Komîteya Perwerdeyê ya Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) têkildarî êrîşa lînçkirinê ya li navçeya Farqînê ya Amedê li dijî Mamostaya Zimanê Kurdî Mizgîn Yalçin pêk hatî, daxuyaniyek nivîskî weşand.
Daxuyanî bi vî rengî ye: “Komara Tirkiyeyê bi polîtîkayên înkar, tunekirin û asîmîlasyona li ser kurdan meşandî sedsala xwe tijî kir. Pergala li ser şovenîzm, milîtarîst û yek al, yek netewe, yek ziman, yek nasnameyî û yek zilamî wek vîrûsa seretanê îro dewleta tirk û civaka wê hem di aliyê zîhnî, fikrî, çandî û jiyanî de ji hemû emareyên xwezaya azad qut û nexweşekî ber sekeratê derxistiye holê. Gelê kurd bi ziman û çanda xwe xwedî dîroka 12 hezar salî bi zîhniyet û feraseta deshilatdariya faşîzan û dîkdatoriya Erdogan wekî xeyal dike wê hebûna bûye rayê jiyanê û hebûna civakî, di sedsaliya Komara dewleta tirk de biqedîne û tune bike. Lê ya tune ye cîhana mirovatiyê de dewleta tirk di aliyê mafê mirovan de, di aliyê azadiya jin, naskirina nasname û zimanê kurdî de nebûna pergalek demokratîk û mafên herî xwezayî ziman û çand e. Siyaset û stratejiyên asîmîlasyonîst û înkarker ên dewleta tirk vê carê jî bêtehemûliya xwe li dijî mamosteya zimanê kurdî ya navçeya Amed Farqînê Mizgîn Yalçin bi êrîşa lînçkirinê re aşkere kir.
Dewleta tirk wek gavek nû û girîng ji bo rûyê xwe yê faşîzan û dosyayên sûcên giran ên li ser gelê kurd bi kuştin, girtin, bi valakirina gund û bajarên kurdan re demografiya Kurdistanê guhertin, tevî zarok û extiyaran zîndanîkirina hezaran însanên bêsûc û bêguneh bi awayek bêedalet û bêqanûn kiryarê xwe bipêçe, 26’ê çileya 2011’ê Lijneya Fêrkirina Bilind a Tirkiyeyê (YOK) bi xwe Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî erê kiribû. Yek ji van mamoste Mizgîn Yalçin dema li ser erka xwe, navê bajarên kurdan dida şagirtên xwe rastî êrîşên şovenîst û antî-demokratîk hat. Her wisa di hinek zanîngehên bakurê Kurdistanê de beşên Kurdolojiyê hatibûn vekirin û ji van fakulteyan her sal bi sedan berendamên mamostetiya zimanê kurdî derdiçin, lê heta niha ji nav van sedan berendamên mamoste ruxmî serlêdana ji bo xwendina zimanê kurdî zêde ne jî, nayên erkdarkirin; ên hatine erkdarkirin jî wek Mamoste Mizgîn Yalçin dema li ser erka xwe ne rastî êrîşan tên. Dîsa sazî û komalayên perwerdehiyê yên meha sibatê ji bo “Roja Zimanê Dayîkê ya Navneteweyî” der barê girîngiya zimanê dayikê de çalakî kirine, ji aliyê Dadgeha Bilind ve ceza li wan kedkar û mamosteyên kurdî hatiye birîn. Her roj ji ber ku kurd e û yan bi kurdî axivî ye û kurdî stran gotiye zarok, ciwan û jin tên kuştin. Ev feraseta polîtîkaya înkar û asîmîlasyonê ruxmê sedsal li paş xwe hişt, ji ber tiştê armanc kirî bi ser nexistiye gelê kurd bi tevgera Rêber Apo zane û xwedî tevger û têkoşîn bûye, berxwedaniyên bêhempa ev siyaset û êrîş vala derxistiye, ev hêrsa windakirina siyaseta înkar û asîmîlasyonê ye. Ji ber vê berxwedanî û têkoşîna gelê kurd dewleta tirk aşkere nîşan dide ku, siyaseta qirkirin û bişaftina çandî ya li ser gelê me û saziyên demokratîk çiqas dijwarî didome, wê ewqas xwedîderketina li nasname û hebûna xwe heta bidestxistina mafê xwe yê jiyanî têkoşîna me bilindtir û xurtir bibe.
Em weke Komîteya Perwerdê ya KJK’ê vê siyaseta înkarker û qirker a li ser xwendekar, mamoste, kedkar û saziyên kurdî tê ferzkirin, heman demê êrîşeke li ser tevahî hebûn û nirxên hebûna civak, çand û zimanê kurdî dibînin û şermezar dikin. Lewma van êrîşan ev sedsala ji bo gelê kurd hîn mafên zimanê xwe xwendin û nivîsandinê qebûl nake, hîna navên bajarê tê de jiyan dike fêrkirina wê tehemûl nake di serî de jin-dayîk, pêwîste tevahî civaka me li hemberî vê êrîşa asîmîlasyonîst-qirker bêdeng nemîne û têkoşîna xwe mezintir û bilintir bike. Bi zanebûna “Lînçkirin û cezakirina her sazî û mamosteyek kurd, lînçkirin û cezakirina tevahî nirx û mafên me yên civakî ne”, divê em wek gelê kurd û jinên kurd ji her demê bêhtir xwedî li zimanê xwe, nasname û çanda xwe derkevin, mîna xelekên rojê her kurd kurdî biaxive, kurdî binivîse, kurdî bifikire û di her qada jiyanê de xwedî li hebûn û nasnameya ji mirov re rûmet e derkeve. Di serî de tevahî mamosteyên jin, kedkar û sazî û navendên ziman, wêje û rewşenbîrên kurd, mafên hebûna civaka xwe xwedî derkeve, ji bo mafê perwerdeya zimanê dayikê li Tirkiyeyê bê misogerkirin û dawî li hemû astengiyan bînin, wekî erkeke nîştimanî, hebûnî û xwezayî bênavber çalakiyên demokratîk bi hêz bike, bi israr û biryardarî li ziman û çanda xwe xwedî derkevin.”