Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

KJK’ê ji bo parçekirina sîstema Îmraliyê bang kir

Koordînasyona KJK’ê destnîşan kir ku dem hatiye êdî sîstema Îmraliyê ji holê bê rakirin û ji bo parçekirina vê sîstema têkçûyî bang kir.

Koordînasyona KJK’ê daxuyaniyek weşand û got, “Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di 29’ê mijdarê de bi daxuyaniyekê ragihand, ku di navbera heyeta CPT a ku çû Îmraliyê û Rêber Apo de hevdîtin pêk nehatiye. Tevî ku CPT xwe weke saziyeke bêalî û serbixwe ya navneteweyî pênase dike, piştî ku çû Îmraliyê li ser rewşa Rêberê me û hevalên pê re daxuyanî neda. Tevî vê yekê, agahiya ku dibêje bi Rêber Apo re hevdîtin nehatiye kirin, rewşê girantir dike.”

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku “Ev rewş ispat dike ku CPT û saziyên navneteweyî yên pêwendîdar tecrîda giran û dîlgirtina ku li dijî mirovahiyê ye, erê kirine û bûne hevparê vê yekê. CPT tevî ku saziyeke bêalî ye, xwe daye alî û berjewendiyên hikûmeta AKP-MHP’ê ya faşîst, pîvanên demokrasî û hiqûqî bi şeklî jî bi cih nîne.

‘Divê rewşa dawî ya Îmraliyê bê aşkera kirin’

Ev şirîkatiya sûcê li dijî Rêberê Gelê Kurd ê qedîm, ev kiryara li dijî mirovahiyê û bêhiqûqî tu carî nayê qebûlkirin. Rêber Apo rêbertiyê ji Modernîteya Demokratîk re dike ku di sedsala 21’ê de pêşengiyê ji nirxên jinan, civakê, azadî, demokrasî û mirovahiyê re dike. Lewma ev helwesta li dijî Rêber Apo tu carî nayê qebûlkirin. Ne kurd, ne jinên ku ji bo azadiyê têdikoşin, ne jî mirovên xwedî exlaq û wijdan vê yekê qebûl dikin.

Divê CPT tavilê aşkera bike bê li Îmraliyê çi diqewime. Çima hevdîtin bi Rêber Apo re nehatiye kirin, di rastiyê de çi qewimî ye, bi giştî rewş çawa ye, divê van hemûyan bi şênberî raxe pêş çavan. CPT pêwîste di vê mijarê de wezîfeya xwe bi cih bîne.

CPT û saziyên pêwendîdar divê gavê biavêjin

Her wiha CPT û saziyên navneteweyî yên pêwendîdar, ji bo Rêber Apo karibe parêzerên xwe bibîne tavilê gavê biavêjin, ji bo vê jî zextê li hikûmeta tirk bikin. Divê em ji Rêber Apo bi xwe hîn bibe bê rewşa wî çi ye.

Sîstema Îmraliyê êdî hilweşiya ye, têk çûye. Yên ku ev sîstema li dijî mirovahiyê ava kirin 25 sal in nikarin îradeya Rêber Apo, tevgera azadiyê û têkoşîna azadiyê ya jinan bişikînin. Rêberê me, gerîlayên me, gelê me, jin têkoşînê di sala 45’an de mezintir dikin û vê yekê destnîşan dikin. Rêber Apo Îmrali kiriye zemîna wê yekê ku sedsala 21’ê bike sedsala gelan û jinan, nirxên Modernîteya Demokratîk bi sîstem bike û bike pêşeng. Berxwedana Rêberê me ya li Îmraliyê van nirxan mezintir dike, bêhtir mayinde dike û li tevahiya cîhanê belav dike. Kiryarên herî hovane û bêrehm jî nekariye pêşî li vê bigire, wê nikaribe asteng bike.

Ev sîstema Îmraliyê ku nekarî armancên xwe bi ser bixîne û têk çûye, êdî li ber tunebûnê ye. Hem bi bikaranîna rêyên hiqûqî bi xurtî, hem jî bi daketina qadan û bikaranîna mafên xwe yên demomkratîk, divê em dawî li vê yekê bînin. Em bang li gelê xwe, jinên ku ji bo azadiyê têdikoşin, dostên xwe û her kesên ku dilê xwe ji bo nirxên demokratîk û azadiyê diavêje dikin, ku ji bo tavilê agahî ji Rêberê me bê wergirtin û parêzer karibin hevdîtinê pê re bikin, çalakiyan mezin bikin, dengê xwe bilind bikin û bi esasî vê sîstema Îmraliyê ya têkçûyî parçe bikin, tune bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar