Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

KNK banga xwedîderketina berxwedana Heftanînê kir

Navenda Nûçeyan |

Konseya Rêveber a KNK’ê têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û berxwedana Heftanînê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku neteweya kurd û gelên Kurdistanê bi sedan sal in li bin destan e û wiha hate gotin: “Hêzên serdest bi dehan caran hewldan ku kurdan ji nav bibin û asîmîle bikin. Lewma jî hebûna kurdan her di bin gefan de bûye. Ziman, çand û nasnameya gelê Kurdistanê tim hatiye înkarkirin. Yekane tişta ku hişt kurd hebûna xwe biparêzin berxwedan û berevanî ye.”

Konseya Rêveber a KNK’ê diyar kir ku ev hestê berxwedanê bi ruh û rîşalê xelkê Kurdistanê hatiye pêşxistin û ev tişt anî ziman: “Ger em bibêjin ku ‘tenê çiyayên me kurdan parastiye’ wê ev yek kêm bimîne. Yê kurdan û hebûna kurdan parastiye her giyanê berxwedanê bû. Kurdan her bi giyanê berxwedanê li çiya, deşt û baniyan li dijî înkarkirinê berxwedana hebûnê daye. Kurd li rojavayê Kurdistanê, li Germiyana Başûr, li rojhilat û bakurê Kurdistanê, her wiha li Misir, Ûrdun, Yemen û li her devera cîhanê li dijî gefên tunekirin û asîmîlasyonê her li ber xwe dane û xwe parastine. Berxwedan ew giyan e ku kurdan gihandiye roja îro û dostên kurdan li dinyayê zêde kir.”

‘Berxwedana li Heftanînê bêhempa ye’

KNK’ê ragihand ku niha ew giyanê berxwedanê, li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker li Heftenîn û Qendîlê li ber xwe dide û wiha dewam kir: “Dewleta tirk ji destpêka avabûna xwe heta niha çendîn car in bi hemû hewldan û teknolojiya xwe ya leşkerî, bi hemû kanalên xwe yên siyasî, dîplomatîk û aboriyê, her wiha bi hevkariya sîxûr û kirêgirtiyên xwe bênavber êrîşî xelkê Kurdistanê û bizava azadîxwazan dike. Lê belê giyanê berxwedanê bi zehmetî, têkoşîn û berdêlên giran şerê qirkirina kurdan jinav dibe û gelê kurd li ser pêyan hêla ye. Berxwedan û berevaniya li Heftenîn û deverên yên Kurdistanê berxwedaneke bêhempa a şoreşger û şervanên Kurdistanê ye. Ev hêza berxwedêr êrîşên dijmin li gelek deveran şikandiye, li dijî teknolojiya artêşa tirk şerê rûmetê didin. Ev şer û berxwedan hişt ku hêzên dagirker roj bi roj bi paş ve biçin. Em jî weke Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi hemû îrade û vîna xwe xwedî li berxwedana Heftenîn û çeperên berevaniyê derdikevin. Em vê xebat û têkoşînê weke wezîfeyeke neteweyî û niştîmanî dibînin û silavên xwe yên germ ji hemû berxwedêran re dişînin. Bejna xwe li hemberî bilindahiya pakrewanên azadiyê ditewînin.”

Banga xurtkirina berxwedanê

Di dawiya daxuyaniyê de ev bang hate kirin: “Em bang û daxwaz ji hemû kurdistaniyan dikin da ku piştgiriyê bidin berxwedana bêhempa ya Heftenînê. Em bang dikin ku her kes bi şêweyekî û li gorî hewldanên xwe bibe dengê berxwedana Heftenînê û li dijî hevkarên dewleta tirk a dagirker jî bibe xwedî helwest. Azadî û serfiraziya Kurdistanê tenê di destê kurdan de ye. Em di wê baweriyê de ne ku gelê me dê tu carî berxwedêrên xwe yên azadiyê bi tenê nehêle. Em weke KNK’ê bang li hemû tevger, hêz, partî, rêxistinên kurdan dikin da ku li dijî êrîş û dagirkeriya tirk bibin xwedî helwest. Divê bê zanîn ku ev êrîş li dijî ked û destkeftiyên hemû kurdan e. Di encama berxwedaneke hevbeş de dê serkeftin û serfirazî para kurdan be.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar