Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cumartesi - 21 Eylül 2024

KNK di çarçoveya xebatên yekitiyê de bi Komeleyê re civiya

Şandeyeke KNK’ê di çarçoveya xebatên yekitiya neteweyî de baregeha Rêveberiya Rêxistina Kurdistanî ya Hizba Komunîst a Îranê kir. Di axaftinên piştî hevdîtinê de hat gotin ku nîqaşên li ser yekitiyê hatine meşandin erênî û bi nirx bûn

Şandeya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) a bi serokatiya hevserokê KNK’ê Ehmed Qeremûs, di çarçoveya xebatên yekitiya neteweyî de baregeha Rêveberiya Rêxistina  Kurdistanî ya Hizba Komunîst a Îranê (Komele) ya li gundê Zirwêz a li herêma Qeredaxê.

Şandeya KNK’ê ji hêla şandeya Komeleyê ya bi serokatiya Rêveberê Giştî yê Komeleyê Îbrahîm Elîzade ve hate pêşwazîkirin. Şandeyan têkildarî mijarê hevdîtin kirin. Piştî hevdîtinê jî Îbrahîm Elîzade û Ehmed Qeremûş têkildarî naveroka mijarê bi Rojnewsê re axivî.

Îbrahîm Elîzade anî ziman ku wan li ser pirsgirêk û nakokiyên aliyan nîqaş kirin û wiha dom kir: “Li ser rêbazên derbaskirina van nakokiyan me nîqaş meşandin. Gelo KNK ji bo dagirtina valahiya heyî ya di navbera aliyan de dikare bi rolekî çawa rabe ku dijminên me ji vê valahiyê heyî sûd negirin, ev yek hate nîqaşkirin. Ji bo tijekirina vê valahiyê hewcehî bi karekî hevbeş û diyalogê ya di navbera aliyên siyasî û rêxistinan heye. Divê diyalog û karên hevbeş pêwîste da ku em bikarin doza xwe bigihînin cîhanê.”

Hevserokê KNK’ê Ehmed Qeremûş di serî de ji ber pêşwaziya germ, spasiya Komeleyê kir û ev tişt anî ziman: “Nirxandin û hevdîtina me gelek baş derbas bû. Ji helwesta Rêxistina Kurdistanî ya Hizba Komûnîst a Îranê em kêfxweş in. Hinek nêrînên hevalan hebûn û ev nêrîn ji bo me girîng bûn. Ji bo ku em bikarin bi hev re ji bo yekitiya neteweyî gavên baş biavêjin, nêrînên girîng bûn.” SILÊMANIYE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar