Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

KNK: Dengê xwe bidin namzetên li dijî dagirkeriyê ne

KNK'ê daxuyand ku hilbijartinên başûrê Kurdistanê di pêvajoyeke gelekî krîtîk de pêk tê û wiha got: “Ev hilbijartin girîng in, divê gelê me biçe ser sindoqan dengê xwe bide nazmetên welatparêz ên dijî dagirkeran berjewendiyên gelê me diparêzên û xizmetê ji gel re dikin.”

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî weşand. KNK’ê diyar kir ku hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê di qonaxeke gelekî taybet de têne kirin û wiha got: “Di 33 salên fermî yên herêma Başûr de, hilbijartinên parlamentoyê tu carî serdemekî ewqas aloz û bi krîz nebûye. Li ser asta navxweyî jî nakokiyên di navbera aliyên siyasî û aloziya di navbera wan de, krîza aborî û debara jiyana xelkê, hejarî, nebûna xizmetguzariyan, bêkarî, bêkariya parlamantoyê, xemsariya hikûmetê, cîbicîkar û deynên wê yên berhevkirî, xem û astengiyên gel ên li ser azadiyan, girtin û bêdengkirina rojnamegeran. Krîz û pirsgirêkên hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel Bexdayê û her wiha destwerdana leşkerî, ewlekarî û kaotîk a dewletên herêmê. Li başûrê Kurdistanê ev û gelek mijarên din taybetmendiyên ku başûrê Kurdistanê û rêveberiya herêmê didin nasîn.”

KNK’ê wiha berdewam kir: “Helwesta hikûmeta navendî ya Iraqê li hember Herêma Kurdistanê ne tenê ne dostane ye, dibe ku hewl dide ku statûya herêmê lawaz bike û têk bibe û pirsgirêkên din çêbike û desketiyan kêm bike. Piştî pêvajoya referandûmê, 2017’an beşeke mezin ji xaka başûrê Kurdistanê ji nû ve bi dest xist û pêvajoya guhertina demografiya bajar û bajarokên Kurdistanê dewam kir. Li aliyê din jî bi dewletên herêmê re ji bo têkbirina destketiyên gelê Kurd komployan çêdike. Bi dewleta tirk re peymanan îmze dike, partiyên kurdan qedexe dike, di kûrahiya dehan kîlometroyan de destûrê dide Tirkiyeyê muxele ya Iraq bike, li ser hesabê berjewendiyên gelê kurd peymanên aborî, ewlekarî û leşkerî îmze dike. Her wiha ji bo tepeserkirina têkoşîna rewa ya gelê rojhilatê Kurdistanê bi dewleta Îranê re peymana bêçekkirin û bêtesîrkirinê li hember hêzên rojhilatê Kurdistanê îmze kir. Ev taybetmendiyên ku helwesta hikûmeta navendî ya Iraqê û gelek serkirdeyên siyasî yên Iraqê diyar dikin.”

Daxuyaniya KNK’ê wiha bi dawî bû: “Di heman demê de hikûmeta Iraqê plan dike ku di meha Mijdarê de yekser piştî hilbijartinên parlamenta herêmê, serjimêriya giştî pêk bîne. Ev prose di demekê de tê birêvebirin ku ti xalên madeya 140 nehatine cîbicîkirin û kêşeya navçeyên dabirayi ne tenê çareser nebûye, belkî ber bi rêyeke xirabtir ve çûye. Tevî van hemûyan jî mijarek pir girîng heye: Dagirkeriya dewleta tirk a li ser başûrê Kurdistanê. Êrîş û dagirkirina bi dehan baregehên leşkerî yên bi her cure çekên sivik û giran, di nav de çekên qada navneteweyî de qedexekirî jî didomin. Li herêmê bi dehan baregehên îstixbaratê, saziyên siyasî, aborî û çandî ava kirine. Tirkiye beşeke mezin ji herêma Behdînan dagir kiriye û bi gelên herêmên dagirkirî re jî weke xwediyê axê tevdigere.

Lê li gel van hemûyan jî gelê kurd li her çar parçeyan, li bajaran, gundan, li zindan û çiyayan bi hêvî û îradeyeke xurt di berxwedaneke bê hempa û hêviya serketineke mezin de ne. Hilbijartinên şefaf û bê sextekarî yên parlementoya başûrê Kurdistanê parçeyek ji vê berxwedan û hêviyê ye.

Belê, hilbijartinên parlementoya başûrê Kurdistanê di rewşeke wiha nazik, hestiyar û diyarker de têne kirin. Ev qonaxeke diyarker e, ji ber ku ji aliyekê ve metirsiyeke mezin li ser destketên gelê me li hemû beşên welat de heye û di heman demê de derfeteke me ya mezin ya serketinê jî heye.

Em weke Kongreya Neteweyî Kurdistanê ku her tim banga yekitiya gelê Kurd û hêzên wî yên siyasî dikin, em jî daxwaz dikin ku pêvajoya hilbijartinê di atmosfereke aram û şaristanî de û bê destwerdan were kirin. Hilbijartineke zelal ku gelê başûrê Kurdistanê bi awayekî azad dengê xwe bide. Em piştrast in ku gelê başûrê Kurdistanê bi zanebûn e ku wê dengê xwe bide namzetên ku berjewendiyên herî bilind ên gelê kurd diparêzin, destketî, maf û azadiyên xwe biparêzin û ji bo Kurdistana azad li dijî dagirkerî û komploya dijberan têbikoşin. Divê demildest bê qebûlkirin û piştre hikûmeteke bi bandor ku bersivê bide daxwazên dengdêran û hemû gelê kurd bê avakirin û dest bi xebatê bike.

Bi vê munasebetê em weke KNK careke din bang dikin û van xalên jêrîn pêşkêş dikin:

Ev hilbijartin girîng in, divê gelê me biçe ser sindoqan dengê xwe bide namzetên welatparêz ên dijî dagirkeran berjewendiyên gelê me diparêzên û xizmetê ji gel re dikin.
Divê hilbijartin bi hemû awayî zelal û bê hîle bêne meşandin da ku encameke rast û durist derkeve holê.

Divê hemû aliyên siyasî yên beşdarê hilbijartinê dibin, di peyam û peopaganda xwe de bi zimanekî siyasî plan û projeyên xwe pêşkêş bikin û zimanê sûcdarî û heqaretê nexebitinîn. Divê hilbijartin bi atmosferek demokratîk de bêne kirin, li ti cih û ti deveran li hember tu kesî tundiyê bi kar neynin.

Divê hemû hêz ji encamên hilbijartinê re rêz bigirin û li gorî encamên hilbijartinê hikumeteke demokratîk bê ser kar.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar