Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...
Perşembe - 21 Kasım 2024

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

KJK’ê ji bo jinên şengalî û afgan dest bi kampanyayê kir

Koordînasyona KJK'ê li dijî êrîşên li ser jinên şengalî û afgan dest bi kampanyayekê kir ku wê di navbera 3-15'ê tebaxê de bê meşandin.

Koordînasyona KJK’ê daxuyaniyek weşand û ji ber salvegera Komkujiya Şengalê ya 3’ê Tebaxê û desteserkirina desthilatdariya Afganistanê ya 15’ê tebaxê ji aliyê Talîbanê ve, di navbera 3-15’ê tebaxê de kampanyayek ragihand. KJK’ê diyar kir ku wê kampanyayê bi dirûşma “Li dijî êrîşên mêr ên hegemon em bi jinên Afganistanê û Şengalê re ne” bimeşînin.

Daxuyaniya KJK’ê bi vî rengî ye:

“Di ser qirkirina Şengalê re 9 sal derbas bûn, ku 3’ê Tebaxa 2014’an ji aliyê DAIŞ’ê ve hat kirin, tevahiya cîhanê bi rengekî zindî lê temaşe dikir, lê dest lê werneda, hêzên leşkerî yên ser bi PDK’ê ve jê reviyan. Destpêkê em jin, mêr û zarokên xelkê xwe yê êzidî yên di qirkirinê de hatin kuştin bi rêzdarî bi bîr tînin. Êrîşên van hêzên hovane yên dijminê jin û jiyanê, bi tundî şermezar dikin. Têkoşîn û berxwedana ku ji bo parastina nasname û hebûna xelkê me yê êzidî tê meşandin, silav dikin. Mîna pêvajoya qirkirinê, ji niha û pê ve jî di her şert û mercî de em ê bi gel û jinên xwe yên êzidî re bin.

Di sedsala 21’ê de li pêş çavên cîhanê, hêzên Iraqê û Pêşmerge yên li Şengalê berpirsyar bûn bêyî ku biparêzin xelkê me yê êzidî bi êrîşa qirkirinê re rû bi rû hiştin, di encamê de Şengal hat hilweşandin, bi hezaran mirov bi rengekî hovane hatin kuştin, bi hezaran jin û zarok hatin revandin, li bazarên koletiyê hatin firotin, êrîşên psîkolojîk, çandî, fîzîkî û zayendî li wan hat kirin, bi sed hezaran kes ji bo jiyana xwe rizgar bikin her tiştên xwe terikandin û ketin ser rêya koçberiyê. Ji ber êrîşên qirkirinê 500 hezar mirov ji Şengalê koçber bûn. Hîn jî 250 hezar êzidî dûrî cih û warê xwe li herêmên cuda yên Iraqê, Tirkiyeyê, Sûriyeyê û beşek jî li Ewropayê ne. DAIŞ’ê li Şengalê êrîşên qirkirinê yên li ser civaka êzidî bi rêk û pêk bi polîtîkaya qirkirina jinan meşand. Li deverên ku dagir kir, nêzî 7 hezar jin û zarok revand, bi sedan ji wan kuşt. Jin weke koleyên seksê li bazaran hatin firotin, kiryarên li dijî mirovahiyê li wan hatin kirin. DAIŞ’ê her wiha jin û zarok revand û bi zorê guhertina ol li wan ferz kir. Piştî ku zarok kirin ‘misilman’ di şerê xwe yê tarî de weke şervan bi kar anî, navendên baweriya êzidiyan bi rêk û pêk îmha kir. Kiryarên kuştin, guhertina ol bi zorê, kolekirin, bazirganiya mirovan, destavêtin, koçberiya bi zorê û perwerdekirina zarokên êzidî li kampên terorê yên DAIŞ’ê mîna leşkeran, sûcên mafên mirovan e ku divê bêne darizandin. Têkildarî mirovên ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin kuştin 87 gorên komî hatin tespîtkirin, lê tenê 36 ji wan hatin vekirin.

Tevî ku 9 sal di ser qirkirina Şengalê re derbas bûne, hîn jî aqûbeta 2 hezar û 700 jin û zarokên êzidî nayê zanîn ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin revandin, weke kole hatin firotin û dîl hatin girtin. Xaka Şengalê ku warê parastina çand, bawerî, hebûn û jiyana xelkê me yê êzidî ye, hîn jî di bin gefa komkujî û qirkirinê de ye. Ev gef û metirsî hîn jî bi dawî nebûye. Dewleta tirk hema bibêje her roj bi her cûre teknîka şer pêşeng û ewladên xelkê me yê êzidî dikuje. PDK jî her roj bi derew, propaganda reşkirinê ya şaş wan dike hedef û gefê dixwe.

DAIŞ û Talîban

Li Afganistanê jî êrîş û komkujiyeke bi heman rengî li dijî jinan tê kirin. Danûstandinên ku DYA’yê bi Talîbanê re meşand, ji bo vekişîna ku beriya bi salan ragihandibû di 29’ê sibata 2020’î de li Dohayê peymanek mohr kirin. Di encama vê peymanê de jî ji 29’ê nîsana 2021’ê û pê ve DYA û NATO’yê dest bi vekişandina hêzên xwe ji Afganistanê kirin. Bi dawiya meha tîrmehê re Talîbanê gav bi gav welat xist bin kontrola xwe û di tebaxa 2021’ê de piştî ku paytext Kabûl kontrol kir, desthialtdariya xwe ya dijminatiya li jin û civakê careke din ragihand. Feraset-fikir û desthilatdarî-kiryarên DAIŞ-Talîbanê mîna hev in.

Desthilatdariya Talîbanê ya li ser dijminatî û dijberiya li jinan hat avakirin, kiryarên xwe yên herî paşverû, dijberê civak û mirovahiyê bi destek û piştgiriya hêzên navneteweyî dewam dike. Bûyerên mîna yên li Şengalê, li Afganistanê jî qewimîn. Cîhan tev li ser bingeha peymana di navbera DYA û Talîbanê de hat çêkirin, piştî ku Talîbanê desthilatdarî xist destê xwe li komkujî û drama mirovahiyê temaşe kir. Beriya her tiştî, rastiya hegemonya global a cîhana Rojavayî ku hewl dide dijminatiya li jinê veşêre, herî zêde piştî ku Şengal radestî DAIŞ’ê, Afganistan jî radestî Talîbanê hat kirin, şênber bû. Herdu qirkirin, komkujî û qirkirina jinan li dijî jinên cîhanî bi taybetî jî Rojhilata Navîn di asta komployeke global de ne. Encamên vê komployê yên şênber jî her roj dewam dikin. Serweriya mêr a hegemon û mejiyê mêr ê dijminê jinên ku xwe dispêrên têkiliyên berjewendiyê, tifaqa herî paşverû ya desthilatdariyê ye. Lewma em berxwedana esîl a xwişkên xwe yên Afganistanê silav dikin ku li dijî her cûre kiryarên li derveyî mirovahiyê, qedexe, zext û zordariyê ya rejîma Talîbanê ya paşverû ji berxwedanê venagerin.

Divê dewleta tirk bê darizandin

Li Afganistanê tê xwestin ku jin gav bi gav li derveyî jiyana civakî bên hiştin û li nava koletiya nava malê bê mehkûmkirin. Li Şengalê jî gef li îradeya xwerêveberî û xweparastinê, jiyana bi hebûna xwe tê xwarin û êrîş lê tê kirin. Dewlet û aktorên ku di komkujiyên Afganistan û Şengalê de rol, berpirsyariya xwe hene, çav lê girtin, divê hesab bidin jin û mirovahiyê. Her wiha cihê şermê ye di serî de Tirkiye ku piştgirî da rêxistina terorê DAIŞ’ê û êrîş bi xwe birêxistin kir, welatên cuda yên ku berpirsyariya xwe hene nayên darizandin. Di heman demê de helwesteke şênber a ji bo pêkanîna komkujiyên nû ye.

Neteweyên Yekbûyî, Parlamentoya Ewropayê û gelek parlamentên neteweyî hovîtiya li Şengalê weke jenosîdê qebûl kirin. Bi taybetî em ji wan welat û saziyan dixwazin ên ku jenosîd nas kirine, ji bo darizandina berpirsyaran bikevin nava liv û tevgerê.

Ji bo bi hezaran jin û zarokên êzidî yên ku hîn jî di destê DAIŞ’ê de dîl girtî ne bêne rizgarkirin, divê di asta navneteweyî de kar bê kirin. Di heman demê de ji bo êzidiyên ji ber fermana 74’an neçar man xaka xwe biterikînin û di nava şert û mercên giran de neçar man li kampan bimînin, li cih û warê xwe vegerin, divê astengî ji holê bêne rakirin. Em bang li hêzên mîna PDK’ê dikin ku li pêşiya vegera xelkê êzidî asteng e, dest ji van hewldanên xwe berdin. Her wiha ji bo mirovên zerar ji şer dîtine tazmînat bê dayin, herêmên ji aliyê çeteyan ve hatine mayinkirin bêne paqijkirin û bajarê Şengalê ji nû ve bê avakirin, em bang li hêzên navneteweyî hemûyan dikin ku piştgiriyê bidin.

Xweparastina li dijî jenosîd û femînîsîdeyê

Li dijî jenosîd û femînîsîdê em radigihînin ku gel, civak û baweriyên ku zext li wan tê kirin xwedî mafê xweparastinê ne û xweparastin ji bo jin û gelê Şengalê mafekî rewa ye. Em destnîşan dikin ku hemû cihêrengî xwedî mafê xwebirêxistinkirinê ne û ev yek jî mafê herî bingehîn û rewa ye. Lewma em bang li jinên alîgirê demokrasî û mafên mirovan dikin ku piştgiriyê bidin rastiya xwerêvebirinê ya xelkê Şengalê.

Em weke KJK’ê diyar dikin ku em ê bi wesîleya salvegera Komkujiya 3’ê Tebaxê ya Şengalê û 15’ê tebaxê ku li Afganistanê Talîban hat ser desthilatdariyê, di navbera 3 û 15’ê tebaxê de bi dirûşmeya ‘Li dijî êrîşên mêr ên hegemon, em li kêlek jinên Şengal û Afganistanê ne’ kampanyayê bidin destpêkirin. Di rastiyê de em ji bûyerên kuştina jinan jî baş dizanin ku modernîteya kapîtalîst serdestiya mêr xurt dike, cih vedike û jin di cih de ber bi qetlîamê ve dibe. Ji bo ku em li dijî komkujiyên jinan, xweza û jiyanê rawestin, ku ev jî karê mêrtiya serdest a hegemon a modernîteya kapîtalîst e, divê em weke jin ji xwe re bikin armanc ku li her qadê û kêliyên jiyanê têkoşîna rêxistinî geş bikin.

Armanca kampanyayê

Rastiya ku hê jî kuştina jinan weke sûcekî li dijî mirovahiyê nayê dîtin, dibe sedem ku dewlet û dîktatorên ku bi polîtîkayên qirkirina jinê hewl didin li ser piyan bimînin, ji darizandina vî sûcî û êrîşên wan ên bêperwa yên li dijî jinê netirsin. Heya ku qirkirina jinê weke sûcê mirovahiyê neyê qebûlkirin, mîna qirkirinê li dijî polîtîkayên qirkirina civakî jî têkoşînek pêbawer û teqez nayê kirin. Bi vê kampanyayê re em dixwazin balê bikşînin ser polîtîkayên qirkirina jinê yên zîhniyeta mêr a hegemonîk û nîşan bidin. Bi vê pêngavê re em dixwazin di şexsê jinên Şengal û afgan de bibin dengê hemû jinan û sûcên li cîhanê hatine kirin biqîrin. Weke KJK’ê bi pêngava ‘Li dijî êrîşên mêr ên hegemon, em li kêleka jinên Şengal û Afganistanê ne’ re em dixwazin ku qetilkirina jinan di asta navneteweyî de bi awayekî fermî weke sûcê li dijî mirovahiyê bê qebûlkirin. Ji bo ku cîhan ji jinan re bibe cihê jiyanê em bang li hemû hêz, sazî û kesayetên jinan dikin ku ji bo dawî li qirkirina jinan bê anîn têkoşîna hevpar bilind bikin. Em têkoşîna mafdar û rewa ya jinên Şengal û Afganistanê weke têkoşîna xwe dibînin û bang li hemû rêxistinên jinan dikin ku bibin yek û piştgiriyê bidin vê berxwedana ku di şert û mercên dijwar de tê meşandin. Em bi serketina mutleq a çalakî û berxwedana jinan a yekbûyî ya rêxistinbûyî ya li dijî pergala mêr a hegemon û pêkanînên wê yên ku li her qadê li dijî têkoşîn û berxwedana jinê tên birêxistinkirin, bawer in. Li ser vê bingehê em bang li hemû hêzên jinan ên têdikoşin dikin ku bikevin nava tevgerê, weke jin em diyar dikin ku bersiva herî baş a li dijî vê hovîtiya li jinên Şengalê û Afganistanê tê kirin, hevgirtina jinê û rêxistinbûyîna gerdûnî ye û em bang li hemû jinên cîhanê dikin ku bi hev re hesabê jinên Şengalê û Afganistanê bipirsin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar