Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

KJK’ê li dijî metirsiya şerê birakujiyê banga hişyarî û têkoşînê kir

Navenda Nûçeyan |

Koordînasyona KJK’ê têkildarî îhtîmala şerekî gengaz ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê û rewşa dawî daxuyaniyek weşand. Koordînasyonê diyar kir ku partiyên kurd divê di çarçoveyeke berfireh de li pirsgirêkan binêrin, hewl bidin bi rêya diyalog, hevdîtin, sebir û rêyên medenî çareser bikin.

Koordînasyona KJK’ê di daxuyaniya xwe de got ku şerekî bi vî rengî dê herî zêde zirarê bide hikûmeta Başûr û PDK’ê û diyar kir ku ji ber vê yekê dawî li amadekariya vî şerî binin û nekevin ber bayê dewleta tirk.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku şerekî gengaz ê birakujiyê dikare Kurdistanê li rewşa sed sal beriya niha vegerîne û wiha hate gotin: “Gelê me di demeke gelekî girîng a dîrokî de ye. Di dîroka xwe de yekem car bi navê gel em di demeke xurt a jinûve vejînê de ne. Bi serkêşiya dewleta tirk a faşîst ku dijminê sereke yê gelê kurd e, bi taybetî di nava pênc salên dawî de li dijî gelê me şerekî qirkirinê û tunekirinê yê topyekûn tê meşandin û li dijî vî şerî li tevahiya Kurdistanê berxwedaneke mezin, şerekî hebûnê tê meşandin.

Ji bo bidawîkirina Tifaqên Navneteweyî yên Qirêj û têkbirina dewletên mêtinger ên li herêmê ku di sedsala dawî de biryar li ser tunekirina kurdan dan, lehengiyên mezin, berxwedanên mezin hatin kirin. Li Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat gelê me pêşketin û destketiyên girîng bi dest xistin.

Gelê Kurdistanê xwe jinûve afirand

Gelê me yê li Bakur, li gel asîmîlasyon, zexta înkar û tunekirinê ya giran a dewleta tirk, hebûna xwe, jinûve vejîna nasnameya neteweyî ya kurd bi ruhê fedayî, bi pêşengiya Serok Apo kir. Gelê me yê li başûrê Kurdistanê jî bi pêşengiya pêşmergeyan li dijî rejîma Saddam berdêlên giran da, raperîna xwe pêk anî û hikûmeteke Kurdistanê ava kir.

Gelê me yê li Rojava bi berxwedaneke efsanewî ya mezin a li dijî DAIŞ’ê xweseriya xwe pêk tîne. Li Rojhilat gelê me li dijî rejîma Îranê, di bin fetwayên darvekirinê de bi berxwedaneke mezin û welatparêziyê têkoşîna xwe bi xurtî didomîne.

Bi pêşketina têkoşîna azadiyê ya gelê me re, olên êzidî, elewî, yarsanî û El Heq ên zexta tunebûnê li wan tê kirin, ji nû ve derketin holê.

Jinên kurd niha pêşeng in

Ya herî girîng û balkêş jî ew e ku jinên kurd ên di nava jiyanê de ziman û rengê wê tune bû, bi hestên welatparêziyê û azadiyê li her qada jiyanê bi rengekî fedayî bi erka pêşengiyê radibe. Ger em bi rengekî rast û aqilane tevbigerin, li gel berdêlên giran, zor û zehmetiyan jî em di dema zêrîn a kurdan de ne.

Amadekariya PDK’ê ya ji bo operasyona li qadên gerîla gelekî metirsîdar e

Derfetên me hene ku em sedsala 21’an bikin sedsala azadiyê û bidestxistina statuyê ya li hemû parçeyan. Em, gelê kurd dikarin destketiyên mezin bi dest bixin.

Di demeke wiha de amadkariya PDK’ê ya ji bo operasyonek li dijî qadên me yên gerîla, hewldaneke gelekî metirsîdar e û ji bo gelê kurd jî gaveke bêşensî ye. Ji bo gelê me ku di nava zext û zordariya rejîmên serdest û dewletên mêtinger de ye, wê bibe sedem ku ji aliyê madî û manewî ve gelekî winda bike. Destpêkirina şerekî bi vî rengî ji aliyê PDK’ê ve herî zêde wê zirarê bide PDK’ê bi xwe.

Partiyên kurd dikarin xwedî îdeolojî, nêrînên cuda bin, dikarin bi tundî jî hevdu rexne bikin. Lê belê ger ev yek veguhere şerekî fîzîkî yê li dijî hev, hingî rewş cuda dibe. Kurdan li Başûr û li Rojava li dijî DAIŞ’ê têkoşîneke mezin meşandin, bi hezaran şehîd dan. Li nava tevahiya raya giştî ya cîhanê, bûn xwedî cihekî rêzdar.

Şerê navbera kurdan dê bi gele kurd bide windakirin

Ger hêzên kurd li dijî hev şer bikin, bi taybetî jî ger PDK bi dewleta tirk re bibe yek û êrîşî herêmên gerîla bike, ev yek wê bibe sedema êşên giran, barîna rondikên çavan û windakirinê ji bo gelê me û partiyan hemûyan. Şerê birakujî di dîroka kurdan de rûpelên herî qirêj û gemarî ne. Bi vî şerê birakujî re Tirkiye dixwaze beriya hilbijartinên DYE’yê darbeke din li gelê kurd bixe. Ji bo vê jî PDK’ê sor dike, sozê dide PDK û PDK’ê bi ser qadên gerîla, bi ser şervanên azadiyê ve dehf dide.

Divê PDK vê yekê fêhm bike, ji vê şaştiya dîrokî yekser vegere û li ber sorkirinên Tirkiyeyê û daxwazên DYE’yê rabe.

Tirkiye îro li cîhanê nayê hezkirin, teşhîr bûye. Dinya tev zane ku bi DAIŞ’ê re kar dike. Hilbijartinên DYE’yê nêzîk dibe, Erdogan ê faşîst dixwaze bi piştgiriya Trûmp di vê pêvajoya navberê de li dijî PKK’ê şer bimeşîne. Şerê ku PDK bi hevkariya Tirkiyeyê li dijî gerîla bimeşîne wê ji bo gelê me bibe felaketeke mezin.

Kurd hêza xwe, berjewendî û yekitiya xwe bi ser dikevin

Hemû partiyên kurd divê di demên wiha dîrokî, krîtîk de bêdeng nemînin. Divê bi nêzîkatiyeke wiha bin ku pêvajoyê dibînin, têkil dibin, li dijî ya şaş helwestê datînin, bi nêzîkatiyeke xwînsarî bin. Ya ku wê bi dest kurdan ve bîne, mezin bike ne hêzên derve ne. Divê hêza cewherî ya gelê me, berjewendiyên cewherî, yekitiyê esas bigirin.

Ji ber vê em bang li PDK’ê dikin ku xwe ji şer re hazir dike. Di dîroka Kurdistanê de çi dema ku birakujî bûbe wê demê di ruhê gelê me de êşên mezin ên ku şopa wan neçe çêbûne. Mirov dikarin rewşên herî giran jî ji bîr bikin. Lê şerekî wiha di nav civaka kurd de tu carî nayê jibîrkirin. Herî pir gelê me yê Başûr di dîroka nêz de ev jiyaye. Li dijî rejîma Baas a mêtinger, li dijî dewleta tirk şerkirin û şehîd bûn cihê rûmetê ye. Lê mirina bi guleya bira pir cihê ye. Tê maneya birînên ku tedawiya wê ne pêkan e. PDK heke êrîşê bi ser qadên gerîla de bîne, divê her kes zanibe şervanên me yên azadiyê wê berxwedaniyeke bêhempa û heta bi mirinê bidin.

Rêyên cihê hene ku em pirsgirêkên xwe çareser bikin

Ji ber vê em bang li PDK’ê dikin. Dibe ku raman û îdeolojiyên me ji hev cihêbin. Şerê me di raman, siyaset û dîplomasiyê de dikare bibe. Ev normal e. Lê ji hêla fizîkî ve şerê du hêzên kurd, rewşeke ku neyê efûkirin bi xwe re tîne. Hêza ku şer derxistî wê bi sûcdarê herî mezin ê şer. Partiyên kurd divê hewl bidin ku pirsgirêkan bi çarçoweyeke berfireh, bi diyalog, hevdîtin, sebir û bi rêyên medenî çareser bikin. Şerekî wiha herî pir wê bi hikûmeta başûrê Kurdistanê, bi PDK’ê bide windakirin. Ji ber vê, dawî li haziriyên şer bînin. Bila handanên dewleta tirk sor nebin.

Em dixwazin dubare bikin. Heke şerekî pêkan ê birakujiyê çêbibe, Kurdistan wê vegere ser beriya niha bi sed salî, wê rê li ber veke ku kurd destkeftiyên pir girîng ji dest bidin. Kurdistan bi berfirehî wê ji dagirkirinê re vebe, wê bibe qadên ku dijmin zîtirkan lê dide. Di qada navnetewî de wê tu giraniya kurdan nemîne û kes wan cidî nebîne. Windahiyên madî û manewî di serî de li başûrê Kurdistanê wê bandorê li hemû Kurdistanê bike.

Ji bo ku şer nebe em bixebitin

Ji ber vê di serî de jinên kurd ên başûrî, ciwan û gelê me yê Başûr banga me li hemû jinên kurd, ciwanan û gelê me ye.

Em hemû ji bo ku şer dernekeve hewl bidin. Em helwesta xwe diyar bikin. Jinên kurd li hemû parçeyan divê gotina xwe ya hevpar, helwesta xwe, çalakiya xwe geş bikin. Pêvajoya niha em tê de pir girîng û nazik e.

Hemû partiyên siyasî yên kurdistanî, saziyên civaka sivîl, rewşenbîr, nûçegihan, hunermend divê dema ku em tê de ne fêhm bikin. Em li bara şerekî pêkan ê birakujiyê nebin darîkar. Em li dijî dewleta tirk a mêtinger rawestin. Ji bo ku ev şer raweste li hemû parçeyên Kurdistanê em çalakiyan bikin. Em jinên kurd, ciwan, rewşenbîr û civak nehêlin ku ev şer bibe.

Ji bo ku şerê kurd nebe em xebatan bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar