Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

KNK: Cejna berxwedanê, cejna azadiyê Newroz pîroz be!

Konseya Rêvebir ya KNK’ê bi peyameke nivîskî Newroz pîroz kir û got “Em ê Newrozê weke wateya wê, bi ruhê berxwedanê pîroz bikin û bi şîara dem dema azadiyê ye, dem dema serkeftinê ye pîroz bikin.”

Di peyama KNK’ê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Di dîroka Kurdistanê de, her dem Newroz xwedî cihekî diyar e. Newroz roja berxwedanê ye, Newroz roja serkeftina li hember zilmê ye, Newroz cejna azadiyê ye. Newroz li ser bingeha têkoşîna li dijî bindestiyê pêk hatiye. Dijî zilm, koletî, dagîrkerî, kolonyalîzm û her reng bindestiyê bûye sembola rizgarî û azadiyê.

Îro gelê kurd, bi keda xwe ya salan û bi berdelên mezin, Newroz kirine şahiyeke mezin ya gelêrî û roja berxwedanê. Gelê kurd, Newrozê li seranserê Kurdistanê û li meydanên dîasporayê dîsa her wekî naveroka wê ya dîrokî bi armanca rizgarî û azadiyê pîroz dikin. Kurdan, Newroz di têkoşîna xwe ya her aliyê de, li gundan, li bajaran, li zîndanan, li her cih û warên jiyanê de, Newroz kirine çeperê têkoşîna rizgarî û azadiyê. Her çend gelek miletên din yên herêmê jî, Newrozê weke cejna xwe dibînin û pîroz dikin, lê kurdan bi berxwedan û tekoşîna salan naveroka Newrozê ya berxwedan û azadiyê ji nû ve derxistin holê û li Cihanê dan naskirin. Îro di asta navneteweyî de Newroz weke cejna gelê kurd tê naskirin.

Li seranserê Kurdistanê agirê Newrozê îro gurtir e. Li başûr û rojavayê Kurdistanê bi rengekî fermî tê pîroz kirin. Li rojhilat û li bakurê Kurdistanê, dewleta Îranê û dewleta Tirkiyeyê hewl didin ku naveroka Newrozê pûç bikin û wê ji wateya wê dûr bixin. Lê li rojhilat û li bakurê Kurdistanê jî, li gel hemî astengiyên dagirkeran, disa jî Newroz bi wateya xwe tê pîroz kirin û agirê rizgarî û azadiyê gurtir tê hilkirin.

Bi Newrozê ve em dest bi saleke nû dikin. Sala derbazbûyî di hemî waran de bû salekî ya tekoşînê. Ji niha ve diyar e ku wê îsal jî bibe saleke têkoşînên mezin. Dijminên me, ji gelek aliyan ve êrîş dikin. Teybetî dewleta tirk, ji bo têkbirina hemî deskeftiyên gelê me, li Bakur, Başûr û Rojava di nava êrîşeke mezin de ne. Di şer û êrîşên xwe de normên hiqûqî û ehlaqî nas nakin. Sala derbazbûyî de ji 300 caran zêdetir çekên kîmyewî kar anîn. Dewleta Îranê jî mafên gelê me nas nake û bi hemî awayî gel û çalakvanên me dike hedef. Her çend statûyek fermî li başûrê Kurdistanê hebe jî, lê pirsgirêk berdewam in. Pirsgirêka deverên dabirayî nehatiye çareserkirin û rewşa van deveran ne baş e. Dijminên me ji bo lewazkirin û têkbirina statûya federal, li ser kar in û di nava dek û dolaban de ne. Li rojavayê Kurdistanê jî, dagirkerî û êrîşên dewleta tirk berdewam in. Rejîma Suriyeyê jî li derfetan digere. Dixwazin deskeftiyên gelê me yên li Rojava têk bibin. Tehdît û xeteriya DAIŞ’ê jî berdewam e.

Ev rewş erk û wezîfeyên me jî diyar dike. Divê li hember hemî dagirkeran tedbîr bêne girtin, divê hêzên parastinê bên xurtkirin, divê êrîşên dijminan bê şikênandin, divê deskeftiyên heyî bên parastin û destkeftiyên nû bêne bi destxistin. Ji bo van hemûyan divê di serî de yekrêziya di nav kurdan de were avakirin û yekitiya neteweyî bê xurtkirin. Divê em îsal bikin sala azadiyê. Em dibêjin dem dema azadiyê ye, dem dema serkeftinê ye, divê Newroz bi vê şîarê bê pîrozkirin.

Em Newrozê di vê rewşê de pêşwazî dikin. Em ê Newrozê weke wateya wê, bi ruhê berxwedanê pîroz bikin û bi şîara dem dema azadiyê ye, dem dema serkeftinê ye, pîroz bikin. Çi dibe bila bibe, em ê weke salan dakevin qadan û Newrozê bi ruhê berxwedan û azadiyê pîroz bikin.

Di vê qonaxa giring ya pêvajoya tekoşîna rizgarî û azadiya Kurdistanê da, agirê Newrozê divê bibe ronahiyeke geş ya tifaq û yêkitiya gel û neteweya Kurdistanê.

KNK bi vê bîr û baweriyê Newroza hemû kurd û kurdistaniyan bi dilgermiya neteweyî û niştimanî pîroz dike.

Bila Newroza 2022 î bibe çeperê yêkitî û tifaqa navxweyî û serkeftinên mezintir.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar