Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Klamên xwe ji bo Guven distirîne

Yek jî berdewamkarên kevneşopiya dengbêjiyê Necîbe Akgol, li malên ku lê dibe mêvan klamên xwe ji bo Leyla Guven distrîne. Akgol anî ziman ku ew feryad û îsyanên gelê kurd dijîn, tîne ziman û wiha got: “Hinek dikin wêne û bi nivîsandina helbestan vedibêjin. Ez jî bi klamên xwe tînim ziman.”

Necîbe Akgol a li Îdirê hîn di zarokatiya xwe de dest bi dengbêjiyê kir, heya roja îro kevneşopiya dengbêjiyê dide dewam kirin û mîna berê diçe malan û klamên xwe distîrîne. Akgol ligel klamên kevneşopiyê, klamên jixweberî jî distirîne. Akgol di demên dawî de klamên xwe ji bo berxwedana Leyla Guven û grevên birçîbûnê jî dibêje.

Akgol diyar kir ku malbata wê hemû dengbêj in û wiha axivî: “Em li malan tên gel hev û bi cîranên xwe re şevbihurkan li dar dixin û hewl didin vê kevneşopiyê bidin jiyîn. Em li dawetan jî klam distirînin. Dîroke bi kok a dengbêjiyê heye. Tiştên tên jiyîn em bi klamên xwe re vedibêjin. Dengbêjek, hemû bûyerên civakî yên mîna eşq, koçberî, şer, mirin, şîn û keyfxweşiyan dikin klam û dibêjin. Dengbêjî wêjeya bi devkî ya çanda me ya herî kevnar e. Awayê jiyana me vedibêj. Ez bûm şahidê, mirovên me yên di bûyerên li Kobanê, Roboskî, Cizîr û Sûrê de jiyana xwe ji dest dan û zextên li ser gelê kurd. Dema ku ez van tînim ber çavên xwe, ew feryad û îsyan bandorê li zimanê min dike. Hinek dikin wêne û bi nivîsandina helbestan vedibêjin. Ez jî bi klamên xwe tînim ziman. Ev mîrateya ku min ji malbata xwe girtî, ez nîşanî derdorên xwe û zarokên xwe didim.”

Îlhamê ji têkoşîna berxwedêran digire

Di axaftina xwe de Akgol destnîşan kir ku ew di demen dawîn de klamên xwe ji bo Leyla Guvne û girtiyên ku li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne dibêje û wiha domand: “Ji roja ku grevên birçîbûnê destpê kirin, ez di klamên xwe de behsa têkoşîna grevên birçîbûnê dikim. Ez ji berxwedana Leyla Guven û girtiyan îlham digirim û têkoşîna wan distirînim. Tu ferqa kesên di greva birçîbûnê de ne, ji yên zarokên min tuneye. Tekane armanca grevên birçîbûnê, şikandina tecrîdê ye. Ez vê rastiyê bi klamên xwe vedibêjim.”

Divê piştgirî bê dayîn

Akgol da zanîn ku divê piştgirî ji bo çalakgeran bê dayîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ger tecrîd rabe, dê pêşiya aştî û wekheviyê vebe. Hemû cîhan jî baş dizane ku ev daxwaz daxwazên mafdar in. Li vî welatî herî zêde kurd zilm dîtin. Dayik ev çend meh in ji bo piştgiriya zarokên xwe li qadan rastî êrîş û zilmê tên. Gelo kijan dil li hemberî vê zilmê dikare li ber xwe bide? Divê em serî li hemberî zilmê netewînin. Zilma li me hatî kirin, ji xeynî me tu kes din nikare fêm bike. Ji ber vê divê em piştgiriyê bidin hev û li kêleka hev rawestin.”

Gotinên klama Akgol ji bo Leyla Guven û girtiyan distirinên wiha ye:

“Digot dayê ez Diyarbekirê dinêrim kevir ser kevira nema ye.

Ez bala xwe didim hawara me kurda ye

Leyla 187 roj in greva birçîbûnê de ye

Ez ê xwe qurbanî te bikim Leylayê

Çavê wê li aştî û biratiyê ye

Ax delalê delal

Digot ser serê me kurdan fermanekî xweş ferman e

Digot dayê ji me re ferman e

Digot bala xwe bidinê ji vir heta Kobanê xwîna me kurdan çiqas rijiya ye

Ax delalê delalê

Digot dayê kesek ku alîkariya me bike tune ye

Ax delalê delal” ÎDIR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar