Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

KJK’ê pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber Apo silav kir

Koordînasyona KJK’ê daxuyaniyek nivîskî weşand û pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” ku di 10 Cotmehê de hatî destpêkirin, silav kir. KJK’ê bang berfirehkirina pêngavê kir.

Di daxuyaniya KJK’ê de wiha hat gotin: “Berxwedana Rêber Apo ku têkoşîn û berxwedana me hemûyan e, teqez wê serbikeve. Bi hêza têkoşîna me ya hevpar, Rêber Apo wê bi fîzîkî azad bibe!”

Daxuyaniya KJK’ê bi vî rengî ye: “Rêber Abdullah Ocalan 25 sal in li Îmraliyê di hucreyeke yek kesî de, dîl tê girtin. Li dijî van şert û mercên dîlgirtinê ku bi komploya navneteweyî hat afirandin, roja 10’ê Cotmehê pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” hat destpêkirin. Dihat plankirin ku ev pêngav li 74 navendan were kirin, lê zêdeyî li 100 cihan hat kirin. Em hemû dostên xwe yên beşdarî vê pêngavê bûne, pîroz dikin. Jinan pêşengî ji çalakiyên ku ji Bangladeş, Tokyo, Hindistan, Kenya, AEfrîkaya Başûr, Latîn Amerîka û heta Ewropayê li gelek cihên cîhanê bi hemwext hatin lidarxistin re, kirin û li gelek cihan jî tenê jin beşdarî daxuyanî-çalakiyan bûn. Ji ber vê yekê weke Tevgera Jinên Kurd em wan jinan silav dikin. Em bawer dikin ku wê pêngav bi serkeftinê bi encam bibe û ev çalakî wê diyarker bin.

Êrîşên li dijî hemû kurdan veguheriye êrîşên qirkirinê

Çalakiyên ku li çapa cîhanî hatin kirin, bandora fikrên Rêber Abdullah Ocalan û girîngiya piştevaniya enternasyonalîst danî holê. Lê ji xeynî dostên ji refên cuda, tevlîbûna xurt a çep, sosyalîst, antî kapîtîst, ekolojîst, anarşîst û jinan; ji bo gelên bindest û sekna rêxistinî ya jinan bûye mînak. Ev piştevanî û yekitiya mezin wê hîn xurttir û mezintir bibe û pêş bikeve. Ev yek wê li dijî şer, qirkirin, faşîzm, zayendparêzî, nîjadperestî, qirkirina xwezayê û pirsgirêkên avhewayê re bibe helwest û seknek. Tecrîd û êrîşên ku dewleta tirk li dijî Rêber Abdullah Ocalan didomîne, li dijî hemû kurdan veguheriye êrîşên qirkirinê. Li Rojava, başûrê Kurdistanê, Mexmûr û Şengalê cihên sivîlan tên bombekirin. Sivîl, jin, zarok, kal û hêzên parastinê tên qetilkirin. Li pey hev li Wargeha Mexmûrê ku di bin parastina NY’ê de ye, malên sivîlan û îbadetxane hatin bombebarankirin û jin û zarok birîndar bûn. Ev êrîşên qirkirinê wê nebe sedem ku Kurd paş ve gav bavêjin. Bi vê wesîleyê em diyar dikin ku em li cem gelê xwe yê li Mexmûrê ne û ji birîndaran re şifayê dixwazin.

Rejîma qirkirinê ya bi pêşengiya Erdogan, wê têk biçe. Berxwedana bi heybet a gerîla û îradeya xurt a gelê me, wê bi ser bikeve.

Dê Rêber Apo azad bibe

Em carek din hemû dostên hêja yên gelê Kurd ku beşdarî pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” bûne, silav dikin. Di roja me de cîhan ji ber şerê qirêj û hovane yên desthilatdaran diheje. Di roja îro de hûn cewherê rewşenbîrî, enternasyonalîst û demokrasiyê ne. Deng, daxwaz û peyamên we yên piştevaniyê hêvî û kelecana cîhanek azad afirandiye. Berxwedana Rêber Apo ku têkoşîn û berxwedana me hemûyan e, teqez wê ser bikeve. Bi hêza têkoşîna me ya hevpar, Rêber Apo wê bi fîzîkî azad bibe!

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar