Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...
Çarşamba - 28 Ağustos 2024

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

KNK belgeyên çekên kîmyewî ji saziyên navneteweyî re şand

Hevseroka KNK'ê Zeyneb Mûrad diyar kir ku belgeyên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî yên bi dest xistine ji saziyên navneteweyî re şandine û ji bo lêpirsîneke navneteweyî dest pê bike ketine nava hewldanan

Êrîşên dagirkerî yên dewlet tirk li herêmên Avaşîn, Zap û Metînayê 7 meh in didomin. Di van êrîşan ku bi hevkariya PDK’ê de didomin, Tirkiyeyê heya niha gelek caran çekên kîmyewî bikar aniye. Li gorî Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê heta niha bi dehan gerîla ji ber van çekên kîmyewî şehîd bûn û gelek sivîl jî ji wan çekan bandor bûne. Her wiha li hemberî bikaranîna çekên kimyewî hikûmeta Bexda û Hewlêrê û Yekitiya Ewropayê (YE) jî xwe li bêdengiyê datînin. Kurd û dostên wan li gelek deveran dadikevin qadan û vê bêdengiya hêzên navneteweyî şermezar dikin.

Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Zeyneb Mûrad têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî, bêdengiya hêzên navneteweyî û helwesta Iraq û PDK’ê ji nûçegihana  Ajansa Mezopotamya (MA) Zeynep Durgut re axivî.

Belge şandin ji saziyên navneteweyî re

Hevseroka KNK’ê Mûrad anî ziman ku ji bo ev yek li cihê cih bê lêkolînkirin tevdigerin û wiha axivî: “Me KNK ji bo bikaranîna çekên kîmyewî ku Tirkiye li Zap, Avaşîn û Metînayê wan bi kar tîne, bang li hêzên navneteweyî kir. Li hemberî dewleta tirk a ku sûcê şer dike, divê hêzên navneteweyî bêdeng nemînin û ji bo vê çi pêwîst be divê bikin. Her wiha me xwest ku li ser vê mijarê hin lêkolîn bên kirin. Di heman demê de nûnertiya KNK’ê ya Başûr di nav liv û tevgerê de ye. Me ew şandin tevahiya konsolosên welatên ewropî. Di heman demê de dosyeyeke lêkolînê hatiye amadekirin. Di vê lêkolînê de hin belge û agahî hene. Ev ji hemû saziyên navneteweyî û wezaretên derve yên welatên Ewropayê û dezgehên ragihandinê yên berpirsyar re hatine şandin. Lê mixabin heta niha bersiveke fermî nehatiye dayîn. Her wiha heta niha saziyên navdewletî di çapemeniya navneteweyî de jî li ser vê mijarê nesekinîne. Çendî bersiveke fermî nehatibe dayin jî lê ji bo vê dostên kurdan weke parlamenterên Ewropayê ketine nava hin liv û tevgeran. Mînak, em dikarin bibêjin ku parlamenterên Ewropayê ku dostên kurdan e di parlamentoyê de daxwaz kirin ku li ser bikaranîna çekên kîmyewî lîjneyeke navneteweyî bê damezirandin û her wiha lêpirsineke navneteweyî bê destpêkirin. Em jî hewl didin ku komîsyoneke serbixwe ku nûnertiyên navneteweyî jî di nav de, bê avakirin û ev komîsyon biçe li wan deveran lêkolînan bike. Ji bo destpêkirina lêpirsîneke navneteweyî hin hewldanên me jî hene.”

Şîrîkatiyên dewletên din

Mûrad bal kişand ser bêdengiya hêzên navneteweyî ya ji bo bikaranîna çekên kimyewî û destnîşan kir ku bi vê bêdengiya xwe dibin şirîkê vî sûcî û wiha domand: “Dewletên ewropî û civaka navneteweyî ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî, aborî li hemberî kiryarên dewleta Tirkiyeyê bêdeng mane. Ev ne tenê îro wiha ye, ji destpêka erîşên dewleta Tirkiyeyê heta niha bêdeng in. Di dema borî de jî dewleta tirk li Rojava çekên kimyewî bi kar anîn û ev bi belgeyan aşkera bû. Lê wê demê jî li hemberî dewleta tirk bertekek nehat nişandin. Vê bêdengiya hêzên navneteweyî cesaret da Tirkiyeyê ku careke din jî çekên qedexekirî bi kar bîne. Rastiyek heye NY heta dawiyê piştgiriyê dide dewleta tirk û desthilatdariya Erdogan. Di vê piştgiriyê de berjewendiyên wan hene. Bêdengiya van dewletan ew e ku çekan difiroşin Tirkiyeyê. Van dewletan ev çekên qedexekirî û kimyewî firotine Tirkiyeyê. Loma ew şirîkên vî sûcî ne. Firotina balafiran, çekên kimyewî sedemê bêdengiyê ye. Hêzên navdewletî hevkarê vî sûcî ne. “

Tifaqa di navbera Erdogan û Kazimî de

Di axaftina xwe de Zeyneb Mûrad destnîşan kir ku Iraq bi helwesta xwe pêşî li ber Tirkiyeyê vedike û ev tişt anî ziman: “Hikûmeta Iraqê Tirkiyeyê sûcdar nahesibîne. Çimkî di destpêka erişên Tirkiyeyê de heta niha tu helwest nîşan nedane. Hikûmeta Iraqê bêdengî hilbijartiye.  Ne xema wan e ku Tirkiye li ser axa Kurdistanê çi cînayet û sûcan dike. Ji destpêka erîşên Tirkiyeyê heta niha Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî helwestek nîşanî dewleta Tirkiyeyê neda. Wisa xuya dike ku tifaqek di navbera Erdogan û wezîrê Iraqê de çêbûye. Ev tifaq li ser hin berjewendiyan çêbûye.”

‘Agahiyên di destê me de vê yekê piştrast dike’

Mûrad da zanîn ku di destê wan de di warê bikaranîna çekên kimyewî de delîl hene û wiha pêde çû: “Dosyaya ku ji aliyê KNK’ê ve hatiye amadekirin û wekî name ji dewletên navneteweyî re hatine şandin, tê de daxwaza qedexekirina çekên kimyewî hatiye kirin. Me daxwaz kir ku ji bo lêkolînkirina vê lijneyek bê avakirin. Li gorî çavkaniyên herêmê û her wiha ew agahiyên ku ji aliyê tîma Aştiyê Kristyan ve hatine bidestxistin, li gundan belge hatine komkirin. Her wiha Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê jî daxuyand ku dewleta tirk di nava 6 mehan de 132 caran bi çekên kimyewî erîşî gerîla û sivîlan kiriye. Li van herêman , bi taybetî li gundên minteqa Horirî hatine bikaranîn. Ev agahî ji aliya koma Aştiyê ya Kristyanm ve hatine piştrastkirin. Ev hemû belgeyên bikaranîna çekên kîmyewî ne. Her wiha ji aliyê KCK’ê ve jî daxuyanî hat dayîn ku heger lijneya lêkolînê biçe herêmê, ew amade ne ji bo alikariyê. Ev jî dide xuyakirin ku belge di destê wan de ne. Mirov dikare van belgeyan hemûyan peşkeşî dewletên navneteweyî bike.”

Bi çalakiyan dikarin bêdengiyê bişikînin

Her wiha Zeyneb Mûrad diyar kir ku ew bi çalakiyan dikarin vê bêdengiyê bişikînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Kurdên li Ewropayê û dostê wan ev demeke dirêj e li ser pêyan e. Daxwaz dikin ku hêzên navneteweyî li hemberî vî sûcê şer bisekinin. Ev jî nîşan dide ku em dikarin dawiyê li vê faşîzmê bînin. Ev jî wê bi rêya berdewamkirina van çalakiyan çêbibe. Divê em bi tekoşîna xwe bêdengiya hêzên navdewletî bişikînin. Banga me ji hemû welatparezan û ciwan û jinan re heye ku bi çalakiyên xwe raya giştî ji vê rewşê agahdar bikin. Di heman demê de daxwaziya me ji dewleta Iraqê û Herêma Federal a Kurdistanê re heye ku bi cidî nêzî vê mijarê bibin û rê nedin dewleta Tirkiyeyê. Roj bi roj mafên gelê me tên binpêkirin û axa Kurdistanê tê talankirin divê em vê yekê bi berxwedana xwe teşhîr bikin. Divê her kes xwedî helwest be û erka xwe ya neteweyî pêk bîne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar