Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

KJK’ê ji bo berxwedana li zindanan bang kir

Koordînasyona KJK'ê têkildarî greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger daxuyanike nivîskî weşand û bang li gel û jinan kir ku xwedî li berxwedêrên zindanan derkevin û bi xurtî tev li pêngavên azadiyê bibin

Koordînasyona KJK’ê têkildarî greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger ên girtiyên PKK û PAJK’ê di 27’ê Mijdarê de bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  daxuyaniyeke nivîskî da. KJK’ê di daxuyaniyê de bal kişand ser girînga greva birçîbûnê ku ketiye roja 20’î û destnîşan kir ku ev berxwedana ji bo bidawîkirina tecrîdê, di heman demê de ji nû ve serhildana jin û gelê kurd e.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 22 sal in di nava sîstemeke îşkenceyê de tê hiştin û ev sîstema îşkence û tecrîdê li zindanên Tirkiyeyê û tevahiya welêt hatiye belavkirin.

Koordînasyona KJK’ê ragihand ku teslîmiyet, xiyanet, bêkesayetîbûyîn li girtiyên siyasî tê ferzkirin û wiha got: “Ev çalakiya ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê me, di heman demê de ji bo jinên xwedî li dîrok, çand, rûmet û azadiyê derdikevin, ji bo kurdan tê wateya jinûve serhildana di nava şert û mercên herî giran.”

KJK’ê di daxuyaniyê de îşaret bi berxwedana jinan û kurdan a li dijî desthilatdariya AKP û MHP’ê kir û destnîşan kirin ku ev berxwedana li çiyê, deşt, bajaran û zindanan dê teqez bi ser bikeve û ev tişt anî ziman: “Çeteya Erdogan ê faşîst; tifaqa mêrê serdest a AKP-MHP a zordar, derewîn, diz û tecawizkar wê bi berxwedana jinan ji hev belav bibe. Berxwedana li zindanan wê bi berxwedana gelê me, gelan, jinan re bibe yek, enerjiyeke mezin biafirîne û tecrîdê ji holê rake. Berxwedana li zindanan pêşengiyê ji têkoşîna azadkirina Rêberê me re dike; jinan û gerîla tev li berxwedanê dike û mezin dibe.

Berxwedana ku di 27’ê Mijdarê de dest pê kir ji bo xwedîderketina li Serok Apo ye lê di heman demê de xwedîderketina li doza azadiyê ya jinan û gelan e.

Pêngavên ‘Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye’ û ‘Li dijî qirkirina jinê dema parastina civakê û jinên azad e’ yên KCK û KJK’ê, li ser bingeha berxwedana zindanan bi berxwedaneke mezin dest bi sala 2021’ê dikin. Zor û zehmetî çi dibin bila bibin di têkoşîna bidawîkirina tecrîdê û azadiyê de em ê encamê werbigirin. Em bang li gelê xwe û jinan dikin ku xwedî li berxwedêrên zindanan derkevin, bi xurtî tev li pêngavên azadiyê bibin. Ji bo têkoşîna azadkirina Rêberê xwe divê em li her qadê tev li berxwedanê bibin.

Jinên ku li refên herî pêş bi xurtî xwedî li pêngavê derkevin. Em pêşengên azadiyê yên gelê xwe ne. Bi vê rol û mîsyonê em li her qada jiyanê û berxwedanê ne. Bi pêngava KJK’ê re di têkoşîna azadiyê de em bi biryar in. Berxwedana li zindanê di vê pêvajoyê de gaveke girîng da avêtin. Girtiyên ji doza PAJK’ê di vê demê de pêşengiyê ji greva birçîbûnê ya bêdem-dorveger re dikin. Jin bi coş, bawerî û biryardariyeke mezin pêşengiyê ji berxwedanê re dikin.

Em girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê yên li zindanan hemûyan, ji ber çalakiya xwe yên dîrokî ya li dijî tecrîdê silav dikin. Bi berxwedana li zindanan, çiyê û bajaran wê tecrîd bê bidawîkirin û azadî bê misogerkirin. Li ser vê bingehê em berxwedanê mezin bikin û hîn bi xurtî xwedî li Rêberê xwe derkevin.” BEHDÎNAN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar