jin û ciwanên Kurd ên birûmet dike, hewl dide bi destên çeteyên şerê taybet, tevgerên civak-çandî yên mêtingeriyê bi tiryak, fuhûş, sîxurtî, pûçkirina çand û civakbûnê, gelê Kurd ê azad û jiyana azad a ku bi berxwedana 50 salan hatiye afirandin tune bike. Li ser vê bingehê jin û ciwan rasterast dibin navenda hedefa rejîma faşîst.
Şoreşa demokratîk û tevgerên berxwedanê yên ku Tevgera Azadiya Jinên Kurd li Kurdistan û Rojhilata Navîn bi felsefeya “Jin Jiyan Azadî” pêşxistiye xeta azadiyê ya serdema me diyar kiriye. Jinên Kurd, Ereb, Tirk, Fars, Ermen û Suryan êdî bûne xwedî hêza ku xwe û çarenûsa cîhanê diyar bikin. Ev paradîgma, hêzên hegemonîk û baviksalarî ditirsîne. Ji ber vê yekê hêzên dij-şoreş, baviksalarî yên herêmê di şexsê AKP-MHP’ê de li dijî jinên Kurd û tevgera azadiyê tifaqeke veşartî ya bi şêwaza DAIŞ’ê pêş dixin. Li Kurdistanê bi sed hezaran leşker, polîs, cerdevan, sîxur, dûvikên wan û DAIŞ weke hêza tecawiz û şîdetê li dijî jinan tên bikaranîn û bi vê armancê hewl didin pêşî li çareseriya neteweya demokratîk a li ser bingeha azadiya jinê li Rojhilata Navîn digirin. Hêzên dij-şoreş û mîlîtarîst ên li dijî gelê Kurd û jinên Kurd birêxistin bûne, jiyana jinên Tirk, Ereb û Fars mîlîtarîze dikin, di encamê de tundiya li ser jinê, xizanî û koletiyê pêk tê. Di vê wateyê de êrîşên qirkirinê û êrîşên zayendî yên li dijî jinên Kurd tê wateya qirkirin û sûcên tundiyê yên li dijî jinên Rojhilata Navîn.
Li Tirkiye û Kurdistanê hilbijartineke şoreşgerî ya demokratîk pêk hat û gelê me bi serhildana xwe ya bi heybet a li dijî qeyûman mînaka xweparastinê ya berbiçav nîşan da. Yek ji cihên ku bi rêbazên herî hovane dagirkerî lê hatiye kirin, Şirnex û gelê me yê qehreman Botan e. Di roja hilbijartinê de îradeya gelê Şirnexê ji aliyê rejîma qirker a faşîst a AKP-MHP’ê ve bi pêngaveke dagirkeriyê hat xespkirin. Mirov bifikire ku tenê îradeya gelê Şirnexê hatiye desteserkirin şaşiyeke mezin e. Ger îradeya gel li her derê ji aliyê bi deh hezaran leşker û polîsan ve were desteserkirin, ev tê wê wateyê ku vîna hemû welat hatiye desteserkirin. Di vê wateyê de pîvana dayîna serkeftineke demokratîk a hilbijartinan ew e ku bi têkoşîna hemû hêzên demokratîk û mûxalîf îradeya desteserkirî ya gelê Şirnexê paşve bê girtin.
Piştî hilbijartinan demek kurt çeteyên sûcên zayendî li dijî jinên Kurd dest bi şerê taybet kirin. Li hemberî êrîşa zayendî ya jineke Kurd a li Şirnexê, xweparastina hêzên şerê taybet a dewleta Tirk nîşan da ku divê şerê rûmetê çawa be. Em bi şoreşa demokratîk a gelê me ya di hilbijartinan de nîşan da û berxwedana xweparastinê ya gelê Şirnexê gelekî bi rûmet in û em berxwedanê silav dikin. Dîrokê careke din nîşan da ku ji gelê ku rêveberiya xwe û xweparastinê diparêze mezintir tu hêz û dewlet nîne. Careke din hate îspatkirin ku gelê Kurd bûye xwedî îradeyeke bêserûber ku divê guman jê neyê kirin. Û ev îrade, ev azweriya azadiyê tu carî nayê girtin.
Li ser vê bingehê banga me li hemû gelên Kurdistanê, jin, tevgerên jin û ciwanan ev e; Divê her kes li hemberî polîtîkayên şerê taybet cîran, heval, zarok û hevalên xwe ronî bike û hişyar bike, derdora xwe ya nêzîk li hemberî şerê taybet biparêze. Ev şerê namûsê ye û divê em tu carî tehemûl nekin ku dest biavêjin rûmeta me. Tevgerên jinan û rêxistinên girseyî yên demokratîk divê li dijî her cure hişyarî, perwerde, rêxistinbûn û çalakiyên xweparastinê û her wiha li dijî pêkanînên şerê taybet seferber bibin. Divê sazî û xebatkarên dewleta mêtinger ji aliyê civakî û çandî ve bên îzolekirin. Divê her welatiyekî Kurd li dijî rêxistinên narkotîk, fuhuş, êrîşên zayendî yên li dijî jin û ciwanên Kurd, rasterast bersiva xweparastinê bide. Divê tu jineke Kurd kêliyekê jî êrîşên li ser rûmeta xwe tehemûl neke û parastina xwe bike.
Li ser vê bingehê em bang li tevgerên jinan, gelên çar parçeyên Kurdistanê û eniya demokratîk a Tirkiyeyê dikin ku li dijî êrîşên dagirkerî ên li ser gelê Şirnexê bi tenê nemînin û weke rojeva sereke ya têkoşîna demokratîkbûna Tirkiyeyê binirxînin. Di vê wateyê de Şirnex Amed, Êlih, Mûş, Riha, Mêrdîn, Îdir, Stenbol, Îzmîr, Mêrsîn e. Şirnex Rojava, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê ye. Werin em Şirnexê bikin navenda têkoşîna demokratîk û li Botana birûmet berxwedana jinan bilind bikin.