Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

KNK: 182 hezar kurd rastî jenosîdê hat lê hê jî nebûye dosyayeke cîhanî

KNK’ê qurbaniyên Enfalê bi bîr anîn û diyar kir ku: “Armanca rejîma Baasê qirkirina hemû xelkê Kurdistanê ya bi hemû pêkhateyên xwe ve bû. Lê piştî 35 salan jî hikumeta Iraqê û ya başûrê Kurdistanê nekarîne jenosîda Kurdistanê bikin dosyayeke cîhanî.”

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê têkildarî Komkujiya Enfalê daxuyaniyeke nivîskî da.

Daxuyanî wiha ye:

“Di dîrokê de gelê kurd rûbirûyî gelek sûcên navneteweyî yên wek jenosîd û qirkirinê hatiye. Dagirkerên Kurdistanê ji bo tunekirina gelê kurd bi hemû curan hêza xwe bikaranîne. Lê dawiya hemû dîktatoran hat û gelê me zindî maye. Di nava 100 salên borî de, li hemû beşên Kurdistanê planên dijî mirovahiyê dijî gelê Kurdistanê pêkhatin. Civaka navneteweyî jî di nav vê sedsalê de ji bo çareseriyek guncav ya ji bo pirsa rewa ya kurd ne bû alîkar. Di heman demê de bi saya Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan Peymana Qedexekirina Sûcên Jenosîdê, gelê me rastî Enfal û kîmyabaranê hat!

Li başûrê Kurdistanê 35 sal bi ser Komkujiya Enfalê ya bi destê rejîma Baasê re derbas bûn. Armanca rejîma Baasê qirkirina hemû xelkê Kurdistanê ya bi hemû pêkhateyên xwe ve bû. Lê plana dagirkeran pûç bû. Piştî 35 salan hikumeta Iraq û başûrê Kurdistanê nekarîne pêşwaziya daxwaza jiyana xizmên qurbaniyên enfalê û herêmê bike. Bi tu awayî tezmînata xizmên qurbaniyan nehatiye dayîn.  Li ser asta navneteweyî jî nekarîne jenosîda Kurdistanê bikin dosyayek cîhanî û bi cîhanê bidin nasîn.

Hîn jî gorên enfaliyan nehatine vekirin, xizmên wan li benda hestiyên qurbaniyanin û ne razî ne. Divê sûcê Enfalê bikeve bernameya xwendinê.

Em bang li hemû aliyên berprisyar dikin; ji bo mijara Enfalê stratejiyeke nîştimanî danîn. Xizmên enfaliyan ji vê xemsariya hikumet û parlamentoyê ne razî ne. Divê hemû berpirsên Iraq û herêmê hêrsa xelkê cidî bigirin û ji bo çareseriya pirsgirêkan bixebitin.

Di 35’emîn salvegera Enfalê de em bejna xwe li ber hemû qurbaniyan ditewînin û silavên xwe ji malbatên qurbaniyên Enfalê re dişînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar