Konseya Rêveber a KNK’ê yekem civîna xwe ya piştî kongreya 19’an pêk anî. Encamên civînê bi daxuyaniyekê hatin aşkerakirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dê KNK ji bo pêkhatine yekitiyê hewldanên xwe xurt bike û ji bo vê dê heyetek bişîne rojava û başûrê Kurdistanê
Konseya Rêveber a KNK’ê piştî kongreya 19’an yekem civîna xwe di 9’ê mijdarê de li navenda KNK’ê pêk anî. Di civînê de rewşa aloz a li Kurdistan û herêmê, berxwedana ji bo parastina destkeftiyên Kurdistanê li rojavayê Kurdistanê tê dayîn, banga hêzên siyasî yên kurd a ji bo pêkanîna yekitiya neteweyî hate nirxandin.
Encamên civînê jî bi daxuyaniyekê hatin aşkerakirin. Daxuyaniya KNK’ê wiha ye:
“Tevî lihevhatinên dewleta tirk-Amerîkayê û tirk-Rûsyayê yên ku bêyî îradeya gelên herêmê û bi taybetî gelê kurd hatine ajokirin, dewleta tirk li ser êrîşên xwe bi merema dagirkirina rojavayê Kurdistanê berdewam e. Ev êrîşên hovane bûne egerê jiyan ji destdana bi sedan hemwelatiyên sivîl û bi sedhezaran jî ji nişteciyên herêmê ji cî û warên xwe koçber û aware bûne.
Dewleta tirk bi navê sazkirina herêmek ewle, dixwaze nexşeya demografîk a li rojavayê Kurdistanê û pêkhateyên wê biguherîne. Xwecihiyan ji cih û warên wan derdixe, alîgirên xwe tîne û li cihê wan bi cih dike. Li gor nêrîna Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, wê ev karê bê hiqûq û ne adilane dê bibe sedema nakokiyên etnîkî û alozî û tevliheviyek civakî jî bi xwe re bîne.
Li hember êrîşên dewleta tirk, li seranserê Kurdistan û cîhanê, gelê kurd û dostên gelê me li ser pêyan e û dijî êrîşan radiwestin. Em vê helwesta gelê xwe û dostên xwe li her çar perçeyan û li derveryî welat a li dijî leşkerkêşiya ser rojavayê Kurdistanê, pîroz dikin û bilind dinirxînin. Pêwîst e kurdistanî di çarçoveya hiqûq û yasayan de û bi awayê demokratîk dewamiyê bidin çalakiyên xwe. KNK kampanyaya civaka sivîl a boykotkirina kirîn û firotina kel û pelên dewleta tirk ên li bazarên Kurdistan û cîhanê û qûtkirina pêwendiyên xwe yên turîstîkî bi fîrmeyên wî welatî re, karekî erênî dibîne û destxweşiyê li hemî beşaran dike.
Merema dewleta tirk ne tenê jinav birina destkeftiyên rojavayê Kurdistanê ne, di heman demêde mebestek ew e ku dagirkirin û ji navbirina federaliya başûrê Kurdistanê ye. Serok û rayedarên dewleta tirk vê yekê aşkera di daxwuyaniyên xwe de bi hincetên cuda tînin ziman. Jixwe li bakurê Kurdistanê bi salane rewşek awarte heye. Girtin û kuştinên keyfî berdewam in. Ew şaredariyên ku kurdan bi rêya hilbijatinan bidestxistine, bi darê zorê û li ber çavên raya gişti ya cîhanê ji dest tên girtin. Bêyî tu bingehek hiqûqî û dûr ji gişt rêbazên yasayî, şaredar ji ser wezîfeyan tên avêtin, têne zînîkirin û li dewsa wan qeyûm tên wezîfedarkirin.
Li rojhilatê Kurdistanê bi salane dewleta Îranê, berdewam e li ser girtin û kuştina kurdan. Rewşa xeraba aborî resterast li ser jiyana xelkê bandorek nebaş kiriye. Ji ber kêm derfetiyê û da ku debara xwe bikin, rojane jiyana bi dehan kolberên kurd di xeterê de ne û rojane ciwanên me bi destê rejîma Îranê têne şehîdkirin. Dewleta Îranê bi hemû derfetên xwe li dijî destkeftiyên gelê kurd derdikeve. Ev dijminatî ne tenê li rojhilatê Kurdistanê ye her wiha dijî parçeyê din ên Kurdistanê ye jî. Dijî mafên kurdan, dewleta Îranê berdewam bi rejîmên Enqere, Şam û Bexdayê re di nav têkiliyan de ye.
Demeke li Iraqê nerazîbûn û nerehetî heye, çalakiyên girseyî dijî şêweyê rêvebirin û avakirina dam û dezgehên mîrî tên lidarxistin. Mixabin di van çalakiyan de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Qaşo li jêr fişara çalakvanan hin alî dixwazin destkarî di destûra bingehîn de bêne kirin û şêweyê sîstema revebirina dewletê ji sîstema parlamenterî bo sîstema serokayetiyê biguhertin. Destên veşartî hene bi merema xweşguzeraniya jiyana miletên Iraqê dixwazin destkeftiyên kurdan li başûrê Kurdistanê lawaz bikin û sîstema federal ji holê rakin. Pêwîst e Li başûrê Kurdistanê yek rêzî û yek helwestî hebe û bi tu şêweyî ev plan nekeve warê cîbicî kirinê.
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, ji bo doza Kurdistanê di asta navneteweyî de baştir bikeve rojevê kar dike û têdikoşe. KNK di vî warî de, êrîşên dewleta tirk, li derveyî hiqûqa navneteweyî li qelem dide û bang li Neteweyên Yekbûyî, Yekitiya Ewropayê û Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê dike ku biryarên pêwîst li dijî vê bê hiqûqiyê bistînin û rê li ber dagiriya dewleta tirk ê li ser Kurdistanê bigirin. Her wiha KNK dibêje; her li hevhatinek an têgehitiştinek derveyî îradeya gelên herêmê, bêyî li ber çavgirtina mafê çarenivîsa wan, gereke li ser asta navneteweyî bê redkirin û weke sûc bê qebûlkirin.
Piştî nîqaşên siyasî, gorî rojevê civîna Civata Giştî ya 19’emîn hate nirxandin. Civîn li hinek kêm û qusûran bi giştî weke civînek serkeftî hate dîtin. Ji bo civînên dema pêş baştir bêne organîzekirin, nêrîn û pêşniyar hatin girtin.
Gorî rojevê û gorî peymana KNK’ê, Konseya Rêvebir di nav endamên xwe de kar û erk parve kir. Cîgirên hevserokan, serokên komîsyon û komîteyan hatin hilbijartin. Biryar hate girtin ku hemû komîsyon û komîte di nava 3 hefteyan de endamên xwe destnîşan bikin û dest bi kar bikin.
Konseya rêvebir ji bo dema pêş plansaziyek xebatê çêkir. Dîtin, nêrîn pêşniyar û raspardeyên der encama Civata Giştî ya 19’emîn a KNK’ê li ber çavan hatin girtin û li demên pêş kar û xebat di wê arasteyê de bêne berdewamkirin.
Piştre jî li ser peywendiyên navbera hêzên kurdistanî û yek rêziya nav mala kurdî nîqaşên berfireh hatin kirin. Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, pêkanîna diyaloga neteweyî û pêwendiyên navxweyî di navbera partî, sazî û hêzên kurdistanî de, di vê qonaxê de bona parastina destkeftiyan bi derfetek jiyanî dibîne. Ji bo yek rêzî û yek helwestiya nav mala kurdî, civînê biryar girt ku li demek nêzîk de şandeyek KNK’ê serdana başûr û rojavayê Kurdistanê bike.
Ji bo xurtkirina pêwendiyan û gihandina peyama gelê Kurdistanê, civînê biryar girt ku çend şandeyan bişîne Dewletên Yekbûyî yên Emerîka, Rûsya, dewletên Ewropayê û hin dewletên ereb.” ANF